Ana SayfaGIŞTÎDI ÇENTEYÊ CIWANÊ KU HAT KUŞTIN DE ÇI HEBÛ?

DI ÇENTEYÊ CIWANÊ KU HAT KUŞTIN DE ÇI HEBÛ?

Ji çenteyê ciwanê kurd Kemal Kurkut ku li Amedê sibeha Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, tenê pirtûk, ajende û defter derket.

Ciwanê kurd Kemal Kurkut li Amedê sibeha Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Piştî bûyerê Walîtiya Amedê daxuyanî da û got ku ciwanê hate kuştin gotiye, “Di çentê min de bombe heye û ez ê we hemûyan bikujim” û bi kêra di destê xwe de ber bi qada Newrozê ve reviyaye.

Lê dîmenên derketin holê nîşan da ku Kurkut hatîye înfazkirin. Her wiha kuştina Kurkut di nava raya giştî de rastî bertekên mezin hat.

JI ÇENTE ÇI DERKET?

Piştî bûyerê polîsan dest danî ser wêne û dîmenên rojnamevanên ku li cihê bûyerê bûn. Bûyera ku li ber çavên rojnamevan pêk hat, hêj nehatîye zelalkirin û piştî dîmenên derketin holê Walitîya Amedê hêj daxuyanî nedaye.

Piştî bûyerê pirsa herî mezin ew e ku “Di çenteyê Kurkut de çi hebû?” Sputnik Kurdistanê ev yek derxist holê.

Sibeha buyerê ji cihê ku Kurkut hat kuştin nêzî 100 metreyan dûr çenteyê Kurkut li ser rê ji hêla polîsan ve hat kontrol kirin û rojnamevan jî bûn şahid ku ji çente 2 pirtûk, ajenda û defterek derket.

Mesafeya navbera noqteya polîsan û cihê çente lêbû nîşandide ku di navbera Kurkut û polîsan de gengeşî li wir destpê kiriye.

Her wiha mijarek din ya balkêş ew e ku li ser îhtimala di çente de bombe heye, çima ekîba bêbandorkirina bombeyan nehatiye cihê bûyerê? Hîn ji aliyê rayedaran ve bersiva van pirsan nehatiye dayîn.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights