Ana SayfaGIŞTÎRAMAN A KURDÎ

RAMAN A KURDÎ

Çavkaniyên diroka raman û hişmendîya Kurdî heta nûha baş nehatine analîz kirin. Çima gelo? Ji ber ku tekstên nivîsandî bi Kurdî di nava civata me de zêde belav nebûne. Kesên Kurd heta nûha zêde li raman a Kurdî negerîya ne. Sîyaset a Kurdan û raman a Kurdî bi hevdu re nemeşîyane. Xweşik ji hevdu re û ji dil ne gotine rojbaş! Gelek sîyasetmedaran çavkanîyên raman a Kurdî ji xwe re zêde nekirine problem û gûh nedanê wana. Ne ku zêde, heta mirov dikare bibêje ku raman û tekstên ku hişmendîya Kurdî tînin ziman, hema hema li cem entelektuel û sîyasetmedarên Kurdan tûne ne. Ewê ku li ba wana hene jî, îro libo libo li vî alî û wî alî belav bûne.

Şerefxan CIZÎRÎ / Hemû nivîsên ê nivîskar

Gelek ji wan mirovên îdealîst û paqij ne xwedîyê derfet û desthilatdarîyê ne. Ji ber wilo jî, ev mîrasa kulturî ku em qaldikin dibin bandora hinek kesan de maye. Ev tekst û raman baş neketine nava hişmendî û dezgêhên Kurdî. Di civatê me de tov nebûne. Weke qaqileke zeîf li ser civata Kurdan ewr girtîne. Gava ku bayeke xurt dixurbile, ewrên li ser civata me zû belav dibin. Qaqilê me nikare baş me bipareze. Ji ber ku perwerdekirina mirovên Kurd li beşekî welatê me, bi hişmendî û bi zimanê Kurdî nebûye. Ramanên Kurdî xwe nexistine bin nava rûhîyeta Kurdan. Di vir de ji xwe re hêlîn çênekirine.

Perwerdekirin heta nûha bi zimanê dagirkeran hatîye meşandin. Ev alîyeke bûyere ye. Alîyê din jî ev e; çavkanîyên bîr, hebûn, raman û hişmendîya Kurdî di nava arşiv û pirtûkxanên dagirkeran de mane. Rêya ku diçe wan arşiv û pirtûkxanan jî, ji Kurdan re heta nûha hatiye girtîn. Ev rê bi hemû haweyan û ji hemû alîyan de hatiye asêkirin. Ev rê seqa bûyê. Li ser her rê yekê ji wana zebanîyeke cehnemê danîne ber devê derîyan. Ew rê yên ku diçin ser hişmendîya Kurdî, ji devê derîyan vedigerin.

Rê lêgirtin li ber entelektuelê û sîyasetmedarên Kurdan, ne tenê ji alîyê Qanûnî de hene. Lê bele ew rê lêgirtin ji alîyê akademîk û entellektuelî jî de hene. Ango dezgehên ku dikaribûn ji hemû mirovan re raman û hişmendîya objektif biafirandina, îro ji gelek alîyan de bê derfetên ekonomî û entelektuelî mane. Li ser bingêhên anti Kurdayetîye îro ev dezgêh û enstîtû ji xwe re rêk hilbijartine. Ango birevebirina wana ne li gora daxwazîyên dema moderne. Ji gelek alîyan de ew konservatîf in…

Raman û hişmendîya ku li Rojhilata Navîn dikaribû bi kêrî hemû kesan, gruban, netewan bihata, ewê bi kêrî Kurdan jî hilbet bihata. Lê belê akademî, zanîngeh, pirtûkxanê û dezgêh ên ku mirov karibû hevîyên hemdemî ji wana bike, ji alîyê hêzên serdest ve îro hatine xesandin. Hatine peritandin û pirtûsekî bûne. Eynî bûne weke pisîkên bin menqelan! Mirovan aciz dikin û bi kêrî tiştekî jî nayên…

Gelek ji van dezgehên hanê îdeolojîya nasyonalîstî û nejatperestîyê diafirînin. Bizre dijminayetî ye di nava gelên Rojhilatê de diçînin. Mirovan ji gelek alîyan de fahmkorî dikin. Dixwazin rastîyên civatî û kulturî binixûmînin. Kurdan û pirsgirêkên wana naxwazin bi haweyeke rastî û nûjen nasbikin. Tenê li gora xeyalên ku di serê wana de hene li kultur û ramana Kurdan temaşe dikin. Ev dezgeh li gora nasname û pîvanên nasyonalîzma Tirkî birêve diçin. Dagirker jî li gora berjewendiyên xwe van dezgeh, arşîv, zanîngehan û pirtûkxanan ji xwe re bikar tînin. Li gora vê ”rastîyê” jî, ji organên dewleta xwe ya kevneperest re, sîyaset a nejatperest diafirînin. 

Be çilo em îroroj ji alîyê sîyasî de dibin bandora dagirkeran de mane, ji hela entelektuelî jî de em dibin bandora wana de diperçikin. Mamostê me bûne ji wana. Dewlemendên me bûne jî wana, hûnermendên me bûne ji wana. Ango dîkên me li ser sergoyê dagirkeran bang didin! Ne tenê welat hatîyê dagirkirin lê belê hişmendî û mejîyê Kurdan jî hatiye dagirkirin. Ava ku aşê me digerîne ji nava çemê dagirkeran derdikeve. Hemû çavkanîyên me ji alîyê dagirkeran ve tenê kontrol kirin. Hûtê heftserî rê li ber ava me girtîne. Teyrê sîmir îca nema karê bifire. Ji hemû alîyan de êrîşên dijwar tênê ser wî… 

Ango dagirkerî li welatê me îro bûye weke rûdaneke tevayî û piralî. Raman û qîmetên dagirkeran îro ketine bin çermê mirovê Kurd. Hemû şaxên civat û ramanwerîya Kurdan, îro serdest dixwaze wana têxin bin bandora xwe. Dagirkirina welatê me îro proseseke du alî bûye; yek ji lingên vê prosesê ji hêla fizikî de rûdan daye û ya din jî ji hela manewî de realîze bûye. Ango dagirkerî ne tene leşker, poles, dadgeh, zor û talan e, lê belê ew yeka hane perçiqandine, desenformasyone, manîpulasyone, înkarkirine, tarûmarkirine, mejîşûştine, hilweşandin û biyanikirina hişmendî û hestên netewa Kurdî ye! Derizandin û birîndarkirina şexsîyeta netewa me ye. Ji ber wilo ji Kurd di welatê xwe de biyanî bûne, mahcir bûne û berê xwe dane ziman, kultur, edebîyat û ramanwerîya dagirkerên welatê xwe! Dilê min î reben, ma we Kurdên me bi hosteyî çawa xwe ji bin vê bandora dagirkeran ya manewî xelas bikin?..

Di derheqa diroka ramana Kurdî de zanyarî, teorî, dîtin, pîvan û fantezîyên me betirîn ji hêla lêkolînvanên biyanî ve hatine afirandin. Biyanî li vê dere tê du wateyên cuda; yek, ew biyanîyên ku welatê me dagirkirine, dido, ew biyanîyên ku li derveyî Rojhilata Navîn dijîn. Hinek ji van biyanîyan him welatê me dagirkirine û him ji dixwazin ramanan ji Kurdan re biafirînin! Ewê ku li ser Kurdan du gotinên telomelo fêrbûne, di dezgehên dagirkerande dibin pispor, di rojnamê wanan de dibin niviskar, di partîyên wanan de dibin sîyasetmedar! Li ser navê Kurdan dibin xwedî kariyer û derfetên ekonomîk bidestdixînin…

Ew ji xwe re dibêjin û ew li xwe gûhdarî dikin! Hilbet gelek caran ev wilo ye! Heyrane dengê xwe ne! Weke stranbêjeke ku tenê li xwe gûhdari bike û dengê xwe tenê ji xwe re hilîne! Bi wana re qûretî, narsirsîzm, obskûrantîzm û xwenepixandin heye. Gelek ji wana heyranê hevdu ne û pesnê hevdu didin. Ji hevdu re şabaşan dikin! Dibêjin; ma kî weke me heye gelo? Ma em xweşik in an hûn? Hemû kes bi me karin û em ji bi Kurdan dikarin. Hemû kes me diçewsînin em û ji Kurdan diçewsînin. Hemû kes ji me pêşketîtirin û em jî Kurdan pêşketîtirin! Ewê ku qîma bi vê yekê naye, bila ji vir barbike! Ango Kurd bûne weke mireka wana ya nasyonalîstî ku ew porê xwe li ber dişikinin. Ji bona ku baş xwe nasbikin, ew hewcedarê Kurdan e.  Di nava wana de jî hema hema mixalifên li himberî vê ramanê tûne ne…

Veca em nûha van mexlûqatên ku ji alîyê ramanan de naşibine tu tevgerên nûjen li vir bihelin û em werin ser mesela xwe ya bingehîn:

 Berî hemû tiştî divê ramanên Kurdan xwe ji bin bandora wan ramanên dagirkerîye xelas bikin. Divê ramanwerîya Kurdan îro karibe çavkanîyên gerdûnî ji xwe re pê de bikin. Bi raman, felsefe, zanîyarî û kultura modern re, dive ramanwerîya Kurdan karibe xwe entegre bike. Bibe beşek ji cîhanê û cîhanê jî vegûhêze nava welatê xwe. Li ser hîmê Kurdayetî û hûmanîzmeke hemdemî ramanên xwe pêşbixîne. Kûm û qolosê mirovên Kurd divê rasyonalîzm û humanîzma Evrupî be. Mertalê wî Kurdayetî be, rima wî li gora ramana min Marksîzm be (li gora hinek kesên din ew dikare were guhertin) û hespê  wî jî ji zanyarîya cîhanê pêk were. Di vî warî de kî hosteye, kî mîmare, kî şagirtîye, kî pêşî bu, kî dûra bu, emê vana hemûyan ji dîrokê re bihêlin.

Bêndera me divê pêşî ji van çavkanîyên ku me qalkirin pêk were. Dûra jî divê em bêndera xwe ya Kurdayetîyê bi hevdu ra biderin! Gundî, karker, karmend, entelektûel, sîyasetmedar, hûnermend hemû bi hevdu re! Heger bayêkî xurt jî ji çiyaye Kurdistanê bê, we gavê jî, bêndera me we têra xwe ber bide!..

Ma ramana Kurdayetîyê bêyî felsefa Yûnanîyan, bêyi kultura Ronesansê, beyî felsefa dema Ronahîye, beyî zanyarîya sedsala bistan, beyî edebîyata cîhanê, beyî teorî û pratîka demokrasîyê li cîhane, bêyî raman û pratîka tevgera navnetewî ûhw, dikare tucara ber bide û bi haweyekî modern ava bibe gelo? Hilbet na! Lê belê divê ev hebûn û meyla kultur û zanyarîyê pêşî di hindûrê gele Kurd de were serifandin. Di moxila raman a Kurdayetîye re ew miras derbas bibe û bibe nan û av ji bona mirovên Kurd…

Me heta îro tene zanînên biyanîyan di derheqa Kurdan de, carna ji xwe re kirine weke pisûle. Carna di hindûrê xwe de me ew serifandine, carna em verşîyane, carna me dilê xwe bijandiyê wana lê belê ew di ber me de mane. Carna me bawerkirîye ku zanîna helî objektif ev e, lê belê em zêde bi dû rastîya van zanîna de tucara neketine. Ew zanîn û kultur gelo çiqasî rê şanî Kurdan dike îro? Me dadgêha vê prosesa hanê baş dananîye heta nûha. Ma gelo ew zanînên ku di derheqa dîrok, civat û ramana Kurdan de têne gotin, çiqasî rastin? Çiqasî zanyarî ne, çiqasî objektîfin, çiqasî girêkên hişmendîya Kurdî dikarin vekin? Me zêde serê xwe li ser wan pirsgirêkan neêşandiye heta nûha.

Hinek lêkolinvanên ku oryantalizm an jî Kurdolojî weke metod ji xwe re kirine kareke profesîyonel û pê jî dibin xwedî karîyer û derfetên ekonomîk, me daye dû şopa wana û em selawata ji hevdû re vedidin! Lê divê mirov baş zanibe ku, dinavbêna mîrasa kultur ya cîhanî de û rastîya Kurdan de, em îro karibin ji xwe re pirekê ji ramanên Kurdî ava bikin. Ew ramanên Kurdî ku em qaldikin bikaribin di cîhana îro de, ji hêla entelektuelî de, ji hêla demokrasî de, ji hêla sîyasî de, ji hêla felsefî de cîhê Kurdan baş diyar bikin. Diyar bikin ku Kurd karibin zelal pêşîya xwe bibînin û nema îca biterpilin.

Lê wexta ku mirov nikaribe pirekê tebût di wî warî de avabike, we gavê qîmeta zanebûnê ji zedê namîne. Ji ber ku zanebûn ne tenê ji bona zanebûne ye, zanebûn divê bi praktikeke civatî re helwbide ku bibe yek û rê şanî mirovên hewcedar bide. Ji ber mirov hewcedarê zanebûne ne. Zanebûn ne tenê ji bona fortane, lê belê ji bona pirsgirêkên civatê karibin werin çareserkirin, ew pewîstîyeke pratîke û civatî ye.

Gava ku mirov dilê xwe bibîjîne bîyanîyan û tenê ji bona ku mirov fortan li mirovê xwe bike, zanebûna wana bi ser hevdu de kom bike, we gavê mirov bê hişmendî dikeve nava biyanîbûneke şîzofrenîk û di warê nasnama, exlaq û armancên xwe de baş tê xitimandin…

Mirov wê gavê dibe bahleyekî zana an jî zanayekî bahle!

Ew helwest hanê di bingehê xwe de ji xwe bidûrketine, ji xwe bazdane, ji xwe fedîkirine, ji xwe nefretkirine û di dawî de biyani bûne. Ew kesên ku bi wî haweyî  ji ziman, kultur û ramana xwe bazdidin û dilê xwe dibijînin biyanîyan, di dawî de dikevin depresyonan rûhî jî. Psîkolojîya wana xerab dibe, keşkûlî dibin. Heyranê dagirkerên welatê xwe ne lê dostên xwe yên durist jî dixwazin ji civatê rakin. Bi şik nêzîkî hemû kesan dibin. Kesayetîya wana bi demê re, hêdî hêdî vedimire û xwe ji hêla nasname û netewayetîyê de, ew bi hêsanî xwe winda dikin. Tije kompleks in û weke mayineke beserî, mirov nizane, ka we li kûdere biteqin!

Di pirtûkên lêkolinvan û rewşenbîrê Efrîqanî Franzt Fanon de gelek mînakên wilo li ser mirovên reşik hene. Hilbet lêkolînvan û rewşenbîr Franzt Fanon bêtir li ser Civata Afrîkanîyan ramanên xwe tînê zîman. Lê belê ramanên Franzt Fanon bi giştî ji bona hemû gelen bindest derbas dibin. Ji ber ku ji alîyê netewayetî de bindestî her bindestî ye, çiqasî ferqê biçûçik dinavbêna bindestîyên cûrbecûr de hebin jî, weke ku em dizanin ava hemû cîhokan ber bi golan de diçe. Di dawîyê de li deverekê kom dibe. Ew helwest û ramanên hanê weke bazdanekê ji mirasa netewî dikare were nirxandin. Ango ev helwest û raman dixwazin xwe ji xwe rizgar bikin, xwe ji gelê xwe rizgar bikin, xwe ji welatê xwe rizgar bikin, xwe ji binbarê xwe xelas bikin û berê xwe bidin kozmopolitîzmeke gerdûnî. Ango gerdûneke vala û tije merteqûlk! Bêhişmendî ew dibêjin; bijî nîhîlîzm! Xwe xelaskin, me we çi ji welat û kultura xwe ye! Ma welat bi te ketîye!..

Ma ne berdevkên dagirkeran jî ji me re wilo dibêjin lo! Weke ku berê bav û kalên me jî gotibûn; rêya çûn û nehatê ye ev rêya hanê! Ewê ku ji bona berjewendiye xwe yên şexsî berbi kozmopolitîzma gerdûnî de here, ew nema tucara li xwe, li me û li tu kesî din jî vedigere. Oxira wan jî ne ya xêrê be û emrê wana jî bikesife!

Ji ber wilo jî divê mirovê Kurd li hebûn, raman û kultura welatê xwe vegere. Di vê li xwe vegerê û xwe naskirinê de ola mîrasa Zerdeşt heye, mîrasa Misilmantîyê heye, sivîlayetîya Mezopotamya û Enedolê heye, pratîka Selahedînê Eyûbî heye, Sofîzma Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî heye, serhildanên Kurdan ji Bedirxanîyan bigirin û heta Barzanîyan hene, prosesa kolonîzekirina welatê me heye, şerê navxweyî yê eşîrên Kurdan hene, edebîyata Kurdan ya devkî heye, helbestvanên welatperwer weke Cigerxwîn, Seydayê Tîrêj, Hêmin Mukrîyanî, Goran ûhw hene…

Di zimanê Kurdî de gotinên pêşîyan hene, stran û govendên Kurdan hene, edebîyat û nivîskarîya modern heye, çîrokên gelerî hene û jî hemû tîştan ji girîngtir zimanê Kurdî bi xwe heye! Ji xwe raman a Kurdî tucara nikarê bêyî zimanê Kurdî qet ava bibe û pêşkeve! Raman û hesta Kurdî beyî zimanê Kurdî ava nabe. Zimanê dayika mirovan weke ku gelek caran hatiyê ducarkirin; moxila raman û hestên mirovan bi xwe ye!

Ew çavkanîyên ku min li jor binavkirin, divê bibin bingêh ji bona pêşxistina ramana Kurdî. Hilbet ramana Kurdî weke ku me berê jî gotibû; raman a Kurdî nikare ji raman û felsefa cîhanî bê îzolekirin, ya na ew nikare baş pêş ve biçe. Lê belê ew divê bi ramanên hemdemî re, bi hemû haweyan baş entegre bibe. Bê ku ew baş entegre bibe bi cîhana ramanan re, ramanên Kurdî tucara nikarin bigîhêjin qadeke bilind. Ramanên ku li paşmayî ne ewê ne bi kêrî civata Kurdan werin û ne jî bi kêrî kesên din werin. Ramanên lipaşmayî mirovên lipaşmayî bi xwe re diafirinin û mirovên lipaşmayî jî ramanên lipaşmayî bi xwe re diafirînin. Ango ramanên li ser civata Kurdan hene divê karibin bihesanî metodên zanyarî vegûhêzin nava civata Kurdan. Hebûnên civata Kurdan jî li gora metodên zanyarî bi du hevdu re karibin têxin nava pergalekê nûjen…

Bi vî haweyî jî ji civata Kurdan re kozikên xwenaskirine ava bikin. Ango ew zanêbûnên ku di civata Kurdan de heta nûha hebûn, ew ramanên Kurdî ku em dixwazin li vir qalbikin, ji xwe re sistemên mantiqî, avanîyên civatî, helwestên netewî, tevgirêdanên kulturî û ramanên berjewendîya netewayê Kurd bikaribin biafirînin. Kesên ku ji bona tevgera gelê Kurd têkoşînê bidin, berîya hemû tîştî, divê bi wan ramanan werin xemilandin. Li ba wana hesta netewî çêbibe, weke ku sosyolog Ismaîl Beşîkçî gelek caran gotîye; li ba Kurdan hesta netewî an tûneye an ji gelekî qelse. Hesta netewî divê li ba kurdan bibe beşek ji nasnama wana. Ew ramanên Kurdî ku em li vir qala wana dikin karibin bi kesayetîya Kurdan re bibin yek û bibin weke nasmayeke netewî ji bona hemû welatparezên Kurdan.

Hesta netewî ya Kurdan bi vî haweyî divê ava bibe. Ev ditîn û ramanên Kurdî divê berîya hemû tiştan weke xweparastinekê dîrokî û kulturî werin fahmkirin. Di van ramanan de divê rê û rêçik ji nasyonalîzm û nejatperestîye re qet tune be. Yan na emê jî bêhemdê xwe bibin weke dagirkerên welatê xwe. Hest û exlaqê paqij we gavê dilewite. Hemû tişt tevlihev dibin. Wê gavê weke ku psîkologê navdar Willhelm Reich jî dibêje; hest dibe hîsterî, dibe nexweşî û gewdê mirovan zeft dike. Ew karakterên newrotîk dixwazin têkilîyên mirovahî û rastîye hilweşînin. Psîkolog Reich ew nexweşîya hanê bi navê ”peste emotionnelle”, ango ”hestên webayî” an ji ”webaya hestan” bi nav dikir. Di civatek wilo de tevgera xerabîyê, bexiltîyê, xwenepixandinê, quretîyê û çavnebarbûnê dibin qîmetên helî sereke. Mirov bahwer dikin ku hemû kes derewan dikin, hemû kes hevdu dixapinin, hemû kes bi hevdu re xayintîye dikin! Danûstandinên mirovan weke lîstikek şano tê nirxandin. Di vê lîstikê de tiştekî rast tûneye, rastî tenê weke desthilatdarî, tac û derftên ekonomî tê şîrovekirin. Xulamtî ji desthilatdarî weke rastiyeke exlaqî dihatê nirxandin. Sosyologê navdar Mills ji wan kesên wilo re digot “zilamên desthilatdarîye.” Gelek kes wilo bahwer dikin û ji ber vê yekê jî çavê xwe bi lez li hêz, derfet û desthilatdarîyê digerînin. Danê ser şopa mamoste xwe Makyavellî… Ji ber ku qîmeta helî mezin di civate de, ji bona wana hêz e, desthilatdarîye û meznahîye. Nirxên din ji bona wana vala ne. Di nav wan qîmetan de, ji bona wan kesan nirxên civatî tune ne. Ew dixwazin mirovan ji bona berjewendîyên xwe manîpule bikin! Ne mirovantî, ne azadî, ne rizgarî û ne jî demokrasî, wana qet têr nakin. Ji bona ku ew bigîhêje wan armancên xwe yên ”biçûçik”, li hemû deveran pesne xwe dide, hebana xwe vala dike û aqilê xwe ji diavêje ser sergoyan! Bahwer dike ku hemû kes bêaqile! Mirovên ku para xwe ji vê nexweşîya hestên webayî girtibe, her gav ji aqil, mantiq û zanyarî yê direvin! Ew betirîn xwe dispêrin hestên desthilatdarîyeke teng, gelacîya kesên bikêrhatî, derewên sipî, kurtepisteke vala, ramanên tarî an jî nejatperestîyeke qûre, an jî dibe qolê desthilatdarî ye. Kî bi hêz be hevalê wana ye, kî xwedî desthilatdarî be hevalê wana ye!

Divê mirov baş zanibe ku desthilatdarîyeke çavsor û nejatperestîyeke qûre bi kêrî Kurdan qet nayê. Kurdan ji van ramanên desthilatdarî û nejatperestîye gelekî kîşandine. Felsefa desthilatdarîyeke çavsor û bê ramanên dilovanî, xwenepixandineke weke dîkê elokan û qûretîyekê beexlaq bi kêrî netewa Kurdan naye. Lê divê mirov dîsa baş zanibe ku; mafê hemû gelên cihanê çi bin, divê mafê Kurdan jî ew bin! Netewa Kurd, ji hêla mafên netewî de,  ne ji tu netewê din biçûçiktire û ne jî ji tu netewa yên din mezintire. Kurd ji weke hemû netewên cihanê divê xwedî mafên netewî bin. Di vê pirsgirêka hanê de tu daxwazîyên Kurdan yên beloq tûne ne. Cîranên me xwedîya çi mafên netewî bin, divê Kurd jî bibin xwedîyê wan mafan. Raman a Kurdî jî dîve hêza xwe ji vê rastîyê bigire. Li ser hime wekheviye ava bibe.

Weke ku gelek caran hatîye gotin; xwîn bi xwînê nayê şûştin. Dermanê nexweşîyê ne nexweşîye. Dermanê çewisandinê ne çewisandine. Xerabî bi xerabîyê rast nabe. Xwarî bi xwarîyê rast nabe… Ma dagirkerî bi dagirkêrîye çareser dibe? Dermanê dagirkerîyê azadî û wekhevîye. Netewa Kurd îca nema dixwaze weke kolan li cîhanê bijî. Ji ber ku, ji bona netewa Kurd jî, îca azadî û wekhevî ji hemû tiştên din girîngtire bûye. Dermanê nezanîyê li welatê me ne nezanîye. Lê belê dermanê nezanîyê hergav zanebûn bi xwe ye. Ma sextekarî bi sextekarîyê ji hole radibe gelo?

Gava ku Helbestvan Hêmin Mukrîyanî di helbesta xwe de dibêje;

”Nakevîm xema zincîr û tenaf û dar û bendan ez

  Min qetqetî bikin, min bikujin jî hîna jî dibêjim kurd im ez.”

Hêmin ve gavê dixwaze bi hemû haweyî hebûna xwe ya netewî biparêze. Li vir Hêmin di ramanên xwe de çavsorîyê nake, weke çavsoran, qûretîyê nake, weke qûreyan, xwe nanepixîne, weke nepoxan, netewayên heremê biçûçik nake, weke Ereb, Faris û Tirkan, xwe jî kesî mezintir nabîne. Tenê li vir ew, li ser nasnameya netewî xwedî bahwerîye û li ve derê helwesta xwe ya ku li miqabilî perçiqandinê heye tînê ziman. Ji xwe ev yeka hanê jî weke ku tê zanîn mafê hemû kes û netewa ye.

Weca raman a Kurdî divê li ser hîmê helwesteke pozitîf were avakirin. Xwe ji cîhana derdora xwe îzole neke. Evîndarê welatê xwe be. Li ser hîmê wekhevî û azadîyê, ev avanîya Kurdan were damezrandin. Şax û perê xwe jî li gora van qîmetên ku me li vir anîn ziman, belav bike. Dibin hemû nihîtên xamê berîyê de, ew divê hergav li cewher a dilovanî û mirovantîyê bigere. Di bingehê raman a Kurdî de divê hertim xweparastin, hûmanîzm û evîna mirovantîye hebe…

Sosyalist Mezopotamya / Şubat 2020 / Sayı: 7

Tüm sayıların PDF formatları aşağıda

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 1 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 2 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 3 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 5 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 6 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 7 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights