Ana SayfaÇAND HUNERSERÎLÊDANÊN MÎHRÎCANA DUHOKÊ DEST PÊ KIR!

SERÎLÊDANÊN MÎHRÎCANA DUHOKÊ DEST PÊ KIR!


Nuçe: Rumet Onur Kaya

Serîlêdanên 7’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê di 1’ê meha Avrêlê de dest pê kir û li benda film û belgefîlmên Derhêneran e. Mîhrîcana Fîlman a Duhokê îsal di navbera dîrokên 9-16’ê meha Îlonê (Rezber) de dê bê lidarxistin.

Serîlêdanên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê di dîroka 1’ê Avrêlê de dest pê kir, Derhêner û Sînemavanan dikarin heta dîroka 15’ê meha Pûşperê fîlm û belgefîlmên xwe bişînin amadekarên Mîhrîcanê.

Mijara têmaya 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê “Ji Objektîfa Jinan” bû. Di bernameya Mîhrîcana Fîlman a Duhokê de her sal; ji bo bîranîna Derhênerê Kurd Yilmaz Guney xelatek didin û di warên “Filmê Herî Serketî”, “Derhênera/ê Herî Serketî”, “Lîstikvanên Herî Serketî”, “Senaryoya Herî Serketî”, “Belgefîlmê Herî Serketî”, “Xelata Taybet a Jûrî”, “Kurtefîlmê Herî Serketî” jî têde ne, di gelek waran de xelatan didin ji fîlmên Kurdî û filmên biyanî ve.

Ji bo agahî û têkilî: [email protected]


twitter.com/DuhokIFF


instagram.com/duhokiff/


facebook.com/duhokiff


youtube.com/user/Duhokiff

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights