Ana SayfaGIŞTÎBI KORSANWARÎ DESTESERKIRINA MÛÇEYA KÊMTIRÎN NAMERDÎ YE Û TERORÊ CIVAKÎ YE!

BI KORSANWARÎ DESTESERKIRINA MÛÇEYA KÊMTIRÎN NAMERDÎ YE Û TERORÊ CIVAKÎ YE!

Karker ji mûçeyê kêmtirîn jî bêpar in!

Kar dîtin li Tirkîyê û bi taybetî jî li Kurdistanê ji xwe dijwar bûn lêbelê piştî pêvejoya Covîd-19ê de bi mûçeyê kêmtirîn kar dîtin zêdetirîn dijwar bû.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

KARKERÊ SOSYALÎST Ê WELATPARÊZ / Hejmar: 14

Anko mûçeyê kêmtirî bû nîmet! Û mûçeyê kêmtirî pêde pêde dibiye mûçeyê kêmzêde. Anjî mûçeyê kêmzêde dikeve ast a mûçeyê kêmtirîn. 3.3 milyon karker bi mûçeyekî di binî mûçeyê kêmtir de dişoxilin. Nêzîk yek milyon karker ji nîv mûçeyê kêmtir jî kêmtir bi mûçeyekî dişoxilin.

Hejmara karkerên ku neçar in bi meaşê kêmtirîn an kêmtir bijîn li dor 7,5 milyon e ku ewna dinav hemû xebatkarên mûçe de %38,3ê ne. 9.5 milyon karkerên beşekarê taybet nagîhijin mûçeyê kêmtir. Di beşekarê taybet da xebatkarên kû bi mûçeyê kêmtir û di binî de dişoxilin rêjeya wana %49e. Û xebatkarên dora mûçeyê kêmtir rêjeya wana %62 ye.

Kar dîtin îro gelek zehmete. Heke kar dibînin vê car karsaz bi sepandina ka korsanwarî dest didin ser beşa ka mûçeyên kêmtir. Karsaz gora yasa neçar dibine mûçeyê kêmtir 2825 lîra dixe hesabê karkerê ki girtî bû kar. Belê eynî karsaz, wexta ku karkeran digre kar bi wana ra peymana ka bê yasa dirist dike û gor wê 700, 1000 an jî 1500 lîre bi destan şûnde ji karker distîne. Ew kiryarên bê yasayî bi tevî fîrmayên dewletê ji hemû beşekarê taybet de gav bi gav belav dibin.

Ji xwe karkeran bi 2825 lîre nekarin paşiya mehê bînin. Lewra tixûb a birçîbûnê ji bo malbata çar kesî gihîştiye 2600 lîre. Wexta ku karsaz dest didin ser beşeka mûçeya kêmtir ew çax karker zêde tengazardibin. Herê karkeran wexta ku karsaz ewnan girtin kar çima pêşniyar a karsaz ya bê yasa pejirandin? Lewra ji serî da Diyarbekir li Kurdistanê de her du karkeran de yek jê bêkare û li mala wan de şîv nakele!

Belê li hêleke bi milyonan karker êsîrê mûçeyên kêmtirên hêlaka din da bi milyonan karker bi şiklekî derqanûn ji mûçeyên kêmtir ra bêparin. Bi kurtahî karker ji mûçeyên kêmtira ji bêparin!

Belê karsazên ku bi korsanwarî dest didin ser mûçeyên kêmtir yên karkeran ew namerdî û terora civakî ye. Dewleta ku heta nebza mirovên li kolanê jî dipîve lêbelê mixabin korsanwariya karsazan dişopîne û diparêze!

Dirûşma “hilberîna neteweyî niştecih” çare ji pençeşêra civakî ya betalî û xîzanî re nabine

Rapora “newekheviya dahatê û xizanî ya Tirkiye” hate amedekirin. Li gorî raporê, di navbera welatên Ewropa da di hêla newekheviya dahatî de welatekî herî bilind Tirkiye ye. Gel di navbera salekê da 1500 dolar xizan bû. Ji du salê paşin de xizaniya gel %8.4 zêde bû. Ji deh kesan heft deyndarin. Û ji Kurdistanê ew rêje gelek bilind e.

Li Tirkiyê deh milyon betalî hene û bi lez hêviya wana di hêla dîtina kar de kêm dibe. Ciwanên ku di bin betalî û xizaniyê de tengezar bûne ji wana de %30 dixwazin biçin derveyî welat. Ji karkeran %61 dibêjin “heger derfet hebe bijartina me em li derveyê welat bişoxilin. Ji ber ku “hilberîna navxweyî û neteweyî” kar nayne afirandin.

Di bin serweriya Tifaqa Cumhur de ku şev û roj propagandaya “hilberîna navxweyî û neteweyî” ezman safî dike, cardin jî ji sê ciwanan yek dixwaze ber bi penaberiyê ve biçe welatekî din. Anko ji bo ku hêvî, zad û kar tunneye ciwan ji hêviyê ji derveyî welat digerin. Ji sê ciwanan yek dixwazin ku biçin welatek din. Ji %61 bêkar dixwazin li derveyî welat bixebitin. Li aliyê din, Tifaqa Cumhûr hîn jî pêla nijadperest-neteweperest bi propagandaya “hilberîna herêmî û neteweyî” difûre!

Teror di jiyana civakî de li her deverê ye

Di sala 2020an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest dan! Bi gotinek din, di mehê de kêm zêde an ji navînî 200 karker di kuştinên bi girêdayî kar de dimirin! Ne di qezayên kar de, lê di kuştinên kar de! Deverên ku terora civakî lê herî zêde heye ev in: Keştiyên li Tuzla, Aliağa, Altinova, di deryaya vekirî de xeniqîn, perçiqîn, ji bilindahiyê daketin, teqîn, şewitandin, krîza dil, bandora tişt…

Encam: kapîtalîzm û hêza wê ya siyasî ji vê dîmenan berpirsiyar in. Çareserî ne libergerîne û ne jî dilê xwe bi xwe şewitandin e. Çare li pêşxistina têkoşînek rêxistinî ye.

30.01.2020

[email protected]

Yurtsever Sosyalist İşçi – Tüm sayıların PDF’leri aşağıdadır

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

Sayı-9

Sayı-10

Sayı-11

Sayı-12

Sayı-13

Sayı-14

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights