BIRÎN

Ewdil Ararat / Hemû nivîsên ê nivîskar

Kûr e. Bi derman e, bê derman e, wê nizanim.

Li gorî strana ku ji rastiya gelê Kurd derçûye, bê derman e birîn. Lewma jî lorandiye û gotiye:

Birîn kûr e bê derman e berxê min, megrî megrî, melorîne … û wiha didome û diçe…

Birîn û strana ku li ser wê loriyaye, dengên nalîna ji ber êşa bindestî û parçebûna milletê kurd, ku di reh, rûh û organizmaya wî da êdî bûye mîna nexweşîyê digihîne me.

Dijmin e, dagirker e, helbet di bin navê hezar siyaset û olê da wê nehêle tu bi serkevî û wê te ji hev lîme û lîme bike. Xwasma ev dewletên dagirker ên li Kurdistanê ne.

Millet e, xelk e; çawa motîve bikî wisa şikil digire. Berê wî bi ku va bidî wisa diçe.

Yanê bi gotineke din ên ku şikil didin milet û gelên xwe, berên wan didin ber bi armancên mezin, rewşenbîr û reveberên wî miletê ne, wî xelkê ne.

Wûjdan û vîna miletên xwe ne, rewşenbîr û serokên miletan.

Ew dikarin rûmet û vîna  milet û xelkên xwe bilind bikin, bigihînin serkeftinê.

Dîsa ew dikarin di wê wûjdan û vînê da birînên xeddar vekin û wan sernişûv bikin.

Û hîn xirabtir, dikarin bibin sedemê mayîna milet û xelkên xwe di nav qeyd û bendên koletiyê da; ku ti car bexş jê ra nîne.

Dîroka cîhanê û bi taybet a Kurd û Kurdistanê jî bi têra xwe tijê ne bi van mînakan.

Çênebûn an jî derengmayîna hişmendiya neteweyî ya kurdan, yekser bi domdariya vê mînakê va giradayî ye. Êş û azara xwe, nalîn û hewara xwe ji vê kurayiyê werdigire. Bi texmîna min ji ber vê yekê ew strana navborî vê şîretê li me dike:

„… Vê tarixî biçirîne berxê min, megrî megrî, melorîne..“ û her wiha.. diçe..

Ev jî eşkere û eyan e, ku berx û zarên vî miletê rûpelên vê dîroka reş gelek caran çirandin.

Lêbelê dîsa her carê birînên xeddar vebûn di wûjdan û vîna wan da!

Bi lêborînê ra dixwezim sê çarîneyên bi tirkî hatine nivîsîn, hilînim vê derê:

„Kahramanım, demek için yetişir,

Asker olmak Çanakkale Cengin`de,

Çanakale, bu isimle belirir

Şevk güneşi her Müslüman gönlünde

Şimdi artık sazımızda her nağme

Ordumuzun şerefini söylüyor.

İşte hâlâ düşmandaki her kale

Senin kahır hayalinle titriyor

Tarihlerin büyük eli bu şerefi yazınız, 

Türkün bitmez zaferini kıskanmayıp sayınız,

Göçmüş olan düşmanlara birer mezar kazınız,

Tarihlerin büyük eli bu şerefi yazınız.”  (*)

Ji bo ku tansiyona xwe û ya we jî bilind nekim, venagerînim van çarîneyan.

Ev çarîneyên bêyom bi kurtasî behsa “serkeftina” şerê Çanakaleyê ya di sala 1915 an da dike. Ku Kurd jî jidil yan jî bêdil bi artêşa osmaniyan ra tevlê wê şerê bibûn.

Kê nivîsiye van çarîneyan?

Nivîskarê srûda neteweyî ya tirk M. Akîf Ersoyê arnawûd?

Ziya Gökalpê kurd-turkewar?

An Nihal Atsizê şoventurk?

Naxêr qet ne yek ji wan.

Kamiran Ali Bedirxan e, nivîskarê wan çarîneyên ku şovenîzm jê difûre û tije ye bi pesn û senayên dagirkirin û kûştinên turk-îslam û osmanîzmê, ku anîne serê qewm û miletê wî bi xwe jî..

K. Bedirxan wan çarîneyên xwe yên bextereş, di bin sernivîsa “Hîlafetin Rehakarlari” da di pirtûkoka “Tanin-i Harp” da, di sala 1915 an de dinivîse.

Birayê wî yê mezin Celadet Ali Bedirxan jî pêşgotinek ji vê pirtûkokê ra dinivîse û wiha dest pê dike:” Tanin-i Harp` islam, osmanli ruhunu canlandiran Halife ordularinin vülüle-i şahametine küçük bir makestir.” (*)

Pirsa li vir ne ew e, ku mîna sosyolog Metin Yüksel jî pirs dike, ka “di wan salan da kurdewarî ciyekî cawa werdigire di berhemên Berdirxaniyan da?”

Pirsên şewitîner ên li vir ev in:

Di wan salên ku împaratoriya dagirker a Osmanî ji hev belav dibû, milletên Balkanan bi hest û yekîtiyên neteweyî ser hildidan û welatên xwe yekûyek ji dagirkeriya Osmaniyan rizgar dikirin da:

Ku bêguman di vê rizgarkirinê da rol û peywirên serhildêr ên serok û rewşenbîrên wan welatan roleke girîng hebû; çima li ba Kurdan hest û yekîtiya neteweyî çênebû û welatê xwe ji bin nîrê osmaniyan rizgar nekirin? Ên Balkanan bûn milet, Kurd çima nebûn?

Rewşenbîr û serokên wan miletan, ketibûne nava derdê rizgarkirina miletên xwe, serxwebûna welatên xwe, yên kurdan çima ketibûn nava derdê rizgarkirina împaratoriya dagirker a Osmaniyan ji parçebûnê? Hîn xirabtir bi agirê turk-îslam û turk terakkî perweriyê dişewitîn?

Hin pirsên din jî meriv dikare zêde bike li van ên sereke.

Paşê hin ji wana xwe ji wê agirê xilas kiribin jî, êdî dereng mabûn!

Celadet û Kamiran Bedirxan du ji wan derengmayîyan in.  

Piraniya wan rewşenbîr û zanayên kurd ji ber vê derengmayînê paşê dikevin nav agirê turk-kemalîzmê. Qisimek ji wan jî ji ber vê agirê direvin, jiyê wan dur ji Kurdistanê di nava êş û elemên penaberiyê da diqede.

Celadet û Kamiran Bedirxan jî paşê vê qederê par vedikin bi yên din ra.

Beriya vê parvekirinê gelek xizmet û sûdê didin turk-osmaniyan.

Hubirên qelemên wan diqedînin hingî dipesinînin şerefa turk-osmaniyan.

Heta mîna ku di helbestê da jî dibêje, bi xwe dibin:

 „Destê mezin ê dîrokê, wê şerefê dinivîsin û serkeftina abadîn a tirk bê hesûdî dinivîsin „(!)

Ne tenê evqas. Celadet û Kamiran Bedirxan di sala 1913 an de bi navê „Edirne Sukûtunun iç yüzü“

(Rastiya rûyê hundirîn a teslîmiyeta Edirneyê) pitûkek jî dinivîsin.

Vê pirtûkê hêja sosyolog Metin Yüksel ji osmanî bi tevê fehengokê vegerandiye tirkiya îroyîn. (*)

Vêca di vê pirtûkê da her du bira bi hev ra dipesinînin „lehengî û meznayiya“ turk û osmanizmê.

Heyfa xwe tînin bi ketina, yanê teslîmbûna Edirneyê bi destê Bulgaran.

Bulgaristan digihîje azadiya xwe, ev bûyer wan xemgîn dike, diqehirîne!

Sistî û bêganemayîna rayedarên Osmaniyan rexne dikin, di bûyera teslîmbûna Edirneyê da!

Eynî mîna ku ev her du bira endamên turk terrakî perwerê bin.

Bi rastî jî endametiyeke wan a wisa hebûye yan na, heta niha ez rastê çavkaniyek nehatime ku vê gotinê pişt rast bike. Lêbelê Abdullah Cewdetê Kurd ku wextekî endamê turk-terakî perwerê bû û paşê wek alternatîf bû yek ji damezirînerê kurd-teraqî perwerê û ji bo vê jî canê xwe wek berdel da, ji vê pirtûkê ra pêşgotinekî jî dinivîse. Wek paşayekî osmanî tije bi rehekî tirkewar, ji bo her du birayan wiha dibêje di pêşgotinê da: „Bu milletin bu pek genç iki çocugu Edirne Kalemizin kalpleri titretecek, bazen hiss-i iftihar ile kabartacak, bazan aglatacak, vekayiini kemâl-i aczimizle beraber kemal-i hakikatle tahrir ederek neşrediyoruz.“

Jixwe endametiya wan a di hêz û partiyekî turk da zêde qiymetê herbiyekî erz nake.

Xizmetên ku kirine, nivîsên ku nivîsîne û peyivên ku gotine xirabtir in ji endamtiyên wan ên hêz û partiyên dagirkeran.

Ev pirtûk ji ber vê sedemê girîng e, kûrayiya birînê nîşan dide.

Ji ber vê yekê jî belgeyek e dîrokî ye, „Edîrne Sukûtunun Iç Yüzü“

Wê ji armanca vê nivîsê derê ku ez ji hemû pirtûkê têbiniyan bidim ber rexneyan.

Tênê çend têbiniyên bê şirove, heta bê wergera kurdî, ji çend ciyên pirtûkê:

„..Ancak dökme (?) istihkamlarini süngüleriyle parçalayip zapta muvaffak olan Osmanlilarin hakiki evlat ve kardeşleri  kahhar muhacimleri siperlerin içinden süngüleriyle çikararak yerlere çarpabilmek imkânini vermiş, Osmanli askerleri vazifelerini …. ifa etmişlerdi.“ (1)

„Fuad Bey …. izhar ettigi metanet ve azim  ile damarlarinda meknuz ve mevcud Osmanli şahamet-i

ftriyesini fiilen izhar ediyordu. O burada namus-u Osmaînin istihkar-i hayat seciye-i merdanegisinin timsal –i zî-hayati idi.” (2)

„Hep hata hep yanlişlik! Memleketimizin mahv û inkirazina sebep olan sevaikten biri ve belki en birincisi hiç şüphesiz ki esker mamurinimizin hiç dûrbîn olmamasi, kendisini çok dûrbîn addetmesi degilmidir?”     “Heyhat! Hep hata mi teccellisi milletin”(3)

Belê her du birayên Bedirxaniyan wiha dipesinînin û xwe diêşînin li ser miletê turk-osmanî.

Piştê damezirandina komara kemalîst çend kes ji malbata Bedirxaniyan bîadê dikin.

M. Kemal paşnavê “Çinar” dide wan Bedirxaniyan.

Heta yek ji wan “Çinaran” bi salan e, li Berlînê nûneriya komeleyekî tirk jî dike.

Bi qeneeta min piştê ku Celadet û Kamiran Bedirxan bi tevayî ji pêvajoya turk-osmani diqetin, berê xwe didin berhemên kurdewariyê û gelek xizmetên hêja didin ziman û çapemeniya kurdî jî.

Di gel vê rastiyê, rastiyeke din jî heye ku ev her du bira di pêvajoya kurdewariyên xwe da qet xwe rexne nekirine ji ber wan helwest û haletê ruhuyeyên xwe yên turk û osmaniyên wê demê da, hîç behsa wan nîvîsên „Edirne Sukûtunun Iç Yüzü“ û wan helbestên xwe nekirine.

Berê her kesî divê wan xwe rexne bikira.

Bi qasê ku ez pê dizanim her mit û bêdeng mane.  

Gelo ne ev mit û bêdengî ye ku birînê kûr dike û mîna serê kunêrekî xwe digihîjîne îro? 

____________________

(*) Bedirxan, Celadet, Alî – Bedirxan, Kamiran,  Edirne Sukûtunun Iç Yüzü

amedekar: Yüksel, Metin, weşanên Avesta, 2009, Stenbol

(1) pirtûka navborî rûpel, 45

(2) pirtûka navborî rûpel, 52

(3) pirtûka navborî rûpel, 80/81

Ocak 2019

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4

Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights