Ana SayfaGIŞTÎJI BO KARKERAN; TENDÛRISTÎ AN NAN GIRÎNGE?

JI BO KARKERAN; TENDÛRISTÎ AN NAN GIRÎNGE?

Rayadarên Tirkiye yê sibe êvar dibijên;

“Tendûristiya we herî zêde girînge ji bo vê yekê ji mala xwe dernekevin! Lê belê karker, bêkar, esnafê biçûk û hjaran ketine nav neqeba ka kûr! Eger bişixulên di tendûristiya wan bikeve tehlûke, neşixûlên jî qet nabe, rojekî neçin kar ê du rojan birçî bimînin. Em zanin ku di Pakêta Aborî ya Mertalê de ji bo van qet tiştekî tuneye.

Sinan Çiftyürek / Yazarın diğer makaleleri için tıklayınız

Dîsa banga rayadarên Tirkiye yê ji bo hemû gelan ra dibêjên 

“ji mala xwe dernekevin derve. ji bo tendûristiya we xetere kî mezine!” Lê başe piraniya gel kî nin? Ên piranî kirasê şîn an sipî herî zê de karkerên, betalên û mirovê xîzanên! Hemû karker çarneçar ji naçarî dişûxulin ne ku ji keyfî dişûxulin. Wekî me jorda jî got ew karkeran, rojekî neçin kar ê du rojan birçî bimînin. Di vê meselê de AKPe durûtiyê dike. Di alî kî de ji hemû gel ra dibije ji mala xwe dernekevin derve û alî kî din da jî karkeran ji neçarî didên şixulandin.

Di daxwuyanî ya rayadarên hûkumetê de nakokî jî bal dikşînên. Li ser pirsan “gel hevsaziya îzolasyona civakî dike an na”? Di bersiva vê pirsî de du wezîran cude bersiv dan.

Wezîrê karê hûndur Suleyman Soylu gote ” li herema Anatoliya Rojhilata başûr astengî henin  li bajarê Enqera, Îzmir û Stenbul gel ji bajêr vekişya ye.” Lê wezîrê tendûristîyê Koca jî gote “ji herema Anatoliya bi piranî ji bo qedexekirin a derva hevsazî heye, lê biguman em Stenbulê nikarin bigrên”!

Ew gotinên her du wezîran tê vê wateyê ku; sibe ji nexweşiya Coronovirus însan zêde jîyana xwe dest bidin, rewşekî nebaş çibe wê deme ên bibêjin “me di serî de gel hişyar kirî bû.”  Ango ên berpirsyarî ya wê bavêjin ser milê gel!

Banga me ji hemû karkeran re ewe ku; Hûn dirûtiya AKPê û karsazan îro baş bibînên. Bira baweriya we bi we û rêxistina we hebe. Ji dijî xwe xwe qet bi kesîra bawerî mekin. 

Ji bona destûra du mehan bimeaş be dengê xwe birêxistinî bilind bikin. Ev mafê we yê xwezayî ye! Hûn di jîyan a xwe de zanin ku, maf nayin dayin maf tên sitandên! Em bang li sendîqayên karker û karmendan dikin; Hûn eger îro jî dengê xwe dernexin kînga?

Bikurtahî ji bo karkeran, betalan, esnafê biçûk û ji hêjaran ra, di heman deman da nan û tendûristî jî gelek pêwiste. Jîyan çi bê nan çi jî bê tenduristî qet nabe! Ev herdu tişt hebûn û tinnebûna karkeran ne.

Û em bang li rayadarênê Tirkîyê dikin;

Di derheqê Vîrüskorona de, çi diqewîmîye û giştîne kîjan merhelê, encama wê ê çewa be bi raya giştiyê re ji gelanan ra rastiyan bibijin. Derewan nekin! Rastî rikdarên hûn zanin ku nayên veşartin. Eger hûn veşêrin ewê sibe rastî biteqin. Hûn jî bi gel ra dê binî de bimînin. 

Em ê di hejmar a dûyemin de bi taybetî li ser rewşa karkeran, betal û xîzanên Kurdistanê bisekin in.

31/03/2020

[email protected]

[email protected] Bültenin PDF formatı için buraya tıklayın
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights