Tifaqa Kurdistanî…

Nivîs: Şerefxan Cizîrî

Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar 12, Pûşper 2022

Rewşa ku gelê Kurd îro dijî, derûniya ku netewa Kurd tê re derbas dibe, travmayên ku gelê me jiyaye, bi rastî barê civaka me roj bi roj girantir dike. Weke encam, êş û azarên ku ji hemû Kurdan re hevbeş in, bi xwe re hinek armancên hevbeş jî derdixînê pêşberî siyaseta Kurdî. Tekez ji bona doza mafên kolektif, pêşeroja gelê Kurd, bi hevdû re siyaseta tifaqên mayînde li ser tevgera Kurdan ferz dike. Ev tekez kirin pêwistîyeke dîrokî ye, civakî ye û netewî ye. Divê tifaqa Kurdan çilo û çawa be jî tekez li ser nirxên netewî were ava kirin. Ji ber ku nirxên netewî nirxên hebeş in. Avakirina tifaqên netewî ji bona Kurdan nirxekî payebilind e. Di doza netewî de wêneyên bi hevdû re moralê gelê Kurd berz dike. Ji ber vê yekê jî divê em bi hevdû re vê tifaqa Kurdan bi lezgînî bihûnin. Piştre jî, em bi hevdû re dikarin bigîhêjin armancên xwe yên hevbeş û Kurdewar. Wê gavê rê û derfetên siyasî li ber me vedibin. Baş tê zanîn ku çarenivîsa Kurdan bi hevdû re dikeve nava pratika siyaseta netewî û civakî. Dîsa baş tê pêşbînîkirin ku di pêşeroja Kurdan de an barbarî bi ser dikeve an jî rizgariya netewî realîze dibe. Hilbijartina vê yekê jî bi rastî di destê me de ye… Yan emê bi pratika xwe rê li ber yekitî û rizgariya netewî vekin yan jî li himberî doza Kurdan projeyên barbartîyê bi ser dikevin. 

Dîroka mirovantîyê eşkere nîşanî me dide ku bêyî tifaqên mayînde serkeftinên bingehîn ne pêkan in. Bêyî ku em hemû hêzên ku li himberî dagirkeran tevdigerin, ji bo doza welatê xwe têdikoşin, doza demokrasi, wekhevî û azadiyê dikin, di nava navendekê Kurdistanî de, ji bona armancên hevbeş bînin cem hevdû, tu caran çareseriya pirsa netewa Kurd li seranserê Kurdistanê realîze nabe. Hemû Kurdên xwedî hişmendiyeke rasteqînî baş dizanin ku bêtifaqîya me dijminê gelê Kurd bihêztir dike. Bi vê yekê pêşî dilê dijminên Kurdan xweştir dibe, dijminên Kurdan bi vê yekê jî eşkere şa dibin. Ev dîtinên ji bona pêwistîya tifaqan hertim têne dubare kirin, lê hewldanên me heta nûha bê encam dimînin. Ji ber kêmasiyên me, berberiya navxweyî, ji ber van ditîn û hewldanan ku bê encam dimînin nivîskar Ehmedê Xanî gotibû; heke hebûna tifaqake me…

Dijberiya navxweyî di nava civaka me de keda Kurdên berxwedêr, kedkar û xwedî rûmet qanalîzeyî pirsgirêkên biçûk dike. Divê keda Kurdan bi rêbazên rasyonel bikevin xizmeta doza gelê me. Rastîya civaka me vê yekê ji me dixwaze. Enerjîya gelê Kurd bê encam gelek caran têk diçe û çareserîya pirsa hevbeş hîna ji ji me bidûrtir dikeve. Pirsa hevbeş gav bi gav û bi lez ji me bidûr dikeve û em jî bê armancên hevbeş bi dûv vê dûrketine de baz didin. Di vê bazdanê de rê û rêçikên me heta nûha baş zelal nebûne. Me gelek caran rêya sereke winda kiriyê û em ketine dûv şivîleyên ku dawîya wana baş ne diyar in. Ew şivîleyên hanê berê me didin asoyeke xumamî. Li ser wan şivîleyan xumamî jî pêşeroja welatê me Kurdistan şelûlî dibe. Bi rastî divê mirov dubara bibêje; bêtifaqî di nava Kurdan de, malkambaxî ye.

Di vê navberê re de jî, di navbêna armanc û pratika me de diwarên seqakirî ava dibin. Kurd, ji bedêla ku bi dijminê xwe re şer bikin, li dijî dagirkeran têbikoşin, di encam de bi hevdû re şer dikin. Kurd, heta nûha bûne gürê hevdû. Hevdû di gelek xalan de pîs dikin. Hevdû biçûk dikin. Hevdû vala derdixînin. Hevdû tunedikin. Mala xwe bi destê xwe xerab dikin. Bi wextê re jî bi hevdû re ji derb dikevin. Di şelişin. Rasyonalîta xwe winda dikin. Bê hêvî dibin û ji civaka xwe re jî bîyanî dimînin… Ev pêvajo jî di dawî de dîsa dikeve xizmeta dagirkerên welatê me! Tahl be jî, rastîya me ev e.

Ew rastîya hane di hemû dîroka gelên bidest de eşkere xuya dike. Dîroka mirovatîyê bi rastî dîtyarê vê rastîyê ye. Heta nûha tu neteweyên li Dinyayê bêyî tifaqên mayînde nikaribûn zora dagirkerên xwe bibin, welatê xwe azad bikin. Ji ber van sedeman hemû tifaq û bi taybet jî Tifaqa Kurdistanî ji bona doza Kurdan pirsa man û nemanê ye. Heke gelê Kurd bixwaze hebûna xwe bi rastî biparêz e divê demildest tifaqa xwe saz bike. Ew tifaqa mayînde wê hêviyên nûwaze di nava gelê Kurd de gûrtir bike.

Tifaqa Kurdistanî hilbet nê tenê ji bona partî û komikên siyasî ye. Ev tifaq pêşî di nava rêxistinên siyasi de pêwist e. Ev jî rast e. Divê bê kirin. Bêşik divê pêşî yêkrêziya siyasi ava bibe. Hevbeşbûneke netewî pêşî û piralî divê ava bibe. Lê di nava Tifaqa Kurdistanî de divê em karibin Qadroyên Kurdan yên ku di civaka me de çalakin, çi di nava partî û komikan de bin û çî jî li derveyî rêxistînên siyasi bin, bînin cem hevdû. Divê ev qadro li hevdû bibanin. Divê hevdû baş nas bikin. Divê amintî û bahweri di nava qadroyên Kurdan de gav bi gav geş bibe.

Baş tê zanîn ku di nava komikên siyasî de gelek mirovên nekirkêr hene, fitne û fesadîyê dikin, belaş li otobusê siwar bûne û xwe dibin siya rêxistinan de vedişêrin. Bi kêrî karûbarên hevbeş nayên. Têne ketine dûv berjewendiyên xwe şexsî û hew. Ma bav û bapîrên me negotibûn; hinek yên nan in û hinek jî yên can in! Di vê babeta siyaset a Kurdan de her kes baş dibine, baş dizane ku derpîyê hinekan êdî şemitiyê û kûna reş û sipî jî kifş bûye! Tevgerên Kurdan û qadroyên siyasî hemû jî hevdû baş nas dikin… Siyasetmedarên me hevdû baş nas dikin… Her kes dizane ku dew birayê mêst e! Kî bi kêrî çî te baş diyar bûye. Ma wê qet bihistîyê ku ji şeliman peqlawe çêbûye? Bi rastî, berfa serê çîyan hilîyayê û hemû pisîtiya ku xwe dibin berfê de weşartîbû li rastê mayê! Yên ku vê pisîtîyê naxwazin bibînin, bila herin ber garanê û dewaran biçêrînin. Wê gavê wê baştir bi kêrî civaka xwe werin!

Belê, Tifaqa Kurdistanê ne tenê divê siyasî be. Tifaq divê karibe mirovên ku ji bona doza Kurdan di hemû warên kultur, perwerde, ziman, hüner, sosyal, medya, ekonomi ûhw, di nava tevnekê de bixîne nava têkilîyên Kurdewar. Di siyaseta xwe de nasnamê û nirxên Kurdî bi pêşde bibe. Berjewendiyên welat û xelkê xwe biparêze. Di vê tevgerê de her kes li gorî zanebûna xwe, her kes li gorî jêhatbûnba xwe, her kes li gorî derfetên xwe xizmetê ji doza netewî re bike.

Ma Karl Marks negotıbû; heta nûha hemû fîlozofan Dinya şîrovekirine lê ya baş divê em Dinyayê biguherînin. Belê, me Kurdan jî, piştî Ehmedê Xanî gelek caran tifaqa Kurdan nîqaş kirine, şîrove kirin, proje çêkirina lê heta nûha Tıfaqa Kurdistanî ya mayînde ava nebûye. Ev bi rastî kêmasiyeke mezin e. Divê em Kurd vê mentalîteya nekirkêr, bê berhem û zexel îca biguherînin.

Mirovên zana hemû jî baş dizanin ku aqilê sivik û barê giran qet li hevdû nakin. Ji ber wilo jî divê Tifaqa Kurdistanî karibe li gorî jêhatbûna kesan kar ji wana bixwaze, xizmetê ji wana bixwaze, alikarıyê ji wana bixwaze. Her kes li gorî jêhatbûn û zanebûna xwe di nava çalakiyan de cîh bigire. Karên ku hinek kes nikaribin pêrabin jî, bi biryarên rêxistinî û siyasî bar li wan kesan neyê kirin. Divê em ne li gorî kesan karan saz bikin, divê li gori karan em mirovên rast peywirdar bikin. Qadroyên rast û mirovên ku xwediyê exlaqekî hevkarîyê ne bixin ser karên ku civaka me jê sûdê bigire. Gava ku em vêna nekin, xitimandin, têrnekirin, bikêrnehatin û kûrtêlxwûrî derdikeve pêş. Hilbet, ew helwesta hanê bi xwe re dikare zexeliyek derûnî jî pêde bike. Ev rewş ji bona gelek mirovan dikare bê hêvîtiyê bi afirîne. Bê hêvîtî di civaka me de piralî belav bibe. Şax û perê xwe berde nava laşê civaka Kurdan.

Em dizanin ku li ser navê rêxistinan gelek mirovên nêkirker dibin slogan û ramanên sivik de xwe vedişêrin. Wê gavê jî hilberîna fikir, pratîk, afirînerbûn, fedakarî li paş dimîne, dikeve nava lingan. Di vê navê re qûretiyên vala, gotinên qelew, canbazî û manîpulatorî derdikevin pêş. Ev ji bi rastî zerarê dide doza hevbeş. Siyasetmedar û “qadroyên wisa” bi wextê re dibin; “nanxwûrên cilqetin,” ango zanin nan bixwûn û zanin cilan biqetînin, qûretîyan bikin û hew! Ew qet bîra parvekirinê, nefs biçûkbûnê, duristbûnê, dilpaqijîyê û hevbeşbûnê jî nabin! Li ba mirovên wilo dil û zimanê wana qet li hevdû nake. Ango stranbêj tiştekî dibêje û tembûr jî xurfanî lêdixîne!

Di Tifaqa Kurdistanî de divê em nirxên Kurdewar derxînin pêş. Qadroyên tifaqê beriya hemû tiştî divê nefs biçûk bin. Xwe di ser hemû nirxan re nebînin. Xwe weke beşek ji xebata tifaqê binirxînin. Bi hevbeşî tevbigerin û ji nirxên navxweyî re rêz bigirin. Exlaq û nirxandinên felsefeya desthilatdarîyê divê ji xebata hevbeş bi dûr bikeve. Divê di xebata xwe de em nirxekî giranbûha bidin zanebûn, tecrûbeyên dîrokî û civakî, jêhatbûnê, afirînerbûne û tekûz bûnê. Megalomanî û tewtewetî divê ji nava me bar bike. Sextekarî û ezezîtî divê em bi avêjin ser sergoyan. Bila qadroyên tifaqê hergav eşkere ji xwe re bibêjin; min ji bona siyaseta Kurdewar, ji bona kultur, huner, edebiyat, dîrok, ziman, medya, bazirganî û hevbeşbûna Kurdan çi kiriye! Min ji bona doza welatê xwe çi kiriyê! Qadroyên tifaqê divê hergav bi dilekî paqij xwe darazinin, xwe dawşînin, xwedîyê dilekî paqij bin, tecrûbeyên tehl bêalî bikin û rêyan li ber mirovên jîr û jêhatî vekin. Di xebata siyasî û civakî de divê em hertim bixwazin doza xwe ya hevbeş xurt bikin…

Tifaqa Kurdistanî bi hemû haweyên xwe divê bibe pêvajoyeke organîk. Doz û xebata me divê tucaran nebe pêvajoyeke mekanik! Qadroyên Kurdan divê bi tevgera siyasî re, li hemû perçeyên Kurdistanê di nava têkiliyên organîk de bin. Ji ber ku doza welatê me, ji bona netewa me, ji bona dîroka me, ji bona azadî û rizgarbûna me bi rastî dozeke organik e! Kurdistan welatek e, Kurd neteweyek in û divê weke hemû neteweyên Dinyayê bigihêjin mafê xwe. Divê ev doz û xebat li ser vê têgîhiştinê pêş de biçe. Ya na wê rizgarbûna welat me bibe dîtineke xeyalî û Kurd jî roj bi roj bê hêvî bibin!

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights