Ana SayfaKURDISTAN36 sal bi ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas bûn

36 sal bi ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas bûn

Îro 36 sal bi ser koça dawî ya kurê mezin ê Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî re derbas bûn.

Roja 31ê Çileya 1987ê, demjimêr 06.00ê sibê, li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê, Îdrîs Barzanî xatirê xwe ji jiyanê xwest û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin.

Îro 31 Çileya 2023an 36 sal bi ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas dibe. Dost û hevalên wî yên hevçeperan, wî wek endazyarê yekrêziya gelê Kurd binav dikin, ji ber ku kar ji bo yekîtiya navmala Kurdî dikir û qebûl nedikir Kurd bindest bin.

Îdrîs Barzanî di meha Adara 1944an de li navçeya Barzan hatiye dinyayê. Idrîs Barzanî dibe 2 salî, wê demê bevê wî nemir Mistefa Barzanî berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta piştevaniya li tevgera Kurdî û Komara Kurdistan li Mihabad bike.

Piştî ku Komara Kurdistan ket, Mistefa Barzanî û bi dehan Pêşmerge berê xwe dan Yekîtiya Sovyet a berê. Wê demê Îdrîs Barzanî ku temenê wî 3 sal bû ligel dayika wî û malbatên Kurd, ji aliyê şahê Iraqê bo navçeyên başûrê Iraqê hatin veguhestin.

Îdrîs Barzanê di temenê 6 saliyê de li bajarê Kerbela çû dibistanê. Heta nemana şahîtiyê û hatina komariyê di sala 1958an de ew ji dîtina bavê xwe mehrûm bû. Lê wê salê Mistefa Barzanî ligel hevalê xwe ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Iraqê û piştî demeke dirêj bi dîtina malbata xwe şad bû.

Di serhildana şoreşa Êlonê de Îdrîs Barzanî ji destên yekem ên wan pêşmergeyan bû ku tevlî şoreşê bûn û çekê têkoşînê avêt ser milê xwe û mil bi milê Pêşmerge tevlî dastan û serkeftinên şoreşê bû.

Piştî 9 salan ji pêşmergayetiyê û tevlîbûna di şoreşa Êlonê de, di meha Hezêrana 1970ê de û di kongreyê 8ê ya PDKê de, bo cara yekem Îdrîs Barzanî bû endamê Komîteya Navendî ya PDKê.

Ligel destpêkirina projeya aştî û danûstandinan di navbera şoreşê û desthelatên Iraqê de, Îdrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî di desteya danûstandinan a şoreşê de bûn. Ew li Bexdayê ketin şerê siyasî û dîplomatîk ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurdistanê. Di dawiyê de bi serperiştiya Mistefa Barzanî mafê otonomî bo Kurdistana Iraqê bidestve hat û di encamê de 4 salên xweşî û pêşketinê ji bo Iraqê hatin, lê piştre desthelata Iraqê ya Beisî dîsa dest bi dijayetiya Kurdan û serkirdatiya Kurdistanê kirin û wê demê rêkeftina Cezayir çêbû û şoreşa Kurdan hat şikestin. Wê demê Îdrîs Barzanî ligel malbata xwe û beşek ji Pêşmerge ve, koçberî Îranê bûn.

Herwiha piştî şikestina şoreşê, Îdrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî her zû hewlên xwe didin ji bo avakirina bingeh û rêxistina PDK û Hêzên Pêşmerge û dest bi çalakiyan dikin.

Sala 1979 guhertin li ser nexşe û hevsengiya navçeyê çêbû û Komara Îslamî ya Îranê hat damezrandin û desthelata şah hat rûxandin. Li Iraqê jî rêjîma Beis destê xwe li desthelat zêdetir şidand. Şerê Iraq û Îranê destpê kir. Hêzên Kurdistanî jî dabeş bûn. Hikûmeta Iraqê xwest ku nakokiyan bixe navbera hêzên Kurdistanî de. Îdrîs Barzanî wê demê kar û xebat kir ji bo lihevkirin û yekîtiya nav mala Kurdî.

Li ser bingeha wê xebata Îdrîs Barzanî, di sala 1986an de bingeha bereya Kurdistanî hat avakirin û di meha Hezêrana 1988ê de wek hêzeke nû li ser meydana siyasî ya Kurdistanê Berya Kurdistanî hat ragihandin.

Çdrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaz a neteweya Kurdî de, wek endazyarê lihevkirina niştimanî tê binavkirin. Di asta dîplomatîk de jî Îdrîs Barzanî wek xwedî ezmûneke mezin bû.

Di 31.1.1987an de, Îdrîs Barzanî ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir. Bi jidestdana Îdrîs Barzanî tevgera siyasî û xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê kesekî bi bandor û serkirdeyekî mezin û xwedî ezmûn jidest da û li gundê Helecî yê ser bi Urmiyê hat veşartin.

Piştî raperîna Adara 1991ê û rizgarkirina beşeke mezin ji axa Kurdistanê di 6ê Mijdara 1993ê de termên Nemir Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û li devera Barzan hatin veşartin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights