Ana SayfaJIYANStêrkê Futbolê yê Brezîlî Pele Koça Dawî Kir

Stêrkê Futbolê yê Brezîlî Pele Koça Dawî Kir

Pelê, ku meha borî jiber hin nexweşîyan ji nexweşxanê re hatibû rakirin, îro mir û nûnerê wî Joe Fraga ew nûçe ji AP re piştrast kir.

Malbata Pele do Çarşemê hatibû nexweşxaneya Albert Einstein ya li bajarê Sao Paulo ku di kelîyên dawî yên jîyana wî de li kelêka wî bisekinin.

Pele, ku 82 salî bû, yek jî futbollîstên herî hêja yên dîrokê dihat zanîn û sembolî jêhatî yê “lîstoka bedew” dihat nasîn û sîtîla wî ya nermik û cindî, liv û tevgeren wî yên çeleng di bîra futbolhezan de cîhekî cindî girtibû.

Pele, ku wek pîrê futbola Brezîlî bû, bi tîma xwe ya netewî re sê caran Kupaya Cîhanî qezenc kiribûn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights