Ana SayfaCÎHANAmerîka ji hevdîtina Tirkiye-Sûriyê ne razî ye: Em piştgiriyê nadin

Amerîka ji hevdîtina Tirkiye-Sûriyê ne razî ye: Em piştgiriyê nadin

Berdevk diyar kir ku polîtîkaya Amerîkayê ya li Sûriyeyê nehatiye guhertin û dibêje “Em piştgirî nadin welatên ji bo ku têkiliyên xwe pê re baştir bikin û piştgiriya xwe ji dîktatorê zalim Beşar Esed re diyar dikin ku desthilata xwe ya berê vegerîne.”

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ku navê wî nehate eşkerekirin, derbarê peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de bi nivîskî bersiva pirsa Dengê Amerîka da.

Berdevk diyar kir ku wan nûçeyên ku di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hevdîtinên sê alî hatine kirin dîtine û wiha got “Em bang li dewletan dikin ku bi baldarî zilma rejîma Esed li ser gelê Sûriyê di deh salên dawî de di sepîne û bi berdewamî astengkirina gihandina ewlehî û alîkariya mirovî ya rizgarker bo gelê Sûriyê ji aliyê rejîmê ve binirxînin.”

Herwiha berdevkê Amerîkî di bersiva xwe de hat ragihand “Di dema ku gelê Sûriyê ji şerê ku ev nêzî 12 sal in berdewam dike, êş û azaran dikişîne, piştgiriya me ya ji bo çareseriya siyasî di bin pêşengiya Sûriyê de li gorî biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî berdewam e.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskowa paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights