Ana SayfaGIŞTÎArtêşa Tirkiyê rê nade welatî vegerin gundên xwe

Artêşa Tirkiyê rê nade welatî vegerin gundên xwe

Mam Faris Silêman û hevjîna xwe jî yek ji niştecihên gundên deverê ne ku ji roja 15ê Cotmeha sala borî ve artêşa Tirkiyê rê nade ew biçin nav gundê xwe.

Faris Silêman Reşîd, Şahidhal, dibêje, “Artêşa Tirkiyê got, `ev erd hatiye girtin, nekevin nav gund` û me jî hemû gundî agahdar kirin û ji wê demê ve ti kes neketiye nava gund.”

Li gor Qaymeqamiya Batîfa, ji ber metirsiyên şer, wan daxwaz ji xelkê 12 gundan kirine ku serdana gund nekin.

Elî Şawîş, Welatî, dibêje, “Niha Minîn, Banka Serî, Evleh, Bandro… ev hemû mehrûm kirine û nikarin ji ber topên Tirkan serdan bikin. Vê gavê em dawî gund in ku em nikarin biçin nav gundê xwe, em biçin topan diavêjin.”

Çarenivîsa zarokên deverê jî ketiye ber metirsiyên şer, her roj di kabûsên dengê êrişan de, di tirsê de mane.

Zaroka bi navê Rûpel Xelat, dibêje, “Her dema em derdikevin, bi şev an roj be, topekê diavêjin, vêca em jî xwe di hindûr de xwe vedişêrin ji ber saçmeyên bi van cihan dikevin. Ev der hemû dibin saçme.”

Xalên pasewanên sînorî yên Iraq û Pêşmerge li navçeyên sînorî hatine danîn da ku selametiya xelkê biparêzin.

Ferhad Mehmûd, Qeymeqamê Qeza Batîfa, dibêje, “Sînorên li gel Tirkiyê, wan dixwest bername bo bê danîn, hatinûçûn bê kirin, me jî bo selametiya xelkê da ku ti pirsgirêk peyda nebin… ji ber ku dema şer di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de peyda dibe, me xwest xelkê me bibe qurbaniyê şerê van herdu hêzen.”

Qeza Batîfa 74 gundan li xwe digire ku 49 gund avedan û 25 gund jî vala ne. Şûnwarên şer bi xaniyên gundên vala ve diyar in.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights