Ana SayfaGIŞTÎKAPÎTALÎZM DI NAVBERA KED A ZINDÎ Û JÎRÎ YA ÇÊKIRÎ (ROBOTAN) DE...

KAPÎTALÎZM DI NAVBERA KED A ZINDÎ Û JÎRÎ YA ÇÊKIRÎ (ROBOTAN) DE KETIYE TENGIJÎNÊ!

Jîrî ya çêkirî her roj di jiyana me ya aborî, civakî û çandî de geş dibe. Demeke dirêje ku bajar, rê, makîne û hemû amûr û hacet gav bi gav bi jîrî ya çêkirî têne bar kirin. Tê gotin ku di paşeroja 20 -25 salan da nîvê karker, memur û karkirên asta naverast de robot ango Jîrî ya çêkirî ê di şûna vanan de cîh bigrin. Ango nêzî 1.5 milyar betalên nûh ên tevlê arteşa betalan bibin. Belê ji bo vê sedemê burjuva jî di serî da kêfxweş dibe û dibêje “ez ji karkeran filitîm!” Lê belê berambera kêfxweşî ya burjuva jî tunne ye. Raste jîrî yên çêkirî, hildiberînin, mûçe nagrin, sendîka û sîgorta naxwazin lê rastiyeke din jî heye robot nikarin daqurtandin jî bikin. Wê demê burjuvazî malê ku bi deste robotan hildiberîne wê bifiroşe kî/kê?

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Mînak, wek em bêjin ku burjuvazî karkeran nade şoxilandin belê ger cardin jî mafê hêzê standinê bide wanan ku karibin mal ê wî bikirin. Lê ew kiryar jî dijî  xwezayiya kapîtalîzmê ye. Heger bêşoxilandin hêzê standinê nede karkeran wî demê jî hilberînên xwe nikarê bifroşe. Vanan nakokiyên pergala kapîtalîzmê yên kujende ne.

Pêşdîtin a Marks ev e! Paşiya mîsyona dîrokî ya sermaye ev e! Sînorê kapîtalîzmê yê fizîkî û dîrokî ev e! Geşbûna teknolojî bi lez disepîne ku di pergala kapîtalîzmê da ji keda zîndî de derbas bibe, keda mirî ya robotan ku bêkêmasî otomasyon bibe. Burjuvazî dema ku hilberîn li gel robotan bikaranîn, bi lez û bez got” ez li karkeran xelas bûm, robot dişoxile û qet tiştekî jî naxwaze! Lê belê pir dem derbas nebû fêm kir ku robot dişoxile, hilberîn baş kartîne lê robot nikare daqurtandin bike! Wê demê şewqa xwe da ber xwe û fikirî. Belê pergal a hilberîn û daqurtandinê yekpare ye. Heke hilberîn ku neyê daqurtandin nabe, hilberîn ku dagurtandin nebe wê demê hilberîn bêmane dibîne.

Pêvajoya dîrokî bi hêz disepîne ku ger hemû pêşgirî rabin û robot di hilberînê de cîhê xwe bigrin. Pêvajoya ku geş û hêz bibe ev e. Daxwaza burjuva jî ev e lê belê nikaribûye wê pêvajoyê heta dawiyê bimeşîne. Heger bimeşîne wê demê di bin barê girseyiya betalan de nikare li ser lingê xwe bisekine.

Burjuvazî di hilberînê de ligel teknolojiya jîrî ya çêkirî bi karanîna robotan dikare demjimara xwebatê gav bi gav daxîne 6an, 4an heta 2an û bi vê şiklî betaliyê ji holê rake. Belê bi yek mercêkî, dema ku demjimara karkeran daxîne jêr divê wê pêvajoya hilberînê da hêzê standina karkeran danexîne jêr. Belê burjuva jî nikare viya bide ber çava.

Xebata îqtîsadî bi destê kapîtalîzmê ji amûrê hate derxistin û bû mebesteke pîrozwer kirin. Herwiha xebata îqtîsadî bi gelemperî mirov û bi taybetî jî hêzê kedê ligel bi mûçe, kirin xulamê xebatê. Di pergala kapîtalîzmê de karkeran kirin xulamê xebatê lê belê zêde neçû de icar/vêga karker betal hiştin û ji xebatê veqetandin û hê jî ew veqetandin berdewam dike. Ji bo wê sedemê nakokiyên civakî yên kapîtalîzmê di salên 2000an de bi lez mezin dibin û pirsgirêka betalî jî kûr dibe. Betalî ji bo burjuva jî duh karkerên ku dişoxilin li hember van hêza keda cîgirî û amûra bandoreke bû. Lê belê îro ango di salên 2000an de bi sed hezeran wek artêşa hêzên karkerên betalî ji pergal a kapîtalîzmê ra gefan dixwin û bûne metirsiyeke mezin!

Ji vir em dibînîn ku kapîtalîzm di navbera du çiyayan de tengazer bûye. Ji bo ku ji karkeran xilas bibe daxwaze di pêvajoya hilberînê da jîrî ya çêkirî heta dawiyê geşepêdanê bike lê nikare. Pergala kapîtalîzmê çi bi karkeran çi bê karkeran nikare bi rê ve biçe! Bi kurtayî wekî R. Hevetman gotibû; “ di paşerojê de kapîtalîzm ger bi sedama rewşa xwe ya hundirî ger bi hemû siruştiya xwe nikare qeyrana xwe ya mezin derbaz bike. Belê ku bixwaze qeyrana xwe derbaz bike divê bi xwe dev ji xwe berde. Viya jî nikare bike. Dawî hat. Dem tije bûye!”

Ber çava ye ku pêvajoya Vayrosa Korona ev nakokiyên kapîtalîzmê ji her alî de giran dike. Belê encamên qeyrana aborî, civakî bar/bandor li ser jiyana karker û xizanan bêhtir giran dike. Karker, betal, feqîr/hejar bê tekoşîna rêxistinî qet nikarin di bin vê barê giran de rabibin/derkevin. Banga me ji hemû karker û kedkaran ra ev e; birêxistinî bin. Rêxistinî ya herî xirab ji bêrêxistiniyê çêtir e. Birêxistin bin û siyaseta birêxistinî bikar bînin! Çareserî rêxistinî ye, çareserî li dijî kapîtalizmê tekoşîna sosyalîzmê ye!

06.08.2020

[email protected]

Tüm sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın Sayı-1 Sayı-2 Sayı-3 Sayı-4 Sayı-5 Sayı-6 Sayı-7 Sayı-8 Sayı-9 Sayı-10
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights