Ana SayfaGIŞTÎAMERÎKA WESAYÎTÊN BIZIRX Û MOŞEKÊN AJOTÎ JI HSDÊ RE ŞANDIN

AMERÎKA WESAYÎTÊN BIZIRX Û MOŞEKÊN AJOTÎ JI HSDÊ RE ŞANDIN

Piştî çekdayîna YPGê ku ji aliyê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ve hat erêkirin, Amerîka dîsa wesayîtên bizirx û moşekên ajotî yên berbi germê ve diçin ji HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk te, re şandin. Rayedarê HSDê ji Sputnikê re axivî û piştrast kir ku Amerîka wesayîtên bizirx û moşekên ajotî ji wan re şandine.

Hikmet Durgun

Li gorî çavkaniyên ku ji Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) hatin wergirtin, piştî çekdayîna Amerîka bo HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê ji aliyê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ev cawa sêyemîn e ku çek bo HSDê dişîne.

‘DI MEHA HEZÎRANÊ DE EM DIKEVIN REQAYÊ

Derbarê mijarê de rayedarekî HSDê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku doh êvarê wesayîtên bizirx û moşekên ajotî ku berbi germê ve diçin yên Amerîkayê ku bo wan şandine, gihîştine destên wan û wiha pê de çû: “Amerîka di çerçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de ji me re çekên giran û wesayîtên bizirx şandin. Vê carî ji me re moşekên ajotî yên ku em li dijî tankan bikar bînin, şandin. Vê carê tankan ji me re neşadin, lewre cara beşî ji me re şandibûn. Wesayîtên bizirx û çekên giran ji ser Herêma Kurdistan ve ji deriyê Sêmelka ve derbasî Rojava bûne. Ji vir jî bi TIR an birine başûrê Girê Spî û Kobaneyê (Bakurê Reqayê). Ev çek dê di operasyona rizgarkirina Reqayê de bên bikaranîn û em ê di meha Hezîranê de bikevin bajarê Reqayê. Ji ber vê yekê hewcedariya me gelekî bi çekên giran hene. Amerîka beriya niha jî çek şandibûn, lê ev çek bo operasyonê têra me nakin û hêj jî gelek hewcedariya me bi çekên giran hene.”

Rayedarê eşkere kir ku Amerîka bo bikaranîna çekên giran dê perwerdehî jî bidin hêzên wan.

Herwiha Enqereyê bertekên tûnd nîşanê çekdayîna Amerîkayê bo YPGê dabûn.

krd.sputniknews.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights