Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê ya li Moskowê de got “Em bang li dewletan dikin ku hovîtiya ku rejîma Esed di van 10 salên borî de li ser gelê Sûriyê kiriye, bi baldarî binirxînin. Em piştgirî nadin welatên ji bo ku têkiliyên xwe bi Eed re baştir dikin.”
Amerîka bang li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar bike û li ser vê mijarê civîneke taybet li dar bixe. Ji Albanya û Îrlandayê piştgirî ji bo banga Amerîkayê hat.