Ana SayfaCÎHAN'POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ YA AMERÎKAYÊ NEGUHERIYE'

‘POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ YA AMERÎKAYÊ NEGUHERIYE’

Şewirmenda Serokê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsî û Pispora Rojhilata Navîn Yelena Sûponîna ragihand ku politikaya Sûriyeyê ya Washingtonê neguheriye.

Pispora rûsî ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku Washington dixwaze rêveberiya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad hilweşê.

‘PLANÊN LI HEMBERÎ ESAD DEWAM DIKIN’

Sûponîna wiha pê de çû: “Tevî ku Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump e, di polîtîkayên hemberî Sûriyeyê ya Washingtonê de guhertin çênebûn. Daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Rex Tillerson û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê, dide nîşandan ku tenê pêşdatirên Sûriyeyê ya Washingtonê guheriya. Berî têkoşîna li dijî terorîzmê piştre jî hilweşîna Serokê Sûriyeyê Beşar Esad e. Ji bo vê plan û hesabên Washingtonê ya li hemberî Esad di heyama Trump de jî dewam dike.”

‘BI DAXUYANIYA DAWÎ YÊ TRUMP TÊ DÎTIN KU TU TIŞT NEGUHERIYE’

Sûponîna got: “Trump piştî êrişa çekên kimyewî ya li Sûriyeyê eşkere kir ku helwesta wi ya li hemberî Esad guheriye. Daxuyaniya Trump vê yekê dide nîşandan, “Polîtîkaya Sûriyeyê ya Amerîkayê neguheriye.”

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights