Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊTBB û 81 baroyan piştevaniya xwe bo Serokê Baroya Amedê nîşan dan

TBB û 81 baroyan piştevaniya xwe bo Serokê Baroya Amedê nîşan dan

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ku gefên kuştinê lê dihat xwarin, peyama piştgiriyê dan. Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û 81 baro di peyam xwe de dibêjin: “Em naxwazin bûyereke din a nû ya Alî Gunday rû bide û êşa Tahir Elçî dubare bibe.”

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê têkildarî gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di van demên dawiyê de gefa kuştinê ya bi rêya medyaya civakî ya li dijî  Nahît Eren nayê qebûlkirin û ew naxwazin bûyereke din a nû ya Alî Gunday rû bide û êşa Tahir Elçî dubare bibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser hesabên medyaya civakî gef û parvekirina wêneyên malbat û xizmên Eren ku zarokên wî jî di nav de ne, bi awayekî zelal metirsiyê radixe ber çavan û tê gotin: “Em weke kesên ku dizanin di bin sîwana demokrasî û hiqûqê de têkoşîn tenê bi fikrî dibe û em bi tundî li dijî her cure tund û gefên kuştinê yên hovane yên li hemberî mirovên bêguneh in derdikevin; bang li dewletê dikin ku bi hêzên xwe yên ewlehiyê, dadwerî û hemû organên xwe ve bi ser vê bûyerê de biçe û kesên vê yekê dikin bibîne û demildest ceza bike.

Eger naxwazin êş û trajediyên nû rû bidin; em bang li kesên peywendîdar dikin ku demildest erka xwe pêk bînin.

Li hemberî gefên hêzên tarî, em weke Yekîtiya Baroya Tirkiyê û tevahiya baroyên Tirkiyê, ji raya giştî re radgihînin ku bêyî dudilî ligel Serokê Baroya Amedê Nahît Eren in û piştgiriya wî dikin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights