Ana SayfaGIŞTÎAmerîka bo êrişa ser Hewlêrê banga NYê kir

Amerîka bo êrişa ser Hewlêrê banga NYê kir

Amerîka daxwaza civîna Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê şermezarkirina êrîşa muşkî ya Îran ser Hewlêrê dike.

Nûneratiya Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî  ji ber êrîşa mûşekî ya 13ê Adarê ya li ser Hewlêrê, li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê belav kir ku Washington daxwaza civînekê ji  Encûmena Asayîşê Neteweyên Yekbûyî kiriye û dibêje ku ew êrîşa 13ê Adarê ya bo ser Hewlêrê bê hicet bû û maleke xelkê sivîl li hewlêrê armanc kiriye

Di daxuyaniya Nûneratiya Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî  de wiha hate gotin: “Îro Amerîka bang li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar bike. Ev êrîşa nerewa û bê sedem a li ser niştecihekî sivîl li Hewlêrê binpêkirineke hovane bû li ser serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Divê endamên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê şermezar bikin, ji Îranê hesab bipirsin û piştgiriyê bidin demokrasî û serweriya Iraqê.”

Albanya û Îrlandayê piştgirî da

Banga Amerîkayê ji aliyê nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî yên Albanya û Îrlandayê ve jî hat piştgirîkirin.

Nûneratiya Albaniya jî  yekser piştevanî li vê daxwaza Amerîka kir û ragihand ku welatê wê bi tundtirîn awa wê êrîşa bi muşekên balîtîk ya neyasayî ya Îran ser Hewlêrê şermezar bikin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê twitterê yê Nûnertiya Albaniyayê li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn de wiha hat gotin: “Albaniya êrîşa balîstîk a neyasayî ya Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike. Divê Encumena Ewlekariyê Îranê ji kiryarên wiha bêpîvan û metirsîdar bipirse.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em bi xurtî piştgiriyê didin pêvajoya demokratîk a Iraqê û xebatên wê yên ji bo yekîtiya neteweyî û pêşketinê.”

Nûnertiya Îrlandayê ya Neteweyên Yekbûyî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de ragihand, îro Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên êrîşa mûşekî ya 13ê Adarê li ser Hewlêrê gotûbêj kir û ev êrîş şermezar kir. Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re nîşan da û piştevaniya xwe ya tam bo serwerî û yekperçetiya axa Iraqê dûpat kir. Aramiya Iraqê ji bo aramiya navçeyê pir girîng e.”


Çi bibû?

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê heman rojê bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de got, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî (13/03/2022) Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e”.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “ti nîşenek nîne” ku êrîş Amerîka kiribe armanc lê tekez kir, “Amerîka piştgiriya hevbeşên xwe yên li Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê dike daku berevaniyê li xwe bikin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de tê gotin, “Pêwîst e Îran demildest êrîşên xwe rawestîne, rêz li serweriya Iraqê bigre, destwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de rawestîne.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights