Ana SayfaÇAND HUNERDENG Û RENGÊN XWEZAYA JIYANÊ; “BIRÎN” HELBESTÊN SEMRA ÇELEBÎ

DENG Û RENGÊN XWEZAYA JIYANÊ; “BIRÎN” HELBESTÊN SEMRA ÇELEBÎ

Rûmet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

Lal bû zimanê xwezayê

Girî herikî, jan bû banî…

Deng; kirûyeke (diyarde) qedîm û çavkanî û peyveke tije hilma gerdûnî ye.. Jiyan û xweza; bi dengan ve pêk tên, deng bi hebûna xwe ruh û canê jînê ye, ev di diyalektîka (guherîn û veguherîn) jiyanê de digel tevgeran, wateya xwe dihesîne û hilma xwe xuya dike..

Wek wate rêman û rastînê, deng; hem çavkanî ye, hem jî sîtav e û peyv û newayan ji dengan pêk tên.. Xweza, jiyan û hemû canên ku li ser axên erdnîgariya cîhanê dijîn, bi dengan ve hene.. Deng; çand e, huner e, felsefe ye, wêje ye, dîmen e.. Kolan û warên xwezaya jiyanê deng in, janên êşan deng in, roniya hêviyan deng in, xweşahiya dilê hezê deng e, rengê azadiyê deng e.. Hest û ramanan bi tevahî li gel dengan henin û hebûnên xwe bi reng û hilman ve pêk tînin.. Deng dem û demsal e, hebûn û tunebûn e, li dû bêdengiyê dengên jiyanê pêk tên…

Helbest, di warê huner û çandê de; di ciyekî gelek girîng de, bi tîp, peyv û hevokên xwe ve, deng û rengên qîrîna jiyanê digihîne û li mirovan nîşan dide, banga hemû dinyayê deng lê dike..

Weke huner helbest, di dîroka mirovahiyê de, digel wêne, muzikê ve, yek ji hunerên herî kevn û qedîm ên jiyanê ye û wekî hunerên muzîk û sînemayê, di nav hunerên herî belavbûyî de ye.. Di heman demê de helbest, wêje û derbirîneke bingeh û çavkanî ye, ew xwe hertim bi awayên vebêjan ên cuda ve nû dike. Temaşayên (lîstik) şanoyan, senaryoyên sînemayan, newayên muzîkan, hevokên wêjeyan, reng, deng û hilmên ên huner û çandan; bi zimanê helbestan ve peyvên xwe ava dikin, riya hemû zanînan ji helbestan derbas dibin. Peyv û hevokên helbestan; sîtavên hest û ramanan in.. Helbest; peyv e, hevok e, newa û xwezaya jiyanê ye..

Li ber bayê zeman

Pelekî hişk im êdî

Temenê min di awirê zarokatiya min de

Kenê min di hembêza diya min de ma… “

Neçar diweşim ji guliyên ciwaniya xwe… “

Peyv û hevokên ên helbestên Semra Çelebî, bi awayekî taybetmend û resen zimanê wêjeya xwe ava dike û deng, reng û hilmên ên qîrîn û hawara xwezaya jiyanê ‘bi zimanekî asoyên nû kûr dike û vedike’ re digihîne me. Peyv û hevokên helbestên wê janên êşên jiyanê de didin der û bi roniya rastînê ve dengê hêviyê bilind dikin..

Li çarhawîrdora dilê min şewat e

Xwînê dirijîne, janê dirijîne

Ax û nalînê dirijîne çavên min

Şilfîtazî me di hembêza şevê de

Çarhawîrdora min agir

Çarhawîrdora min dojeh

Ji bêyîbûna te dişewitim… “

Û dengek hat bihîstin

Gote;

“Rabe! xewnek hate jiyîn, tu jiya

rabe, hişyar be!”

Û çavên xwe vekir

Xweşiya şevê ji rûyên wê herikî

Xweza bi ser de giriyabû…

Helbestvana Kurd Semra Çelebî, di pirtûka xwe ya “Birîn” ê de; dengên xwezaya jiyanê, bi zimanê helbesteke resen û gerdûnê ve rave dike.. Helbestvan Çelebî, di helbestên xwe de; bi dengekî gerdûnê û giştî ve deng lê dike, xwînerên xwe di sînorên asoyan de digerîne, bi hevokên xwe bîr û hişê mirovan de ‘asoyên nû vedike’ û dengên peyvên xwe digihîne li ruhê canê mirov û atmosfera rengên jiyanê nîşan dide. Hevokên helbestên wê; qala êş, hêvî, jan, hez û bêrîkirinên axên erdnîgariya me û hemû cîhanê dikin, rojaneya rastînê didin der û dibin zimanê hest û ramanên hemû mirovahî û xwezaya jiyanê..

Di şeva tarî de,

axîna kûlên min li ber welidandinê ye…

Îşev ez ê cardin rabim

Guliyên heyvê ji jana xwe bihûnim

Êşa xwe yeko yeko bidim lêvên stêrkan

Û strana xwe birêsim

Bûkaniya xwe li erdê bihêlim

Û bedewbûna xwe ji te re bi rê kim… “

Helbestvan, qîrîna xwezaya jiyanê, bi hest û ramanên xwe yên jidil û bi awayekî resen ve nivîsandine û bi peyvan, wate û hevokên nû afirandiye..

Ka dilo

Bihûne îro guliyê rojê bi newayeke wendayî

Ser û bin bike şev û rojên jihevqetandî

Elema navê xwe bixwîne li asîmanan

Wekî stêrkên qudûmşikenandî

Bikeve ji dilê şeva sayî

bifire li ber ba yê westîyayî

Bifirre li ber bayê westiyayî… “

Îşev hebûna min wekî ramûsaneke heram ji ser lêvên tariyê şemitî… “

Îşev bê

Were îşev, tu bê

bibe şeh li porê min

ji hev veke guliyên

û şeh bike bi tiliyan

mîna tizbiya kehrîbarî, bijmêre

ta bi ta -yek û du

-yek misk yek ember

û jê bixwîne hezkirina xwe –

weku dixwînî ayetan ji

mishefê!

bê îşev, bibe kildank

ji şevê kil bike mijankên min

bê, li çavên min bibe morîka

xewê -weku biteyisim li ber

eynikê

û bêhna sibehê ji min bê!…

“Were

bisekiniya dem, di nîvê şeva tenê de

ji zindana çavên min, xewnên min yeko yeko birijiyana

rizgar bibûya xeyalên qedexe, rê bidana bêyîbûna te

were, a niha

li navenda dema sekinî, dest bida dilê min

di tariya şevê de, wekî ku tu li lorîna dayika xwe guhdar bikî

guh bide axîna dilê min

laşê min ê qerrisî bipêçe li hebûna xwe

di kurahiya xeyalan de min veşêre

were, a niha…”

*ji Kovara WENDA hejmar:3 rûpel:35

“Birîn” / Nivîskar: Semra Çelebî

Weşanxane: Weşanên Tevn

Rûpel: 88 – 2011

Helbestvana navdar Furûx Ferroxzad di helbesteke xwe de wiha nivîsandibû “Deng, deng, bi tenê deng dimîne/mayînde ye…”, bi tenê “Deng” dimîne di herikîna jiyanê de, dengên helbestan dimînin ji bo me, newayên hevokên wan mayînde ne, rûyê rastînê; peyvên dengan in.. Hevokên helbestên Semra Çelebî di warê wêjê û hunerê de her tim dê rojane bimînin û ji peyvên hevokên xwe re mîna newayên straneke bêdawî dê tim bêne strandin…

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights