Ana SayfaKURDISTANAlîkariyên bo herêma Efrînê hatine pêşkêşkirin têrê nake

Alîkariyên bo herêma Efrînê hatine pêşkêşkirin têrê nake

Mehek di ser erdheja 06ê Sibatê re derbas bûye, lê alîkariyên ku ji xelên Herêma Efrînê re, heta niha hatine pêşkêşkirin, ne li gorî qebareya ziyana giran in, ku li wê deverê gihiştiye xelkê.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ligel derbiderbûnê û kêmbûna alîkariyan, kesên li bin konan jî, rastî bahozeke xurt hatin ku tirs li cem wan dirust kiriye.

Bi giştî nişteciyên wê herêmê, ji ber ziyanên erdhejê û ba û bahozê dinalin, bi taybetî çîna hejar û kêmderamet, beşê herî gelek ji ziyanê dîtiye.

Nişteciyekî bajarokê Cindirêsê gazinê ji piştguhxistina hejaran û nebûna alîkariyan dike, û dengê xwe digihîne aliyên pêwendîdar ku wan jibîr nekinû  bi dadmendî alîkarî bêne dabeşkirin.

Nişteciyê Cindirêsê Welîd Sîdo dibêje: “Divê hûn me ji bîr nekin, em herin ku derê jî tiştekê nadin me, heta ku nan jî nadin me. Heta niha çend alîkarî hatibin jî li tiştek ji bo me nehatiye dayîn.”

Nişteciyê Cindirêsê tekeziyê li ser girîngiya gihandina alîkariyan dike, ku bi sedema bobelata erdhejê, li gorî pêwîst alîkarî bi wan re nayê kirin.

Amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, nîşanê bi wê yekê didin, hejmara kesên ku di erdheja 06ê Sibata 2023yan de, li hemû navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê canên xwe jidest dane, gihiştiye 6 hezar û 747 kesan, ji wan 4 hezar û 521 kes li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê canên xwe jidest dane, piraniya wan jî li Herêma Efrînê bûn.

Li navçeyên li jêr kontrola hikûmeta Sûriyê jî, 2 hezar û 226 kesan canên xwe jidest dane.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights