Ana SayfaGIŞTÎJI MGKYA PIŞTÎ REFERANDÛMÊ DIRÊJKIRINA OHALÊ DERKET

JI MGKYA PIŞTÎ REFERANDÛMÊ DIRÊJKIRINA OHALÊ DERKET

Civîna Desteya Ewlekariya Milî ya Tirkiyê (MGK) ku piştî referandûma 16ê Nîsanê hat civandin bi dawî bû.

Di civîna MGKê de ku bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan birêve çû de, daxwaz hat kirin ku Rewşa Awarte OHAL 3 mehan were dirêjkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya MGKê de wiha hat gotin: “Biryara pêşniyarkirina dirêjkirina bo 3 mehan a OHALê hatiye standin.”

Di daxuyaniya encamnameya MGKê de hat gotin: “Rewşa Awarte ya li seranserê welat hatiye nirxandin. Ji bo berdewama demokrasî, prensîbên dewleta hiqûqê û parastina maf û azadiya hemwelatiyan pêşniyar hatiye kirin ku biryar li ser berdewama wan bergiriyan were standin.”

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights