Ana SayfaKARKERPayPal wê 2 hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne

PayPal wê 2 hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne

Schulman, CEOyê PayPalê, sîstema pereşandina onlîne ku navenda wê li DYAyê ye aşkere kiriye ku şîrket wê li seranserê cîhanê 2 hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne.

Piştî şîrketên weke Microsoft, Alphabet û Spotifyê, sîstema pereşandinê ya onlîne PayPal jî xwe amade dike ku 2 hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne.

CEOyê PayPalê Dan Schulman, derbarê mijarê de peyama ji xebatkarên şîrketê re şandiye û gotiye ku nirxandina zihmetiyan hin biryarên dijwar bi xwe re anîye û şîrket dê li seranserê cîhanê 2 hezar xebatkaran ji kar derxîne, ku ev jî dike ji sedî 7ê xebatkaran.

Schulman diyar kiriye ku wan di bihêzkirin û nûvekirina şîrketê de di hawîrdorek makroaborî ya dijwar de pêşkevtinek girîng bi dest xistine.

Dan Schulman ragihandiye ku jikarderxistinên ku şîrketî plan kiriye dê di hefteyên pêş de were cîbicîkirin.

Her weha şîrketa teknolojiyê ya Amerîkî Microsoftê jî di 18ê Kanûna Paşiyê de ragihandibû ku ew ê heta dawiya çaryeka sêyemîn a sala 2023an 10 hezar karmendan ji kar derxîne.

Alphabet, şîrketa serekî ya Googleyê jî di 20ê Kanûna Paşiyê de aşkere kiribû ku dê 12 hezar karmendên xwe ji kar derxîne.

Spotifyayê jî di 23ê Kanûna Paşiyê de ragihandibû ku ew ê ji sedî 6ê xebatkarên xwe ji kar derxîne.(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights