Ana SayfaGIŞTÎFİROKEYÊN TİRKİYÊ ÇEND CİH BOMBEBARAN KİRİN: KUŞTÎ Û BİRÎNDAR HENE

FİROKEYÊN TİRKİYÊ ÇEND CİH BOMBEBARAN KİRİN: KUŞTÎ Û BİRÎNDAR HENE

Firokeyên şer ên Tirkiyê çend deverên ser bi parêzgeha Duhokê ve li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, ku di encamê de welatiyekî sivîl hat kuştin û 5 welatiyên din jî birîndar bûn.

Îro çarşembî firokeyên şer ên Tirkiyê sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û dest bi bombebarana çend cihan di nava axa Başûrê Kurdistanê de kirin.

Li gorî zanyariyên, di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de, kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Herwiha li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistin, navê vî kesê ku canê xwe ji dest daye, Sidqî Selam bûye.

Rêveberê Nahiyeya Şêladizê, Warşîn Selman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Şamkê û Sincî yên li devera Nêrwe û Rêkan bombebaran kirin.

Warşîn Selman got: “Di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de, kuştî û birîndar hene.”

Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Amêdiyê, Dr. Derwêş Rêkanî ji Rûdawê re ragihand: “Di encama vê bombebaranê de, hevwelatiyekî canê xwe ji dest da û 5 keêsn din jî birîndar bûne, lê belê hêj birîndar bo dermankirinê di rêya nexweşxaneyê de ne û hêj negihîştine cih.”

Hevwelatiyekî bajarokê Şêladizê yê bi navê Mihemed Salih derbarê êrişa firokeyên Tirkiyê de ji Rûdawê re got: “Ev welatî xelkê bajarokê Şêladizê ne, ji bo giyayên buharê çûbûne gundên xwe li Şamkê û Sinciyê, lê belê îro çarşembî piştî nîvro firokeyên şer ên Tirkiyê deverên wan dane ber bombeyan, ku di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.”

Mihemed Salih herwiha diyar kir: “Hêj hejmara dirist a kuştiyan nayê zanîn, çimku hêj di rê de ne. Ew cihê ku hatiye bombebarankirin, 100 km ji bajarokê Şêladizê ve dûr e û devereke çiyayî ye. Hindek kes dibêjin, kuştî 2 kes in û hin kes jî dibêjin, tenê kesek hatiye kuştin.”

Ew heyama zêdetir ji mehekê ye, ku devera Nêrwe û Rêkan û deverên  din ên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê, ji aliyê firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê ve têne bombebarankirin.

Hefteya bihorî jî, di encama bombebaraneke firokeyên Tirkiyê de, pîrejineke 35 salî li devera Nêrwe û Rêkan birîndar bû.

Tirkiye gelek caran bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights