ANASAYFAKÜRDİSTANDi Sala 103emîn a Peymana Lozanê de: Bangewaziya ji bo Demokrasiya, Dadmendî...

Di Sala 103emîn a Peymana Lozanê de: Bangewaziya ji bo Demokrasiya, Dadmendî û Statûya Neteweyî ya Kurdan li dijî Nîzama Antî-Kurd

Di Sala 103emîn a Lozanê de, Hasan Özkan bangewaziya gelê Kurd ji bo demokrasiya, dadmendî û statûya neteweyî dike û balê dikişîne ser êş û zextên ku gelê Kurd di zêdetirî sed salan de jiyaye.

Di Sala 103emîn a Lozanê de Bangewaziya ji bo Dadmendî û Statûyê | Nivîs: Hasan Ozkan

Peymana Lozanê, ji bo gelê Kurd ne tenê peymanek e; ew xaleke dîrokî ye ku bi wê re înkar, perçekirin û bêstatûbûna Kurdan di asta navneteweyî de hat saz kirin. Nîzama ku 103 sal berê hate avakirin, berhema berjewendiyên hêzên emperyalîst bû ku îradeya gelê Kurd tune hesab kir. Lê îro Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê bi biryar e ku azadî, mafên xwe yên demokratîk û statûya xwe ya neteweyî bistîne.

Di sala 103emîn a Peymana Lozanê de, divê em encamên dîrokî yên vê peymanê ji bo gelê Kurd careke din binirxînin. Peymana ku di 24ê Tîrmeha 1923an de hate îmze kirin, ji bo gelê Kurd ne statûyek neteweyî, ne mafek siyasî û ne jî garantiyeke demokratîk anî. Berevajî vê, ew bû bingehê nîzama ku perçekirina Kurdistanê di asta navneteweyî de qanûnî kir.

Di wê demê de, hêzên sereke yên emperyalîst, Angilistan û Fransa, li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî Rojhilata Navîn ji nû ve ava kirin. Di vê pêvajoyê de Kurdistan di nav dewletên cuda de hate parçekirin. Dema ku Komara Tirkiyeyê di çarçoveya hesabên stratejîk ên Angilistanê de ava dibû, Iraq di bin mandaya Brîtanyayê de û Sûriye jî di bin mandaya Fransayê de hate şekilandin. Bi vî awayî gelê Kurd bêyî îradeya xwe di nav sîstemên siyasî yên cuda de hate zextkirin ku bijî.

Nîzama navneteweyî ya ku piştî Lozanê hate avakirin, mafê gelê Kurd ê tayînkirina çarenûsa xwe nas nekir. Berevajî vê, ew sînorên dewletên neteweyî parast û pirsgirêka Kurdan ji ajandaya siyaseta navneteweyî derxist. Di dema ku Musil û Kerkûk û çavkaniyên enerjiyê yên herêmê di navenda hesabên emperyalîstan de bûn, mafên neteweyî û demokratîk ên Kurdan hatin paşguhkirin.

Li gorî stratejiya ewlehiyê ya wê demê ya Angilistanê, Tirkiye wekî hevalbendek herêmî li dijî Yekîtiya Sovyetê hate dîtin û bi alîkariya siyasî, leşkerî û aborî hate piştgirîkirin. Di heman demê de daxwazên azadiyê yên Kurdan di bin siyasetên ewlehiyê de hatin tepisandin û gelê Kurd bi înkar, asîmîlasyon û binpêkirinên giran ên mafên mirovan re rû bi rû ma.

Di zêdetirî sed salan de, gelê Kurd bi înkar, zext, koçberiya bi zor, pevçûn û êşên giran ên mirovahî re rû bi rû ma. Lê îro dîrok guherîye. Kurd êdî ne gelê bêdeng û bêrêxistinê yê sed sal berê ne. Milyonan Kurd li çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe yên demokratîk, nûnertiya siyasî û nasandina nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî bihêztir di platformên navneteweyî de tînin ziman.

Tevî vê yekê, navendên hêzê yên navneteweyî hîn jî statûkoya ku piştî Lozanê hate damezrandin diparêzin. Îradeya siyasî û daxwazên demokratîk ên milyonan Kurdan hîn jî di mekanîzmayên biryardana navneteweyî de cihê xwe nagirin. Ev nêzîkbûn yek ji astengên sereke yên aştiya mayînde û çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn e.

Piştî bûyerên 7ê Cotmehê, guherînên herêmî nîşan didin ku Rojhilata Navîn dikeve qonaxeke nû. Di şert û mercên wisa de, siyasetên ku îradeya gelan înkar dikin û statûkoya kevn diparêzin nikarin çareseriyeke mayînde biafirînin. Pêşeroja herêmê divê li ser bingehê wekhevî, azadî, demokrasiya, mafên mirovan û hevjiyana gelan were avakirin.

Îro li Lozanê, rêxistin û saziyên Kurd bi hev re hatine cem ku ne tenê dîroka Peymana Lozanê, lê her wiha encamên wê yên giran li ser gelê Kurd jî bixin ber çavê raya giştî ya cîhanê. Em hemû aktorên navneteweyî yên ku berpirsiyariya dîrokî hene bang dikin ku bi vê rastiyê re rû bi rû bibin.

Bangewaziya me ji bo Neteweyên Yekbûyî, saziyên Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî eşkere ye: Ji pirsgirêka Kurdan re bêdeng nemînin. Mafên demokratîk, siyasî û çandî yên gelê Kurd divê di çarçoveya mafên mirovan û hukûqa navneteweyî de bên parastin. Hebûna gelê Kurd û daxwazên wî yên demokratîk divê neyên înkarkirin.

Di heman demê de berpirsiyariya herî mezin li ser gelê Kurd e. Tevgera bi yekbûn, bi perspektîfeke neteweyî û bi zimanekî siyasî yê hevbeş li çar parçeyên Kurdistanê şertê bingehîn e ji bo bidestxistina piştgiriya navneteweyî. Yekbûn ne tenê hilbijartineke siyasî ye; ew hewcedariyeke dîrokî ye.

Berxwedana Rojava û bi taybetî Kobanê, ji aliyê gelek kesan ve wekî xaleke dîrokî ya girîng hate nirxandin. Ev tecrûbe îradeya rêxistî ya gelê Kurd û daxwazên wî yên demokratîk di asta navneteweyî de bihêztir kir.

Em bawer dikin ku pêşeroja Rojhilata Navîn ne di şer, rejîmên otorîter û siyasetên ku gelan li hember hev dikin de ye; lê di demokrasiya, mafên mirovan, serweriya qanûnê, wekhevî û hevjiyana gelan de ye.

Ji raya giştî ya cîhanê re bang dikin ku guh bidin têkoşîna demokratîk a gelê Kurd, daxwazên wî yên neteweyî û xwesteka wî ya jiyaneke bi rûmet û wekhev. Pirsînkirina statûkoya ku sed sal berê hate avakirin şertê sereke ye ji bo aştiya mayînde.

Em dizanin ku nîzama ku sed sal berê hate avakirin ne nîzamê herdemî ye. Em ê têkoşîna xwe bi îradeyeke xurt bidomînin heta ku mafên me bên nasîn, gelê me di platformên navneteweyî de bi rastî were temsîlkirin û çareseriyeke dadperwer û bi rûmet were peydakirin.

Na ji statûkoya ku sed sal berê hate dayîn!

Rojhilata Navîneke nû li ser bingehê wekhevî, demokrasiya û dadmendiyê gengaz e.

Em ê sedsala nû bi îradeya hevpar a gelan ava bikin.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL