Ana SayfaÇAND HUNERBI HEZKIRÎYÊ SÎNEMAYÊ RÛMED MEDÎ RE LI SER SÎNEMAYÊ ÇEND GOTIN

BI HEZKIRÎYÊ SÎNEMAYÊ RÛMED MEDÎ RE LI SER SÎNEMAYÊ ÇEND GOTIN

 “Hevpeyivîna Nivîskarê me Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya) bi malpera Ria Taza re”

Mela Mihyedîn / Riataza

Dema Brahîm pêxember bi emrê Nemrûdî ve diavêjin nava agir, gumgumok diçe devê xwe tije av dike û bi vê tevgera xwe dixwaze bibe alîkarê Brahîm pêxember . Yên vî halê gumgumokê dibînin ji pirs dikin: “Qeweta te têra vemirandina agirî nake gelo çima ketîyî nava vê tevgerê?” Gumgumok wiha bersiv dide pirsa wan: “Ez jî dizanim qeweta min bi têra vemirandina agirî nake lê ez jî terefê xwe eşkere dikim, ev yek besî min e” Bi xêra kedkar û dildaran mirovatî tim pêşçûye û bi xêra wan lehengên li paş perdê mayî em hatine vê astê. Rûmet Med jî yek ji wan kedkar û dildaran e. Bi qasî qeweta xwenna wellehî ji qeweta xwe zêdetir li ser sînemayê û xebatên Kurdî dixebite û wekî di çîroka di gumgumokê de ew jî terefê xwe eşkere dike.

Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me

Serê pêşî, tu ji me re dikarî hebekî qala xwe û jîyana xwe bikî?

Ez li Colemêrgê ji dayîk bûme û bi eslê xwe ji Geverê me. Zarokatî û ciwantîya min bi giştî li Enqere û Wanê derbas bû û em di van salan de tenê di demsala havînê de hatibûn warê xwe. Piştî Lîseyê salekî li Zanîngeha Enqereyê di beşa “Zimanên Çaxên Qedîm: Sumerolojî” de min xwend û ji ber hin sedeman ev baş nîvî ma. Dû wê li Zanîngeha Wanê ji beşa “Bernamekarîya Radyo û Televîzyon”ê mezûn bûm û niha jî li zanîngeha xwe ya duyemîn berdewam dikin. Hin ceribandinên min ên li ser belgefîlm, senaryo û kurtefîlman çêbûn, senaryoyan dinivîsim û ev heşt salan di rûpelên hin kovar, rojname, fanzîn û malperan de; nivîs, kurteçîrok, nûçe û heyvpeyvînên min hatin weşandin. Di navbera 2017-2018’an de malperek li ser sînema û çand-hunerê avakiribûn. Di warên Sînema, Çand-Huner û Zanistê de dixebitim û van nivîsan di hin kovar û malperan de têne weşandin û nivîsên xwe li ser bloga xwe jî diweşînim.

Di dawiya meha Gulanê de pirtûka min a Çîrok-Helbest bi navê “Dilê Xwezayê” weke e-pirtûk derket.

Tu dikarî ji me re hebekî behsa bloga (https://rumetmed.blogspot) bikî? Te ev blog ji bo çi vekir û di bloga xwe de tu li ser çi dinivîsî?

Ev heşt salan bi taybetî li ser Sînemayê û Çand-Hunerê nivîs û nûçeyan dinivîsim û di gelek war û dîsîplinên jiyanê de xwendinan dikim. Bloggerî wekî Youtuberî di van salên dawî de di nava mirovan de gelek berbelav bû û him hejmarên nivîskarên blogan him jî xwendevanên wan zêdetir bûn. Hema hema qasî rojname û kovaran têne xwendin û hevbandorîyên wan jî gelek in. Digel van hêmanan ve rûpelên blogan ji bo mirovan kursîyeke serbest û azad in. Mirov dikarin dengê xwe bi awayekî rehet û hêsantir bigihînin û xwe derbirintir bikin. Min malpera bloga rumetmed.blogspot.comê, ji bo ku nivîs, gotar, nûçe, çîrok û hevpeyvînan biweşînim, vekir û tê de di gelek waran de nivîsan dinivîsim û hin caran wergerên kurt jî dikim.

Sînema ji bo te çi îfade dike?

Mirov dikare vê pirsê gelek dirêj û berfireh bersiv bide. Hunera sînema wekî ku tê zanîn li gorî huner û dîsîplînên din ên jiyanê ciwantir e û têde wekî wêne, muzîk, wêje, peyker û şano hwd. hemû hunerên din û zanistan jî dihewîne. Mirov bi saya hunera sînemayê cihên ku qet nedîtine dibîne û tiştên ku hay jê wan tune ye hîn dibe û hilmên reng û dengên wan bêhn bike. Sînema dikare bi demê re hemû sînor û pêşdaraziyan tune bike û ji bo fêmkirin, hevnasîn û ragihandina mirovan û rojevkirina pirsgirêkên jiyanê amûreke gelek girîng e. Gotineke Derhênerê navdar ê Cîhanê Jean-Luc Godardê heye, dibêje ku “Wêne rastîn e, Sînema, di çirkeyê de 24 caran rastîn e…” hevokeke rast e, Wêne û Fîlman dilê demê û xwezayê qeyd dikin û dengên rengên wan nîşan didin me, em bi saya wan gelek tiştan dibînin û di der barê wan de dibin xwedî agahî. Bi ya min sînema behreke bêserî û binî ye, pir kûr û berfireh e û mirov têde xwe winda dike û paşê jî xwe ji nû ve diafirîne û kifş dike. Ango sînema ji bo hay jê bûna xwezaya jiyanê derekî bêsînor vedike û wekî rengê biharê vedibe.

Hejmara pêşîn ya fanzîna kovara Sînemaya Serbixwe derket û cenabê te jî edîtorîya wê kir. Çîroka afirandina kovara çawa derket û hejmera duduya wê kengî derkeve?

Ez ji çend salan vir ve li ser nivîs û nûçegihanîya Sînemayê Çand-Hunerê xebitîm û dixwazim ku di der barê van mijaran de xwe bi pêş de bibim. Min berê Fanzîna Sînemaya Serbixweyê malpereke bi navê “www.sinenuce.com”ê vekir û weşana wê salek berdewam kir û mixabin ku em mecbûr man weşana malperê rawestînin û navbereke bidin. Piştî vê demê me weşana xwe li ser rûpela tora civakî de domand. Di nava vê demê de jî li ser rûpelê di der barê fîlman û sînemayê de nivîs û nûçe hate weşandin, danasîna fîlman hate kirin. Piştî demekê em fikirîn ku kovar an jî fanzîneke derbixin ku hest û ramanên xwe yên sînema û çand-hunerê bi vî awayî bînin ziman û di dawîya vê pêvajoyê de hejmara yekemîn a fanzîna “Sînemaya Serbixwe” weke e-fanzîn derket. Em xebat û weşana xwe li ser rûpel û malpera blog a Sînemaya Serbixweyê didomînin û em hêvî dikin ku dîsan di demeke nêz de bi hejmarên xwe yêm nû ve derkevin pêşberî xwendavanên xwe.

Li gorî te pênc best fîlmên kurdî kîjan in?

1- ”Rê – Yol” / Derhêner: Yilmaz Guney û Şerîf Goren (1981)

2- “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” / Derhêner: Behmen Qubadî (2004)

3- “Textê Reş” / Derhêner: Samîra Mahmelbaf (2000)

4- “Dema Hespên Serxweş” / Derhêner: Behmen Qubadî (2000)

5- “Zerê” (Zarê) / Derhêner: Hamo Beknazaryan (1926)

Li gorî te di nava fîlmên kurdan de kîjan fîlm layiqê xelata Oscarê ye?

Gelek fîlmên Kurdan tên bîra min, lê sere pêşîn fîlmê “Rê” yê Yilmaz

Guneyî li gorî min layiqê xelata Oscarê ye. Di roja me de jî fîlma “Warê

Min ê Îsotên Şêrîn” a Hiner Saleemê filmeke layiqê xelata Oscarê ye.

Li gorî te best fîlmên cîhanê kîjan in?

1- “Rê / Yol” / Derhêner: Yilmaz Guney (1981)

2- “Solaris” / Derhêner: Andreî Tarkosky (1971)

3- “La Pointe Courte” / Derhêner: Agnès Varda (1951)

4- “Journal D’un Cure De Campagne” / Derhêner: Robert Bresson (1951) 5- “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” / Derhêner: Behmen Qubadî (2004)

6- “Textê Reş” / Derhêner: Samîra Mahmelbaf (2000)

7- “Suffragette” / Derhêner: Sarah Gavron (2015)

8- “Germinal” / Claude Berri (1993)

9- “The Seventh Seal” / Derhêner: Ingmar Bergman (1951)

10- “Dema Hespên Serxweş” / Derhêner: Behmen Qubadî (2000)

11- “The Wind That Shakes The” / Derhêner: Ken Loach (2006)

12- “Germinal” / Derhêner: Claude Berri (1993)

13- “Piyanist” / Derhêner: Roman Polanskî (2002)

14- “City Lights” / Derhêner: Charlie Chaplin (1931)

15- “Shichinin No Samurai” / Derhêner: Akira Kurosawa (1954)

16- “La Double Vie De Veronique” Derhêner: Krzysztof Kieślowskî (1991)

Bi te di warê sînemayê de welatên herî pêşketî kîjan in?

Sînemayên Hindîstan, Japonya, Amerîka, Polonya û Îranê ne.Yek jî di van salên dawî de sînemayên Koreya Başûr û Mecaristanê li ser cîhanê bal dikişînin.

Di warê sînemayê de kurd li ku derê ne? Di qada sînemaya cîhanê de fîlmên kurdan di kîjan astê de ne?

Destpêka sînemaya Kurdî fîlma “Zarê” (1926) yê Hamo Beknazaryan tê qebûl kirin. Dû vê dîrokê li Ermenistana Sovyetê hin fîlmên Kurdî hatin kişandin û piştre jî bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatên cîhanê li ser çand û jiyana Kurdan filmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin û xebatên sînemayê hate kirin, lê hejmarên van fîlman kêmbûn. Di çar parçeyên erdnîgarîya Kurdan de, ji ber qedexeyan û paşdemayîna pîşesazîya sînemayê (di wateya Endustrî de), derhêner û sînemavanên Kurd li gorî welatên ku endustrîyên wan hene di dîrokeke piçekî dûr de xebatên xwe dest pê kirin. Di van salên dawî de hejmara filmên Kurdî zêdetir dibe, kurtefîlm, belgefîlm û filmên dirêj ên Kurdî di mîhrîcanên filman de tên nîşandayîn û di bernemayên festîvalan de xelatan werdigirin û dengê xwe radigihînin cîhanê. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Samîra Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhênerên û sînemavanên navdar derketin. Di salên dawî de bi taybetî li başûrê welêt endustrîya fîlman pêk hatiye û geşedan û pêşveçûna xwe didomîne û li welatê û li cîhanê festival û rojên fîlmên Kurdî têne lidarxistin.

Têkilîyek çawa di navbera sînema û wêjeyê de heye?

Sînema weke “Hunera Heftemîn” tê binavkirin û di dîroka mirovahiyê de li gorî hunerên din ciwan e. Sînema di sîwana xwe de, wekî; Muzîk, Wêje, Wêne, Şano û gelek hunerên din jî dihewîne û wan dike parçeya çavkanî û hebûna xwe. Li ser cîhanê senaryoyên gelek fîlman bi çîrok an jî romanan hatiye pê û di warê sînemayê de lêanînên wêjê cihekî gelek girîng û diyarker digirin. Hunera sînema bi wêje û huner û zanistên din ên jiyanê ve xwe xurttir û xuyatir dike.

Gelo kurd wê kengî bi zimanê xwe fîlmên dublaj û fîlmên bi binnivîsa kurdî temaşe bikin?

Ev mijar bi endustrîya fîlman ve girêdayî ye. Li ser cîhanê welatekî bi endustrîya fîlman û sînemayê ve pêşveçûna xwe didomîne û di vî warî de endustriyîbûn: kişandinên fîlman, fîlmên dublaj û binnivîs jî zêde û cur bi cur dike. Lê di van salên dawiyê de bi bandorê geşedan û pêşveçûnên teknolojî ve ev rewş hêsan bûye û fîlmên serbixwe jî hîn bêhtir têne kişandin. Digel van rewşan dîsa jî ji bo sînemayê endustîya fîlman pêwîst e. Di van salên dawî de endustrîyek li başûrî bi taybetî bi zaravayê Soranî pêk hat û gelek fîlmên biyanî bi dublaj û binnivîs ji bo temaşevanên zimanê Kurdî têne wergerandin. Di pênc parçe û welatê din ên Kurdan têde dijîn de jî gelek fîlm têne kişandin û gelek ji wan beşdarî Festîvalên li welatê û cîhanê dibin û xelatan digirin. Her wiha ji aliyê hin sînemahezan malpereke bi navê ”www.awirek.com” hate vekirin û têde gelek filmên Kurdî û biyanî cih digirin û malper di heman demê de filmên cur bi cur ên cîhanê weke dublaj û binnivîs amade dike û van fîlman bi Kurdî ji bo temaşevanên sînemayê diweşîne.

Çavkanî: https://krd.riataza.com/2019/06/06/bi-hezkiriye-sinemaye-rumed-medi-re-li-ser-sinemaye-cend-gotin/

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights