Ana SayfaKURDISTANPSK Û OSP DIXWAZIN DEMÎRTAŞ BIBE NAMZEDÊ SEROKOMARIYA TIRKIYÊ

PSK Û OSP DIXWAZIN DEMÎRTAŞ BIBE NAMZEDÊ SEROKOMARIYA TIRKIYÊ

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), eşkera kirin ku ger HDP Demîrtaş weke namzet nîşan bide, ew amade ne piştgirî bidine Demirtaş. Lê PSK û OSP’ê xwest HDP bi partiyên Bakur re îtifaq bike û di bin bernameyeke Kurdistanî de xebatên hilbijartinê pêk bîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna Meclisa Partiyê de, namzetê xwe yê serokomariyê yekalî kir. Li gorî agahiyan namzet hevserokê berê yê zindankirî, Selahatin Demîrtaş e. Lê HDP navê Demîrtaş dê di 3ê gulanê de eşkera bike.

Li gorî partiyên kurdî yên li Bakur, namzetiya Demîrtaş di dilê kurdan de berbijêrka herî maqûl e. PSK, di wê baweriyê de ye ku namzetiya Demîrtaş, ger li ser lihevkirineke siyasî ya nava kurdan pêk bê, dê dengên zêdetir jî bîne.

Derbarê vê mijarê de Cigîrê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji Rûdawê re wiha got: “Li vir niha tenê yê ku bikaribe bibe namzet Birêz Silhedîn Demîrtaş e. Birêz Demîrtaş di siyasetê de maqûl e. Di siyasetê de tê naskirin. Birêz Silhedîn dikare bibe namzetê kurdan ê hevbeş û muşterek. Lê divê em ê çi derxin pêş? Em amade ne ku bereyeke wiha çêbibe li derdora Birêz Demîrtaş.”

OSP jî piştgirî dide namzetiya Demîrtaş. Rêveberên vê partiyê, bal dikişînin ku namzetiya Demîrtaş ji bo Tirkiyeyîbûnê gaveke baş e lê divê bernameya hilbijartinê ya Demîrtaş bi naverokek neteweyî û Kurdistanî bê dagirtin.

Serokê Giştî yê OSPê Sînan Çîftyurek jî got: “Demirtaş ger bibe namzet ji bo siyaseta HDPê, ji bo siyaseta Tirkiyeyîbûnê baştir e. Lê belê cardin Demirtaş li hundir de ye. Di hêla siyasetê de mexdûr bûye. Demirtaş bûye namzet, wek HDP dê bi hêz be. Îhtîmal e ku weke siyaseta sivîl li Bakur bi hêz be. Lê eger partiyên kurdan wek îtifaqeyeke neteweyî pêk bînin, divê bernameya xwe pêk bînin, bi vê bernameya Kurdistanî derkevin pêş. Eger îtifaq pêk were, em ê bang li alîgirên xwe bikin ku piştgirî bidin Demîrtaş. Em çawa piştgirî nekin?”

Piraniya partiyên Bakur ên li derveyî HDP’ê, dixwazin ligel namzetiya Demirtaş, ew li ser hilbijartinên parlamentoyê û şaredariyan jî li hev bikin. Lê ji bo vê yekê pêdivî bi protokol an jî bernameyeke hevpar heye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights