Ana SayfaÇAND HUNERRêjen Hesen Dibêje Bîrkanîya Kurdan de Sazbendî û Dengbêjîya Kurdên Qafqasya Pir...

Rêjen Hesen Dibêje Bîrkanîya Kurdan de Sazbendî û Dengbêjîya Kurdên Qafqasya Pir Girîng E

Rêjen Hesen nivîskar û muzîkjenê Kurd di civînê de, bi du pirtûkên ku di vê demên dawîyê de hatine weşandin, girîngîya dengbêj û kilamên Rewanê ya di dîroka çand û hunera Kurdan de derxist pêş.

Pirtûka “Qulingên Rewanê-Dengbêjî û Sazbendîya Kurdên Qafqasyayê ” ya Polat Can
Pirtûka “Qulingên Rewanê-Dengbêjî û Sazbendîya Kurdên Qafqasyayê ” ya Polat Can

Pirtûka yekê ya bi navê “Qulingên Rewanê-Dengbêjî û Sazbendîya Kurdên Qafqasyayê ” ji alîyê nivîskarê Kurd Polat Can ve hatiye amade kirin û di 2021’ê de weşanxaneya Sîtavê pirtûk çap kiriye.

Pirtûka “Di muzîka Kurdî de Tembûr”ya Rêjen Hesen.
Pirtûka “Di muzîka Kurdî de Tembûr”ya Rêjen Hesen.

Pirtûka din “Di muzîka Kurdî de Tembûr” ji hêla Rêjen Hesen ve hatiye nivîsandin.

Wî destnîşan kir ku jiber ku di dîrokê de Kurd tim mecbûr man ku bi “deng” yan jî “gotinan” çand û hunera xwe biparêzin; jiber ku Kurdî azad bû û herwiha xwendina di nava Kurdan de zor kêm bû.

Hesen got ku Radyoya Erîvanê bi xebat û weşanên xwe, bo parastin, pêşxistin, nasandin û avabûna bîrkanîya çand,huner û zimanê Kurdî de roleke serekî bicîh anîye û hevdem alîkarîya nasandina muzîkjenên Kurd kiriye.

Dr. Bêkes Nurî Ebdal, pisporê muzîkê û Doktorîya xwe ser xebatîn muzîka Kurdî wergirtiye jî di civînê axifî.

” Zor girîng e ku ser ev rengê mijarê lêkolîn werin kirin û bibin pirtûk jiber ku mêjî û bîrkanîya me ji sedî 70 bi rêka lorik, çîrok, ,heyran û stranan hatiye ava kirin. Girîng e ku em niha lê xwedî derkevin û bi rêkên zanistî di warê muzîkê de xebatan bikin, ” Ebdal got.

Meha Sê 19, 2022

Selam Balayî / Denge Amerîka

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights