Ana SayfaGIŞTÎMARKS Û MANÎFESTO

MARKS Û MANÎFESTO

Manîfestoya Komûnîst navé pirtûkek  Marks û Engels e. Manîfesto pirtûkek pirr biçûk e lêbelè pirr jî bi nav û deng e. Manîfesto, di nav xebata Marks û Engels ya entellektuelî de, dikare weke pelek ji pirtûkeke mezin were ditin. Dema ku Manifesto hate nivîsandin, tekoşîna polîtîk li hemû welatèn Ewrupa gelek xurt bû.Li gelek welatan tevgera şoreşgerî li deriyê burjuvazî dixist. Burjuvazî jî di oda xwe ya germ de ji serma diricifîn!

Şerefxan CIZÎRÎ / Hemû nivîsên ê nivîskar

Mezopotamya ya Sosyalist  / Sayı: 9

Ji gelek alîyan de Ewrûpa di guhertinên bingehin re derbas dibû. Rûwê civakê roj bi roj dihat guherandin. Di pirr beşên civakê de kapîtalîzm serweriya xwe datanî û berfireh dibû. Hemû tiştên ku ji aliyê civakî de giringiya xwe hebûn, li gora danûstandinèn kapîtalîstî dihat guherandin. Ekonomî kapitalist bû, armanca hilberînê qezenc bù û ev jî, bi taybeti ji bona bazarê weke mal dihat çékirin. Di bin van danûstandinèn bingehîn de du çinèn mezin qristalize bûbûn; proletarya û burjuwazî. Ev her dû çînên sosyal, ji bo desthilatdariya ekonomî û polîtîk li himberî hevdû têkoşîneke germ diajotin.

Tevgera çîna karker xwe li hemû Ewrûpayê organize kiribû û sazîya xwe ya navnetewî jî ava kiribû. Bi navê Enternasyonala Karkeran tevgera çîna zahmetkêş xwe bi çek û rêxistin kiribû. Parola Enternasyonala Karkeran ”Karkerên  hemû welatan bibin yek” bibû sembol ji bo tekoşina sosyalîzmê. Di vir de tiştè herî girîng ev bû; “Karkerên hemû welata bi yek bin” gotina herî dawî ya Manîfestoya Komunîst jî bû. Ev rasti nîşanî mirovan dide ku li ba Marks û Engels xebata zanyarî û polîtîk diviyabû bi hevdû re bimeşîyana. Manîfestoya Komûnîst di rastiya xwe de weke programa Enternasyonala Karkeran dihat pejirandin. Ji xwe Manîfesto jî weke xebateke kolektîf dihat dîtın. Manîfesto berjewendî ù îdeolojiya çîna zahmetkéş dianî ziman.

Hilbet aliyê Manîfesto yè zanyarî û aliyê wè yê polîtîk jî hebûn. Ji aliyè polîtîk de Manîfesto bang çîna karkeran dikir ku xwe organize bike û tekoşinê bide. Ji aliyê zanyariyè de ji Manîfesto, materyalîzma dîrokî li dema xwe û li dîroka kevnare diceriband.

Li gora Manîfesto Burjuwazî di dema pèşketina kapitalizmê de, roleki pèşverû dilîze. Burjuwazî di civaké de pirr tiştèn nûh û hêja pêk tine. Ji aliyè ekonomî de bazar dibe faktoreke polîtîk ya mezin û girîng. Burjuwazîya nûjen ji bo azadiya bazirganiyè kar dikir, hewl dida ku komînîkasyon û hèzên hilberînê pêşxîne. Bi çewsandina bazara cîhanê, îmkanên pirr welatan çêdibû ku hilberîn û konsumsiyona (mezaxtina) xwe zêde bike. Bi alîkariya burjuwazî bazara cîhanê dest pè dike ku formekî kozmopolît bigre. Globalîzekirina kapîtalîzmê bi xwe re pirr netewan û welatan dixe tevgerê û cîhanê hîn bêtir nêzikî hevdû dike. Bi başkirina teknîkê re, mirov dikarin ji aliyekî de xebata xwe bibertir û wextè karê xwe ji kurtir bikin. Bi pêşketina kapîtalîzmê re, pirr danûstandinèn sosyal, feodal û kevnare, danûstandinê malbatî û pederşahî, exlaq û danûstandinên mirovayî ji hevdû hatine qetandin û perçekirin. Di navbera mirovan de formèn nû hatine  afirandin,  li şûna dezgehèn kolektîf û feodal, dezgehên kesayetî û burjuwazî hatiye rûniştandin. Qayîşa ku di navbera hêza kapîtalîst de li dar ketiye, ji bo pirr mirovan feqiri û hejartî afirandiye. Pirr kesên xwedî pişe weke textor, hiqûqzan, zanyar, teknîsyen, nivîskar ùwh, bûne karmend ji bona burjuwazî. Kesèn pişekar bûne bêqîmet û qapanîya wan ya bi sedsalan jî hatiye wûndakirin. Armanca hemû tevgerên ekonomî bûye zêdekirina qezencê.  Ji  bo vê armancê hinek azadiyên nû pêde bûne. Kesên karker ji aliyekî de ”azad” bûye, lê belê divê karker héza xwe ya kar karibe li bazarê bifiroşe. Karker bi kapitalîzmê  re bûne “xwefiroş.”

Heza kar bûye weke malekî normal ku Ii bazara mirovatiyê dikare bê firotin. Danûstandinen kapitalistî mirov ji hevdû îzole kirine û di civakê de dûalîbûn pekanîne. Ev her du alî bûne dijminê hevdû. Li aliyeki burjuwazi tevli dewlet, qanûn, exlaq, sosyete û polîtîka xwe ve û li aliyê din jî çîna karker û hezên zehmetkeş bi feqîrtî, hejartî, birçîbûn û çewsandina xwe ve Ii miqabilî hevdû sekinîne. Burjuwazî di qesr û koşkên xwe de ne û karker ji di xanikên xwe de dijîn. Jiyana sosyal îzole kirîye. Tenê wexta kar ew herdû aliyên mirovan dikarin hevdû bibînin.

Di Manifesto de hinek gotinên zanistî û bingehîn jî hene, weke minak; danûstandinên hilberîn û hêzên hilberîn. Hêzên hilberînê qapasîteya teknikî ye, komûnîkasyon û mekine ne, kontrolkirina hêzên xwezaye ji, weke hêza hilberinê têne hejmartin. Li aliye din ji axa ku ji bo çandiniye te amadekirin, keşifkirina elektrik û paqijkirina çeman ji bo trafikê û hemû alevên ku ji bo hesankirina kar têne bikaranin, weke hêzên hilberînê têne pejirandin. Ji bo danûstandinên hilberînê jî mirov dikare wiha bibeje; danûstandinên mirovî ku li ser hîmê mal ava dibin û bandorê Ii tevahiya civakê dikin. Ev mal dikare malê feodal be, dikare malê komunal be, dikare malê burjuwazî be. Bi kurtî hemû danûstadinên ku Ii ser, danûstan-dinên mal ava dibin, weke danûstandinên di navbera qapital û keda mirovan de, weke komkirina dewlemendî û kapîtal di destê hinek kesan de, belê hemû babetên tekoşina çînayeti jî,  di rastiya xwe de weke hêzên hilberînê têne danasandin.

Bi alikariya van tiştên ku me Ii jor hejmartin jî burjuwazî di civata kapitalistî de, bandora xwe Ii ser bazarê, Ii ser febrîqa û bazirganîyê, ûhw datine.Wexta ku mirov bixwaze dîrok û civake baş fêr bibe, dive hergav  mirov van herdû têgehan Ii ber çavan bigire. Ev herdû têgeh bingeha civakê  pêktînin. Li ser vî bingehî formasyonên civakî pêktên û avaniya jorîn tê damezrandin. Di civaka berî komûnîstî de hêzên hilberînê û danûstandinên hilberînê bandor li hev dikirin û di navbera wan de hergav nakokî hebûn. Le bi avakirina civaka komûnîstî re,  nakokîya di navbera hêzên hilberîn û danûstandinên hilberîn de  dawîya  wan  tê. Di civaka komûnistî de, Ii gora ku Marks dibeje;  harmoni  di  navbera wan her du têgehan de çêdibe. Mirov bi xwe dikarin jiyana xwe organize bikin û Ii ser wê biryar bidin. Heger mirov bixwaze vê yekê bi hawayekî din bibêje, ew dê wiha be gotin; Mirov wê bikaribin dîroka xwe bi hawayekî hişmendî û azadî biafirînin. Pêşketina civakê, weke ku Marks û Engels dibêjin, ew ê ji welatê pêwistiyê derbasî welatê azadiyê bibe. Bi civaka komûnistî re ew ê pêşketin ji konaxa pêwistîyê derbasî konaxa azadiyê bibe.

Em dizanın ku civaka kapitalistî û burjuwazî bi xwe re gelek tiştên nû anibûn.Yek ji van ev bû; çîna serdest ku je re digot burjuwazî bûbû xwediye gelek dijminên nû. Li aliyekî arîstokrat û kevneperest, li aliyekî  tebeqa  navîn  û gundî ji ber hinek sebebên civakî û sosyal bûbûn dijminê burjuwazî. Van grub û çînên sosyal, bi pêşketina kapitalizmê re gelek mal, milk, hebûn, maf û berjewendiyên xwe wûnda kiribûn. Gelek ji van bûbûn qûrbanê kapîtalîzmê. Derfetên wan yên bingehîn ji meydanê hatibûn rakirin.  Dewlemendên doh, bi pêşketina civakê re bûbûn feqîrên îro…

Di heman wextê de mirov dikare di civakê de hêzeke polîtîk yê nû jî bibîne. Ew hêza nû çîna karkeran bû, kesên bê milk û mal bûn, kesên ku hêza xwe ya kar difirotin, kesên ku ji wan re tê gotin; proleterya. Proletarya jî, weke  hemû çîn û tebeqên din, ji bo  berjewendîyên xwe ya ekonomîk û sosyal li himbert burjuwazî têkoşîn dide. Di nav hemû tebeqe û çînên sosyal ku me li vir hejmartin, ew ê ku bi rastî şoreşger bû, tenê proletarya bû. Manîfesto wilo digot. Piraniya xelkê dikete nava vê qategorîyê. Proletarya, di heman wextê de daxwaz nedikir ku civakekê ji çînê nû pêk bîne. Proleterya li dijî civaka çînayetî têdikoşaya. Armancê wan ew bû ku hemû çînan ji meydanê rakin û mercên çînayetîyê ji navê hilînin. Li aliyê din mirov dikare bibeje ku, di nav çinên sosyal de ne tenê tekoşîn lê belê hevkarî jî hebû. Pirr caran burjuwazi û arîsrokratan, ji bo berjewendiyên çtnî bi hev re kar jî dikirin. Bihevrekarkirin di navbera proletarya, gundi û burjuwaziya biçûk de jî hebû. Hemû çîn û tebeqên sosyal li gora berjewendîyên xwe ji xwe re tifaq çêdikirin. Pêşketina civakê, teknolojî û felsefa nû hergav dikaribû, li gora konjuktura rojane tifaqên nû pêk bînin. Ev rastî jî normekî polîtîkayê bû.

Gelo Marks ji bo çî behsa pêşverûtiya burjuwazî dike?

Wexta ku mirov li praktîka burjuwazî temaşe bike, dikare pirr tiştên nû û pêşketî derbikevin miqabilî çavan. Burjuwazî bi rastî pirr guherandin kirin, weke guherandinên ekonomîk, polîtîk û sosyal. Ji bo mirovatîyê derfetên nû pêda kirin. Her gav daxwaz kirin ku hêzên hilberînê nûjentir bikin. Teknîk û zanistê pêşde bibin. Li himberî feodalîzmê û şahîtiyê têkoşîn dan. Daxwaz kirin ku azadiya burjuwazî ji bo hemû kesan derbas bibe. Pêşveçûn û guherandin ji bona wana bibû felsefa wan ya bingehîn. Ji ber ve yekê jî Marks behsa pêşverûtiya burjuwazi dikir û ew dipesinand. Li aliyê din ji li hemberi vê pêşverûtiyê, lîteratureke sosyalîst jî pêk hatibû. Bi navê sosyalîzmê vê lîteraturê dijîtîya pêşverûtiyê dikir. Bi piranî ev tevger di navbera hunermend, nivîskar û rewşenbîran de pêş de çû bû. Wan bawer dikirin ku sosyalîzm wiha ye. Lê Marks ji, ji bo vê tevgera literaturî digot;  kevneperest û paşverû!  Ji ber ku wan daxwaz dikirin ku çerxa dîroke bi paş de vegerînin. Kî dibe bila bibe, ew ê ku daxwaz bike ku çerxa dîrokê bi paş de vegerine, rasterast dibe kevneperest. Ev tevgera kevneperest ku di bin navê “sosyalîzma feodal, sosyalîzma burjuwaziya biçûk, sosyalizma ‘rastî’ an jî sosyalîzma burjuwazi ” xwe organize kiribû, daxwaz dikirin ku civatê bi paş de vegerînin. Wan daxwaz nedikirin ku bibin temsila çina karker. Bi gelemperî dîtinên xwe pêşkêş dikirin. Polîtîkaya wan ne zelal bû. Mirov dikare bibêje ku polîtîkaya wan hergav di qarakter û di felsefa xwe de sosyalizm, daxwazîya burjuvazi û romantîzma gundîyan dicivand…

Baş e, çima divê sosyalîst Marks û xebata wi biparezin? Marks di sala 1818’an de Ii Germanîstanê Ii bajare Trier hate cîhanê û di 1883’an de jî li Ingîlîztanê çûbû ser dilovanîya xwe. Di dema ku Marks lê jiyane bû, hemû Ewrûpa serubino bûbû. Marks bi xwe zarokê dema ronahiye bû. Baweriya wî bi pêşeroje, bi aqiI û bi zanıstê dihat. Marks tucarî bi çavê pêxembera Ii xwe meyze nedikir. Lê  mixabin  pirr kes û tevgeran xwestin Marks bikin weke pexêmber.

Encamê vê çewtîyê jî îro baş diyar e. Marks divê bi hemû hawayî ji qonaxa  pêxembertiyê  derkeve û bibe  mirovekî zanistê. Divê Marksîzm wek zanist bê pejirandin ya na ew ê Marksîzm bibe weke dîn û tevgerên dîndaran jî weke tê zanîn Ii pêxemberan digerin.

Li ba Marks hîna jî tiştên pirr hêja hene. Ev tişt dem dem tên rojev e.Yek ji van tişten hêja jî teorîya Marks ya biyanibûnê ye.  Xebata Marks Ii ser biyanibûnê wek pirtûk di 1932’an de hate çap kirin. Cara pêşi li Sovyetê di bin navê Manuskripta Ekonomî di beşa Felsefi de ev pirtûk hate weşandin. Dengê vê xebatê Ii Sovyetê, weke tê zanîn zû hate birîn. Ji ber ku bi alîkariya vê xebatê, sistema Stalînîst dihate rexnekirin. Li ser vê xebatê pirr gotûbej hatin kirin. Piştî wan gotûbêjan mirovan dest pê kirin behsa Marks e xort û Marks e gihiştî kirin. Lê di rasti ya xwe de Marks, hey Marks bû,  çi xort û çi gihişti! Hin jt ev gotûbeja kur pirrali berdewam e.

Li aliyê din, ditinên Marks li ser qapîtal û keda mirovan îro jî bi hemû hawayan rê nişanî mirovan didin. Sosyalîzm weke teorî û pratîka xelasbûne, îro piralî bûye pêwistîyeke sosyal. Dewlemendiya cîhanê divê di nav hemû gelan de bi hawayekî adiI bê parvekirin. Pirsa wekheviyê hertim aktuel e. Ji bo azadkirina mirovatiyê ji şer, barbarî ye, ji çewsandina mirovan bi destê mirovan, disa sosyalizm û îdeolojiya Marks pêwistîyek e. Ji aliyê zanistê de jî Marks dîsa xwedî gotin e. Materyalîzma dîrokî û  modela şerê çinayetî  iro  jî teorîyek û metodeke di cîh de ye. Rêbaza diyalektîk îro jî derbas dibe. Em baş dizanin ku tu dîrokzanê modern û biaqil îro nikarin bêjin ku dîrok û qeder wek hev in. Dîrok berhemê mirovan e.Ye ku dirokê dixe nava tevgerê ne Xwedê û ne ji manevîyat e. Herkes dizane ku mercên madî û hilberîna ku di civakê de tê afirandin, dibe bingeh ji bo pêşveçûna dîrokê. Weke tê zanîn danûstandin di navbera hêzên madî û hêzên manevî de hene. Dîsa mirov dikare bibêje ku kultur û ideolojî roleke mezin di civakê de dilîzin. Lê bingehê civakê ji hilberîn û mercên madî pêk tê.  Di navbera hêzên madî û hêzên manewî de bandoreke dûalî heye.Ev yek pirr eşkere ye. Di pirr alîyan de teorî û praktîka Marks rast derketibû û ew ê ku digotin Marks miriye û nema paş de te, bi rastî xapîyan.

Rast e, Marks  fizîkî, miri bû lê belê  teorî  û îdeolojiya wî di nav me de bû û riya rast nîşanî me dida.Yek jî dîtina Marks ya heli ·giring jî ev bû; kapîtalîzm hemû danûstandinên mirovî dikir danûstandinên peran. Perê diketin şûna hemû danûstandinên mirovî.

Baş e, kes dikare îro bêje kapîtalîzm ne wilo ye!? Pere, di civaka kapitalîstî de ketiyê şûna hemû cûre ideolojî, kultur û exlaq. Pere, di rastiya xwe de bûye îdeolojî bi xwe!

Li aliyê din Komûnizm hergav wek îdeolojîyeke dihate nîşandan. Lê li gorî Marks Komûnizm tucara ne îdeoloji bû. Komûnizm wek tevgereke tenê berê we bi pêş de bû. Ev tevgera berbipêşde divîyabû rewşa ku îro heye ji meydanê rakiriba. Ev yek li ba Marks pirr eşkere bû. Wexta ku Marks behsa civaka sosyalîstî û komûnistî dike, bêtirîn wek reşnivîsekê pirs derdikevê meydanê. Sosyalizm gelek caran li ba Marks wek utopya te ditin. Ez nabejim utopîk lê belê utopya. Yanî tiştekî ku li pêşiya mirova ye û dikare tişten baş di xwe de kom bike. Ji bo ku civaka sosyalist karibe tişte baş bike, dive berî pirr tiştan mercên madi yên civakê baş bistewin. Civak piralî bistew e. An na ew ê avakirina sosyalîzmê tije çewtî, beravêtîbûn, zehmetî û ecemîtî be.

Em dizanin ku heta îro li şûna sosyalizmê, weke ku tê zanîn Stalînîzm û diktatorî pêş ket. Sosyalîzma ku divîyabû li ser himê civatek sivîlayetî û kulturî ava bûbûya, milîtarîzm û dagirkerî bi pêş xist. Prensibê enternas-yonalizmê ketin nav ligan û berjewendîyên dewletê di ser hemû tiştan re hatibûn girtin…

Belê, di dema şoreşa Oktobere de, bavê Marksîzma Rusî û mamostê Lenin, Georgi Plechanov wiha digot:”Heger ev ditinên çewt bêne serî, ew ê têgeha sosyalizmê heta sedsali qredîya xwe winda bike“. Pêşketina dîroka şênber dîtinên Plechanov rast derxistin. Ji ber vê yekê ji ez dibêjim; ji bo Marksîzmeke zanîstî û sosyalîzmeke mirovî divê em dîsa li Marks vegerin.

PDF Sayfalara ulaşmak için resimlerin üzerine tıklayın

SAYI: 9
SAYI: 8
SAYI: 7
SAYI: 6
SAYI: 5
SAYI: 4
SAYI: 3
SAYI: 2
SAYI: 1
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights