Ana SayfaJINLI QAMIŞLO PIROJEYEKE KELTÛRÎ JI BO KURDÎ DEST PÊ KIRIYE (VÎDEO)

LI QAMIŞLO PIROJEYEKE KELTÛRÎ JI BO KURDÎ DEST PÊ KIRIYE (VÎDEO)

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê, projeyek bi navê Hinar ya kultûrê hatiye avakirin.

Karê wê navendî wergerandin roman û berhemên edebî yên cîhanê ji bo zimanê kurdî û çapkirina wan e.

Berpirsên projeyê dibêjin, projeya wan derfeteke baş e ji bo parastina kultur û zmanê kurdî.

Herwiha, projeya wan dibe jêderek ji bo nvîskar û lêkolînerên Kurd.

Rêvebirê Pirtûkxaneya Binar Ebdo Şêxo dibêje: “Projeya kultûrî ya Hinar ji berî 3ê mehan ve hatiye damezrandin û armanca wê belavkirina kultûr û zimanê Kurdî ye. Ev yekemîn proje ye ku tenê bi zimanê Kurdî belav dike. Projeya kultûrî ya Hinar, heya niha 2 pirtûk belav kiriye. Romana Nêj, bi wateya berf ku Ibrahîm Xelîl ji zimanê Frensî bo Kurdî wergerandiye, pirtûka duyem jî rêze çîrok e ku ji aliyê Ibrahîm Seydo Aydogan ve bi Kurdî hatiye nivîsandin. Niha, em kar ji bo belavkirina 6 pirtûkên din dikin ku ya herî girîng pirtûka Ebdulrehman Kewakibî ye.”

Armanca projeyê parastina kultûr û zimanê kurdî ji gefa jinavçûnê û zindîkirina folklora kurdî ye.

Endamê pirtûkxaneyê Malva Elî jî got: “Yek ji armancên projeya Hinar, zindîkirina kultûr û folklora kurdî ye. bi riya vejandina zimanê kurdî ku bi berdewamî rastî kêmbûna gotinan, zaravan û pirtûkên kurdî tê. Tu dizanî ku çavkaniyên me yên kurdî nebûn ku nivîskar û lêkoler pişta xwe pê girê din.”

Projeya Hinar a kultûrî bi destpêşxeriya takekesî û herwiha xwebexş û nivîskarên kurd hatiye encamdan.

Samezrênerên projeyê pêşbînî dikin ku proje armancên xwe ji parastina ziman û kultûrî kurdî desteber bikin.

rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights