Ana SayfaGIŞTÎDOZA DEMÎRTAŞÎ: “HÛN WEKÎ KU BIRYARA DMMEYÊ TUNE YE TEVDIGERIN”

DOZA DEMÎRTAŞÎ: “HÛN WEKÎ KU BIRYARA DMMEYÊ TUNE YE TEVDIGERIN”

Danişîna dosyaya têkildarî Selahattîn Demîrtaşî ya ku DMMEyê biryar dabû û gotibû “Demîrtaşî demildest azad bikin” dest pê kiriye. Parêzeran di danişînê de biryara “DMMEyê ya Demîrtaşî azad bikin” bibîrxistine.

Doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ku bi awayekî negirtî tê dadkirin li 19êm Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kiriye.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê danişîn li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hatiye û Demîrtaş bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûye.

Parêzer Demîrtaş, Parlamenterên HDPê Serpil Kamalbay, Saruhan Oluç, Kemal Pekgoz, Huseyîn Kaçmaz, Zuleyha Gulum, Mahmut Togrul, endamê Meclîsa HDPê Dogan Erbaş û rêveberên HDPê û gelek rojnamevan beşdarî danişînê bûne. 

Fezleke hatiye xwendin

Piştî tespîta nasnameyê danişînê destpêkiriye û serokê dadgehê fezlekeyê têkildarî dozê xwendiye. Li ser vê yekê Mahsûnî Karaman, parêzerê Demîrtaş axiviye û biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku di 22ê Kanûnê Pêşiya 2020an de dabû bibîrxistiye. DMMEyê gotibû, “Demîrtaşî demildest azad bikin”.

Karaman destnîşan kiriye û gotiye, “Hûn dirêj û dirêj dosyeyên Enqere û Wanê dixwînin. Hûn wekî ku biryara DMMEyê tune ye tevdigerin. “Tê fêmkirin ku bêyî biryara DMMEyê li ber çavan bê girtin, hûn ê danişîna dozê dewam bikin. Lê belê, ez li bendê bûm ku hûn biryara DMMEyê bigirin zaptê, lê hûn fezlekeyan dixwînin, mîna ku tiştek nebûbe.”

Serokê dadgehê jî gotiye, “Hûn ê daxwazên xwe piştre bigihînin” û bi xwendina fezlekeyan dewam kiriye.

Demîrtaş di parastina xwe de li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê wî de dabû rawestiyaye û bertek nîşanî şandeya dadgehê daye ku biryara DMMEyê derbasî girtekê nekirine. 

 Demîrtaş di parastina xwe de wiha axiviye: 

“Ez ji ber wêrekiyê dadgehê, dadgehê pîroz dikim. DMMEyê ev hewldanên we tomar kir. Em HDPyî bûn. Em Hevserokên Giştî yê Partiyê bûn. Me bi nasnameya vekirî siyaset kir. Me xwe neveşart. We jî xebatên xwe yên siyasî kir. Lê we hewcehî pê dît ku veşêrin. Ev salek e derneketime danişînê.

Di nava salekê de Dadgeha Destûra Bingehîn di Hezîrana 2020an de derbarê we de biryara ‘binpêkirina maf’ da. DMMEyê biryara herî giran a binpêkirina maf da. Parêzerê min jî xwest balê bikişîne ser vê yekê. Qey meriv dibêje div ê pêvajoyê de tiştek nebûye û hûn dibêjin heta îro me çi xebata kiriye bidomînin. Lê ev ji me ne derbasdar e. Biryarên giran ên dadgeha netewî û navnetewî hene. Lewma ji bo ew biryar di girtekê de werin nivîsandin mafê me ye ku em li bendê bisekinin.

Di biryara DMMEyê de 5 binpêkirin hene 

Di biryara DMMEyê de 5 binpêkirin hene. We yek jî li ber çavan negirt. Ew serşêwirmendê li Qesrê Mehmet Ûçûm fermanê dide we û hûn jî pêk tînin. Zilam li Qesrê ferman dide we û hûn jî pêk tînin. Hûn nikarin bêjin ‘tu kî yî Mehmet Ûçûm fermanê bidî me’. Çima? Ji ber ku Mehmet niha li Qesrê ye. Ez Mehmet nas dikim zanista wî ya hiqûqê berbat e. We biryara DMME’yê negirt dosyeyê jî. Hûn li ser zanyariyên Mehmet Ûçûm tevger dikin. Lê belê divê we wan fermanan daf bide û bixista. 

 “Em li bendê bûn ku dadgeha we xal bi xal biryara DMME’yê vegota û behsa wan bikira. Heke biryara binpêkirinê hatibe dayîn divê dadgeha we van binpêkirinan ji holê rake. Lê hûn nikarin bikin. Ji ber ku serokê we yê giştî Erdogan e. Erdogan ji we re got ‘Ne hedê min e ez tevli darazê bibim, lê belê terorîstê wek Selahattîn Demîrtaş neparêz in’. Erdogan ragihand ku wê mafê min neyê parastin. We jî viya ragihand û dest pê kir. Ji ber vê yekê ez we pîroz dikim. Ji ber vê helwesta we ya zelal ez we yek bi yek pîroz dikim. Ji bo ku we biryarek giran a binpêkirina maf bi Tirkiyê da qezenckirin we pîroz dikim. “

DMMEyê xebatên we nirxandiye 

“Yên mafê min biparêz e hûn in, ne Erdogan e. Niha tu bêalî û serbixwebûna we nîne. Çimkî bûye cihê nîqaşê. Ji ber em li Enqereyê ne ez Atakuleyê mînak nîşan bidim. Em li bin Atakuleyê rûniştine û nîqaş dikin. Em dibêjin ev Atakule heye û hûn jî dibêjin nîne. Û em vê nîqaşê jî li bin Atakuleyê dikin. We xebatek siyasî birêve bir. Beriya niha bu du salan biryarek din jî ya DMMEyê heye. We got ev biryar teqez nebûye. We got me eleqedar nake û nesepand. Me got baş e. Me li dijî vê xemsariya we îtîraz kir û me dozê bir Daîreya Mezin a DMMEyê û xebatên wê yên darazê li ser maseyê yek bi yek hatin nirxandin. Derbarê we de biryara hûn neheqin hat dayîn. Di 5 xalan de biryara binpêkirina maf a we daye hat dayîn. Biryar hat dayîn ku hûn bi biryarên siyasî tevger dikin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî beriya biryara DMMEyê diyar kir ku dema girtina min dirêj e. Mîna ku biryara van her du dadgehan tune be, hûn tevger dikin. Hûn nabêjin em ê çawa ji bin vê biryarê derkevin lê hûn xemsar tevdigerin. Qey meriv dibêje DMMEyê biryarek ku Bahçelî, Soylû û Erdogan eleqedar dike dide. Mîna ku DMMEyê vê biryarê nedabe hûn tevdigerin.” 

Hûn xebata siyasî birêve dibin

“Di vê darizandinê de em ne Destûra Bingehîn û ne jî Qanûna Cezayê Dadgehê, em qanûna hilbijartinê pêk bînin. Ji bo partiya hûn destek didinê were ser îqtidarê eşkere xebatên siyasî dikin. Hûn bûn alîkar ku pergal biguhere. Hûn ji avakirina dîktatoriya yek zilamî re bûn alîkar. Werin qanûna hilbijartinê pêk bînin. Min jî bigirin û serkeftina hilbijartinê ya we daye AKPyê û Erdogan ji Tirkiyê re vebêjin. We mudaxileyî Âiradeya Tirkiyê kir. Berdevkên we yên siyasî Erdogan, Bahçelî û Soylû dibêjin û hûn tişta hewce dike pêk tînin.”

“Ez nûçeya ‘Welatiyê got zarokên min birçî ne û xwe şewitand’ nîşan bidim. Ev encama pergala ku we piştigirî dayê ye. Hûn hevkarê vî sûcî ne. Ji ber ku ev 4 sal in hûn xebatên siyasî birêve dibin. Em li benda we bûn ku hûn di çarçoveya biryara DMMEyê de tevger bikin. We rasterast îdianameyan xwend. Halbûkî DMMEyê biryar û darizandinên we bi matmayî dîtine. 17 endamên DMMEyê bi matmayî we pêşwazî kirine.”

Ezê hesab bipirsim

“Hûn hêjî li xala we 14 sal berê dest pê kiriye ne. Hûn biryarên Destûra Bingehîn nas nakin. Lê belê Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser navê we dibêjin û hûn jî tişta pêwîst dikin. We di biryarek xwe de negot ‘biryara DMMEyê û Destûra Bingehîn me eleqedar dike, em lêkolîn dikin û wê binpêkirina mafan ji holê were rakirin’. Ev tam 4 sal in Tirkiye ji ku hat ku. Hûnê bi vî awayî ji têkbirina Tirkiyê re bibin alîkar. Ji kerema xwe hiqûqê bisepînin û adilane tevbigerin. Mesele ne ez im. Her biryarek hûn bigirin wê li Tirkiyê têkiliya daraz û siyasetê kûr bike. Wê çetewariya di nava dewletê de zêde bike. Wê bibe ku êdî birêveberî û her saziyê li ser navê hikumteê tevger dike nikaribin hesab bidin darazê. Ez bi nasnameyên xwe hemûyan re li hev im. Ez kurd im lê belê ne nijadperest im. Lê ez bawerim hûj nijadperest in. Baş e, gelo hezkirina ji miletê xwe ev e? We bi xebatên xwe yên darazê piştgirî da vê yekê. Heke hûn bêalî nemînin ew nivîsa ‘milk’ a li pişt we wê hilweşe. Niha dewlet nîne. Sazî û dezgeh naxebitin. Niha qeymeqamek nikare bi serê xwe biryarek bigire. Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn nikarin biryar bidin. Çimkî birêveberiyê dest daniye ser her tiştî. Qet nebe hûn bi edaletî tevbigerin.”

“Di oxira vê îqtidarê de xwe feda nekin. Wê di vê hilbijartinê îqtidar ji sedî 99 têk biçe û biguhere. Wê gazî we bibin komîsyona darazê. Dosyeyên me yên derbarê we de wê parlamentoyek din ji we bipirse. Qesem û qerarê Xwedê li canê min ê şikestî be, ez ê li pêşberî hiqûqê hesabê her tiştî ji we bipirsim.” 

Doza min taloqî Tîrmeha 2023yan bikin

“Ez dixwazim daxwazên xwe bêjim. Daxwaza min ew e ku danişîn taloqî piştî hilbijartinê tîrmeha 2023yan were kirin. Dosyeyê taloq bikin, silav bidin Bahçelî jî ka em binêrin wê ew silava we bigire? Rakirina destnedayînan li dijî Destûra Bingehîn e. Di biryara DMMEyê de ev rewş hatiye tespîtkirin. Ez dixwazim hûn ji bo ev xal were betalkirin serî li AYMê bidin. Heke hûn ji xwe re nakin xem û we bala xwe dabe ser hilbijartinê, ez firsetê bidim we. Dosyeya min a li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî bi vê dosyeyê re bikin yek. Hûn ê di vir de qanûnek baştir a hilbijartinê bisepînin. Heke hûn van nekin jî ez daxwaziya ‘reda dadgerî’ dikim.” 

Piştî navberê dadgehê danişîn taloqî 14ê Nîsanê kiriye

(EMK/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights