Ana SayfaGIŞTÎÇima Stalînîzm?

Çima Stalînîzm?

Nivîs: Şerefxan Cizîrî

Bi taybetî tevgera çep li Kurdistanê, ji roja ku derketiye meydana siyasetê û heta roja îro jî, di hemû warên giring de Stalînîstî kiriye. Di pirsên rêxistinî de, di pirsên hunerî de, di pirsên metodolojî de, di pirsên danûstandinên polîtîk de, di pirsên netewî de, dipirsên dîrokî û kultura netewî de, di pirsên avakirina sosyalîzmê de, hergav rêbazên Stalînîzmê hatine parastin. Ramanên Stalînîstî bi hawayekî pir berfireh di nav çepên Kurdan de belav bûne. Ramanên Stalînîstî li welatê me bi hawayekî kûr heyvan girtine. Kesê ku kûranî û hûmanîzma Marksîzmê fahm nekiribe, sosyalîzm ji xwe re nekiribe felsefa jiyanê, dikare ji aliyê Stalînîstan de bi propagandayeke pirr hêsan bêne kanîx kirin.

Encamên vê yekê dikarin pir bin. Yek jî berovajîkirina dîrokî de, baş diyar e ku ji aliyê ramanî de Stalîn beriya Marks hatiye Kurdistanê. Li pirr welatan, xelkê pêşî Marks û Engels nas kirine û paşê jî Stalîn fêrbûne. Ji aliyê dîroka ramanî de ev rastî pir girîng e. Lê mirovê Kurd berê Stalîn xwendine û paşê jî bi çavekî Stalînîstî li Marks û Marksîzmê temaşe kirine. Li ser vê realîtê û problemên ku bi vê yekê ve girêdayî ne jî divê lêkolînên kûr bêne çêkirin…

Ji aliyekî de mirov dikare wilo bibêje; zanyariya nizm û kêmbûna xwendin û nivîsandinê li Kurdistanê, alîkariya pêşketin û pejirandina Stalînîzmê kiriye. Di civata me de hergav nezantî û dogmatîzma olî xwîn dane hevdû. Ji aliyekî de problemên perwerdekirina xelkê Kurd û ji aliyekî de jî sîstema kolonyalîst li Kurdistanê, ji bona mirovên me birînên kûr pêkanîne. Ev birînên psîkolojîk û kulturî ku li Kurdistanê peyda bûne û polîtîka Stalînîstî, bi hemû hawayî hevdû ji aliyê rêbazî û ramanî de timam kirine. Dogmatîzma Stalînîst û rewşa Kurdistanê ya dijwar, xwîn û jiyan dane hevdû.

Ev pirsgirêk heta niha wilo hatiye pejirandin: Li miqabilî dijwarbûna mercên Kurdistanê, dijwarîyeke Stalînîstî pêwîst bû. Li hemberî kolonyalîzmê û dijwarbûna mercên Kurdistanê, xedarbûna Stalîn wek riya xelasbûnê dihate fahmkirin. Tûjîtiya Stalîn li dijî dijminê xwe, li cem Kurdan îmajeke başiyê çêkiri bû û ev riya hanê jî wek riya rizgariyê dihat pejirandin. Lê di bingeha xwe de pirsa helî mezin jî ev bû; kî dost e û kî dijmin e? Di dîroka Kurdistanê de ev pirsa girîng hergav aktuel bûye. Gotina dost û dijmin li Kurdistanê ji aliyê semantîk de baş nehatiye şirovekirin. Têgeha dost û dijmin divê baş bê şîrovekirin. Ji aliyê civatî û îdeolojî de ev gotin divê baş bêne zelalkirin. Zelalbûna ramanî bi hêsanî zelalbûna polîtîk jî we bi xwe re tîne…

Yek jî encamê popûlerbûna Stalîn li Kurdistanê, dikare xedarbûna wî be. Xedarbûna Stalîn di warê giştî de, li himber koloniyalîzma ku li Kurdistanê heye, wek normek û pîvanekî baş hatiye dîtin. Xedariya koloniyalîst ku li pir welatan heye, wek reaksiyon, li welatên bindest xedariyek Stalînîstî derxistiye meydanê. Ev ji di dîroka gelên bindest de gelekî zelal derketiye pêşberî civakan.

Encamekî din jî dikare lawazbûna zanyariyê ya li ser Stalîn û Stalînîzmê be. Li ser Stalîn û dîroka Stalînîzmê berhemên baş li welatê me nayên naskirin. Xelkê me Stalîn piralî nas nakiriye. Polîtîkvan û rewşenbîrên ku kirinên Stalîn nas bikin û hinekî hayê wan ji dîtin û kultura sosyalîstî hebe, tu cara, bi wijdanekî rehet nikarin teori û pratika Stalînîzmê biparêzin.

Stalînîzm pir caran li cîhanê bûye alîkarê kultura xelkê serdest. Weke Tirk, Faris, Ereb, Rûsan ûhw. Xelkê serdest, di bin navê çepîtiyê de, Stalînîzm ji xwe re kirine mertal û zilmkarî li xelkê bindest kirine. Di vî warî de mînak pirin. Ma çepê Tirkan Stalînîzm ji xwe re nekirin wek Mishefa neteweparestiyê? Ma wana bi gotinên Stalînîstî piştgirtiya qirkirina xelkê kurd li Dêrsimê û gelek bûyerên din nedikirin? Ma di serhîldana Şêx Seîd de li gora wana Kemalîst ne pêşverû û xelkê kurd jî ne paşverû bû? Ma desthilatiya Stalînîstî di vî warî de tu cara rexne li van çepên neteweparêz girtiye? Li vir mirov dikare mînakan pirtir bike. Lê xelkê Kurd wek xelkekî bindest û hejar nikare tu cara zilmkariya Stalînîzmê biparêze. Qirkirin û sirgonkirina xelkê zahmetkêş dibin navê sosyalîzmê de, tu cara nikare bê paraztin. Stalîn xelkê Rûs qir kiriye û sirgon kiriye. Êdî tu kes nikare vê yekê veşêre. Ma têkiliya qirkirin û sirgonkirina xelkê zehmetkêş, bi çi hawayî dikare bi sosyalîzmê re hebe?

Tenê di navbera salên 1937-38’an de milyon û nîvek endamên Partiya Bolşevîk bi destên Stalînîstan hatine kuştin. Ma gelo li tu welatan dijminên sosyalîzmê karîbûn, ji sedî yekê ku Stalînîstan li himberî şoreşgeran kir, ew bi xwe bikin? Sîstemên faşîstî jî nikarîbûn ewqas mirovên çep û sosyalîst bidin kujtin. Eşkere ye ku armanca Stalîn ne avakirina sosyalîzmê bû.

Ji xwe sosyalîzm ji serî de çewt hatibû fêhmkirin. Ma sosyalîzm dikare bêyî mirovan ava bibe gelo? Ez naxwazim bêjim ku Stalînîzm ji kokê de xerab e û bi kêrî tiştekî nayê. Ev pirsek pirr mezin e û lêkolînên mezin dixwaze. Bi raya min başî û xerabiya Stalînîzmê piralî, hergav dikare bê şirovekirin.

Lê ez dixwazim bi kurtî li ser dîroka Stalînîzmê, li vir behsa çend tiştên bingehîn bikim: Piştî mirina Lenîn di sala 1924’an de, serokatiya Bolşevîkan derbasî destê Stalîn dibû. Di wesyetnama xwe de Lenîn, bala Partiya Komunîst di hinek bûyeran de kişandibû ser hinek problemên hindurî. Di derbara Stalîn de di wesyetnama Lenîn de pir tiştên pozîtîf tunebûn. Li gor wesyetnamê,”Stalîn kesekî zalim û qebe bû.” Ji ber vê yekê jî Lenîn dixwest ku sekreteriya giştî ya Partiya Komunîst ji destê Stalîn bê derxistin. Lê ne tenê Stalîn, serokên Boljevîkan hemûyan, nesîbê xwe ji wesyetnamê digirtin. Di rastiya xwe de Lenîn kes layiqî serokatiya Boljevîkan nedidît. Ji ber ku pirsa serokatiyê bi giştî û serokatiya Bolşevîkan jî bi taybetî hinek sixletên mirovantî dixwestin. Ev sixletên mirovantiyê û başiyê li cem tu berendamên seroktiya Partiya Komunîst pêyde nedibûn. Pir pispor û dîrokvan dibêjin ku; dîtinên ku Lenîn di wesyetnama xwe de anîbûn ziman, bûn encamên bingehîn ji bona ku wesyetnama wî demekê dirêj bê veşartin. Bi raya min ev dîtin dîtineke rast e. Ji ber ku; li gora wesyetnamê Troçkî mirovekî “hisî bû” û “îdarekar bû”, Buxarîn tu cara “diyalektîk” fahm nekiribû, Zînovyev û Kamenyev bi xwe, di sala 1917’an de, li dijî Şoreşa Oktober derketibûn ûhw. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku; endamên komîta navendî hemû xwediyên kêmasiyên mezin bûn. Ji ber vê yekê jî wesyetnama Lenîn hate veşartin. Bi veşartina wesyetnama Lenîn re kêmasiyên serokatiya Bolşevîkan jî bi hemû hawayî hatin veşartin.

Piştî ku Stalîn bû serokê partiyê, bi fen û fûtan zora hemû mixalefetê bir. Weke roviyekî fenek û kevnare mirov li dijî hevdû bi kar tanîn û bi wana weke libên tizbiyê dilîstin. Di vî warî de zîrekiya Stalîn pir hebû. Pêşiya pêşî mixalefeta çep, bi hawayekî xedar ji navê rakir. Piştre berê xwe da mixalefeta rast û ew jî ji holê rakirin. Hemû desthilata polîtîk, Stalîn di wextekî kurt de, di destê xwe de kom kiribû.

Piştî salên 1930’î û vir de, êdî Stalîn bûbû serokê “mezin”, “bêqisûr”, “bêçewtî” û”pêxemberê” tevgera komunîst ya cîhanê. Di demeke kurt de îtîatkirin ji Stalîn re kete şûna berjewendiyên çîna karker, kete dewsa prensîban û sosyalîzmê. Di dawiya dawî de jî îtîatkirin ji Stalîn re kete şûna programa partiyê. Di rastiya rastî de jî, îcar hêdî hêdî Stalîn dikete şûna partiyê bi xwe…

Piştî şoreşê di navbera salên 1917’an û 1921’an de, Bolşevîkan polîtîka prensîbên komunîzma şer didan xebitandin. Jiyana civatî û polîtîk ji ber şerê hindurî, mecbûrî hatibû mîlîtarîzekirin. Tebeqa gundiyan bi taybetî pir hejar û perîşan bû. Berhemên gundiyan yên ku zêdebûn jî, Bolşevîkan dest datanîn ser û dûre jî ew berhemên zêde li karker û leşkeran belav dikirin. Gundiyan ji vê yekê zêde tiştek qezenc nedikirin. Ji ber ku tiştên ku hebûn li ber çavan bûn. Heger wiha nebûya, ewê karker û leşker ji birçîna bimirana. Li bajaran zehmetiyên mezin hebûn.

Piştî sala 1921’an û pê da Partiya Komunîst, prensîbên polîtîka ekonomî ya nû (NEP) dane xebitandin. Ji xwe yek ji sloganên partiya Bolşevîk di şoreşê de, belavkirina erdê li gundiyan bû. Xelkê ku di erdê de kar dikirin, diviyabû bibin xwediyê erdê. Ev polîtîka ekonomî ya nû heta sala 1928’an berdewam kir. Di vê demê de pirr tişt bûne malên kesan. Ji derveyî endûstrî ya bingehîn, hemû tevgeia ekonomî kete bin destê teşebisa kesan. Tebaqa gundî bi hawayekî germ bi xêrhatina polîtîka ekonomî ya nû dikir. Di vê demê de jiyana ekonomî ruh pêdihat.

Lê piştî sala 1928’an, Stalîn weke serokê partiyê biryar da ku, erdê bi zorê kollektîvîze bike. Li himberî vê daxwaziyê gundiyan li ber xwe dan. Tebaqa gundî ne dixwest ku erd û malê xwe bide dewletê. Wê demê Stalîn biryar da ku dest bi polîtîka hişk bike û piştî vê biryarê jî, îcar dema qirkirina gundiyan destpê kiribû. Stalîn digot ku “dewlemendên xwedî erd divê weke çîn ji navê bêne rakirin”. Netîca vê biryarê hîna jî tê şirovekirin. Weke tê zanîn pirsa “dewlemendên xwedî erd kî ne?” ne ewqasî hêsanî ye. Feodal û arîstokratên xwedî erd hemû kes wan dinase. Lê belê pir kategoriyên gundî hene ku, rewşa wan ya ekonomî ne dikare weke dewlemendiyê ne jî dikare weke xizaniyê bê pejirandin. Kesên ku mitqalekî ji ekonomiyê fahm bike, dizane ku bi sedan kategoriyên ekonomî, di navbera kategoiiya dewlemend û kategoiiya xizan de hene. Di xebata kollektîvîzekirina erdê bi darê zorê de, pir kesên bêsûc hatin kuştin û sirgonkirin. Dîrokvanê ku civata Sovyetîstanê baş dinasin, navê vê guherandinê kirinê “şoreşa ji jor de”. Ango rêbazên jakoben ketibûn dewrê.

Bi alîkariya hatinên berhemên ji zîraetê, civata Sovyet hate endûstriyalîzekirin. Endûstriyalizekirina Sovyet di demeke pirr kurt de xelas bû. Prosesa ku sedsal jê re lazim bû, li Sovyetê di 15-20 salan de hate xelaskirin. Guherandin di civatê de bi tempoyeke pirr bilind û xurt meşiyabû. Ji aliyê kulturî, sosyal û ekolojîk de civata Sovyet hate çelqandin. Ji vê çelqandina civata Sovyet, nasnameyên pirr çewt derketin meydanê…

Netîca vê yekê jî civata Sovyet serobino kiribû. Bi milyonan mirov hatibûn koçberkirin, kuştin û cezekirin. Hejmara kesên kuştî heta niha jî baş nehatiye diyarkirin.

Li gora ku tê gotin û nivîsandin, Stalîn, di navbena 5 û 10 milyonan de mirov dane kuştin. Pirr dîrokvan û civaknasên ku li ser civata Sovyet û polîtîka Stalîn pispor in, ji bona polîtîka Stalîn di sala 1930’an de “polîtîka gel qirkirinê” dibêjin.

Di navbera van dîroknas û civaknasan de, hejmara kesên çep zêde ne. Weke mînak mirov dikare navê Ishak Deutscher û Roy Medvedev bibêje. Weke ku têzanîn di sala 1929’an de Troçkî hate sirgonkirin. Troçkî xebata xwe ya polîtîk li derveyî welat meşand. Di sala 1940’î de Troçkî ji aliyê sîxurê Stalîn ve hate kuştin. Pirr kesên bijarte jî partiya Bolşevîk, di navbera salên 1930 heta 1940’î bi biryara Stalîn hatin kuştin. Di nav van kesên kuştî de mirov bi hêsanî dikare rastî kesên endamên komîta navendî, endamên polîtbîro, ekonomên navdar, ûhw bibe. Pirr Bolşevikên navdar, ji ber polîtîka Stalînîst xwe kuştin. Komîta Navendiya Bolşevîkan, ji derveyî du – sê kesan, hemûyan an xwe kuştin an jî ji aliyên polîsên Stalîn ve hatin kuştin. Serokên şoreşê weke Troçkî, Buxarîn, Kamenyev, Zinovyev, Lunaçarskî û pirr kesên din, bûne goriyên şoreşa xwe. Stalîn weke mirov bi libên tizbiyê bileyîze bi wan dilîst. Kuştina van kesên navdar nîşan dide ku Stalîn hemû qîmetên şoreşê dabûn nav lingan. Desthilata Stalînîst tu pîvanên exlaqî nas nedikir. Li gor sîstema Stalînîst encamê kuştina serokê Bolşevîkan ev bûn; ew bûbûn “sîxurên burjuvazî”,ew bûbûn “dijminê xelkê” ûhw. Lê hemû kes dizane ku ev îdiana bê bingeh bûn. Dîrokvanê rûsî weke Medvedev, Petrovskî, Jakîr bi alîkariya dokumanên rûsî ev îtham hemû pûçkirin. Ji wana Roy Medvedev bi xwe şefê Enstîtûya Dîrokê li Moskova bû.

Mirov bi kurtî dikare bibêje; Stalîn di derheqê Bolşevîkên kevnare de derewên spî dikirin. Bi alîkariya metodên polîsiye, sîstema Stalînîst di derheqê mixalifên xwe de îfadeyên sexte çêdikirin. Cîhane navê Dadgeha Moskova weke cihê derewan, sextekariyan, îtham û şarlataniyan nas dikir. Dozger Virjinskî bibû sembola huqûqê sexte û parêzgerê sîstema Stalînîst. Virjinskî li cîhanê deng da. Gotinên wî weke “van kûçikan hemûyan daliqînin” bibû xof û ketibû dilê kesên mixalif li Sovyetê.

Belê. Li dijî faşîzma Hîtler Stalîn di sala 1939’an de, pêşniyaza peymanekê ji welatê rojava re bir. Stalîn bi vê pêşniyaza xwe dixwest ku hemû hêzên antî faşîst di enîyekê de bide hevdû. Faşîzm weke dijminê hemû hêzên demokrat, lîberal û sosyalîst dihate pejirandin. Li miqabil vî dijminê çavsor, pirr kesan daxwaz dikirin ku enîyek fireh û mezin bê avakirin. Lê nakokiyên ku di navbera hêzên demokrat û sosyalîst hebûn rê nedida vê yekê. Stalîn kir û nekir welatê rojava, di mijara eniyeke bi hevdû re qanîx nekir.

Paşê Stalîn berê xwe da Hîtler û di 29’ê tebaxa sala 1939’an de li Moskovayê, di bin navê Hevpeymana Molotov-Ribbentorp de, lihevhatinek bi Elmanya re îmze kir. Li gora vê hevpeymanê ewê Sovyet û Elmanya bi hevdû re şer nekiribûna. Li gora xaleke bingehîn ya vê hevpeymanê jî Ewrûpa Rojhilat hatibû parvekirin.

Di danûstandina Stalîn û Hîtler de, pirr dîrokvana qala polîtîka “reel” dikirin û ev danûstandin weke mînakek hêja derxistin pêş. Polîtîka reel hêzên weke Sovyet û Elmanya Faşîşt anîbûn cem hevdû. Polîtîka reel ketibû şûna prensîbên polîtîkayê û nakokiyê îdeolojîk. Pîvan ji meydanê rabûbûn. Qewet ketibû şûna heq û polîtîkvanên fenek jî ketibûn şûna polîtîkayeke bi sexşiyet…

Dibêjin ku; Stalîn dixwest bi vê hevpeymanê wext qezenc bike. Piştî îmzekirina hevpeymanê, ekonomiya Sovyet pêşde diçû. Stalîn welatê xwe bi çek dikir û Artêşa Sor tekûz dikir ûhw. Lê belê hevpeymana Molotov-Ribbentorp û dema aşîtiyê zêde dirêj dom nake. Di sala 1941’ê de Hîtler êrîşî Sovyetê dike. Stalîn bawer nedikir ku şer ew ê wiha zû derkeve. Hîtler fen li Stalîn kir û ew xapand. Hîtler ji xafiltî êrîşî Sovyet dikir. Li gora şahidê wê demê, Stalîn ji ber vê yekê di destpêka şer de şaş bûye û ji desthilanîn jî ketiye. Li gora dîrokvana û şahidê deme Stalîn di destpêka şer de derbasî oda xwe dibe û demeke dirêj xwe îzole dike. Ewê ku bi hemû babetî li himber faşîzma Hîtler têkoşin dide, xelkê Rûsya ye. Lê mixabin, dîsa weke pirr caran nav û şeref ji serokan re dimîne. Nêzika 20 mîlyon mirov ji xelkê Sovyetê hatin kuştin. Welat talan û wêran bû. Lê piştî şer Stalîn bû”serokê mezin” û “bavê” komunîzma cîhanê. Di dema şerê cîhanê de, pirr qumandan û leşkerê neqandî bi biryara Stalîn hatin kuştin. Kesên ku li himber taktîk û çewtiyên Stalîn derdiketin bi carekê re dihatin kuştin. Li gora dîrokvanan pirr kesên ku li Sovyetê mihacir bûn jî hatin kuştin; weke Komunîstê Mecarî Bela Kun, weke komunîstê Îranî Sultanzade, weke Komunîstê Elman Hermann Remmele ûhw. Pirr endezyar û teknîsyenên ku di endûstiiya çek de kar dikirin, hunermend û zanyarên hêja, doktor û karmendên partiyê bi biryar û daxwazên Stalîn ve dihatin kuştin, girtin û sirgonkirin. Jina Lenîn Krupskaya jî têra xwe ji destên Stalîn kişandibû.

Di dema Stalîn de xebata leşkerî pir zêde hate mîlîtarîzekirin. Kokil, nîşan û xirikên leşkerî yên ku Bolşevîkan qedexe kiribûn, ji nû de bi paş de hatin. Stalîn pir caran kokil, nîşan û xirik bi xwe vedikirin!

Ma gelo bi rastî ev polîtîka pêwîst bû? Bersiva vê pirsyarê nikare yekalî be. Dîrokvan li problemên Stalînîzmê cihê cihê meyze dikin. Dîrokvan û nivîskarên ku heyranê Stalîn in dibêjin ku ev polîtîka pêwîst bû û rast bû jî. Li gora wan diviyabû ku mirov li bûyeran wiha meyze bike; heger Stalîn ev polîtîka nemeşanda, ewê cıvata Sovyet qarakterê xwe yê sosyalîstî winda kiribana. Ji ber ku kapîtalîzm û emperyalîzma cîhanê rasta rasta dixwestin ku civata Sovyetê îzole bibe. Hêzên serdestên cîhanê kesên ajan-provakator berdabûn nava partiya komunîst û dixwestin ku sîstemê ji hindur de hilweşînin. Stalîn jî li himberî van ajan-provakatoran tekojîn dida…

Di warê ekonomî-polîtîkayê de jî heyranên Stalîn, hemû bûyerên di civata Sovyetê de bi rêk û pêk dibînin. Li gora wan xeta Stalîn riya rast û sosyalîzmê bû. Endûstriyalîzekirina civata Sovyet pêwistîyek mezin bû. Kolektîvîzekirina erdê jî li himber dewlemendên erdê hatibû kirin. Lê çewtiyên mezin ku di warê endûstriyalîzekirinê de, di warê çandinîyê de, di warê berhemiya gişti de hatin kirin, bi zanistî têne nixumandin.

Hemû kes dizane ku hejmar û statistikên ku di warê ekonomî de dihatin belavkirin, çewt bûn û tijî şaşî bûn. Ji bona hinek armancên polîtîk werin cîh, xelkê Rûs dixapandin û derew li wan dikirin. Ev aliyekî bûyerê ye.

Ji aliyê din jî dîrokvan û ekonomên Marksîst hene ku, polîtîka Stalîn bi pîvanên çepitiyê rexne dikin. Li gora van kesên sosyalîst û pispor, civata Sovyet ne hewcedarê polîtîka Stalînîstî bû. Di bin serokatiya Stalîn de endûstriyalîzekirina Sovyet çewt hate meşandin. Kollektîvîzekirina erdê bi metodên çewt hate pêkanîn. Civata Sovyet nikaribû, bi carekê re endûstriyeke mezin rake. Avaniya polîtîk û sosyal ne amade bû ji bona kollektîvîzekirina erdê. Bi alîkariya polîtîka endûstriyalîzekirina civatê û kollektîvîzekirina erdê, hevgirêdanên civata Sovyet perçe perçe dibûn. Ji ber vê yekê jî di warê polîtîk û sosyal de çewtiyên mezin hebûn. Jiyana karker û gundiyan baştir û xweştir ne bû. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku; jiyana wan ji pirr aliyan de xerabtir bû.

Em dizanın ku pirr kesên ku di refên partiyê de hatin sûcdar kirin, piştî mirina Stalîn bi hêsanî hatin rûspîkirin. Kesên ku ji aliyê Stalînîstan ve weke “sîxur” an jî “dijminê xelkê” dihatin nîşandan, di rastiya xwe de sosyalîstên hêja û xwedî bawerî bûn. Xedariya Stalîn ne ji ber “Sîxurbûna wan bû”, lê belê ji ber bawerî û ramanên wan bû. Stalîn dixwest ku bi hemû hawayî rişma polîtîka di destê xwe xîne û desthilata polîtîk li cem xwe kom bike. Ji aliyekî de hemû desthilata polîtîk li cem Stalîn kom bûbû û ji aliyê din jî de ev desthilat bi hawayekî çewt dihate bikaranîn. Mezinbûn û firehbûna desthilata polîtîk li cem Stalîn, bi xwe re xavîtiya polîtîkayê pêktanî. Partî Stalîn bû, çîna karker Stalîn bû, komîta navendî Stalîn bû, polîtbîro Stalîn bû, erê, sosyalîzm bi xwe bûbû Stalîn!

Di warê huner û edebiyatê de jî Stalînîstan çewtiyên mezin kirin. Pîvanên hunermendî û edebiyatê bûbûn pîvanên girêdanên bi Stalîn û Partiyê ve. Pirr nivîskar û hunermendên nîvçe, bi riya ku pesnê Stalîn bidin xwe ji berpirsyariya hunermendî û nivîskariyê azad dikirin. Entelektuelê bi şexsiyet cih ji wan re tune bû. Bi alîkariya xelat û bertîlan, sansur û tirsê, sîstema Stalînîst nivîskar kiribûn weke karmendên partiyê. Xebata edebiyat û hunerî bûbû weke ku mirov li restoranekê rûne û xwarinê daxwaz bike. Organên dewlet û partiyê li gora mentalîta xwe edebiyat û huner daxwaz dikirin. Azadiya huner û ramanên Marksîstî di vî warî de ketibûn nava lingan…

Ma gelo Stalînîzm temsîlî çi dikir?

Ez dixwazim ku bersiva vê pirsê li gora dîtin û zanyariya xwe binivîsinim. Li gora bahweriya min Stalîn û sîstema Stalînîst temsîlî çîna zahmetkêş nedikir. Berjewendiyên çîna zahmetkêşan tu cara nikare di dîktatoriya kesan de bê komkirin. Her çiqas Stalîn waz û kirinên xwe di bin navê çîna karker de dikirin jî, bi praktîka Stalîn darbeke mezin li dawa sosyalîzmê hat xistin. Desthilata Stalînîst ku bi taybetî ji mezinkirina dewletê û hêzên polîsiyê pêk dihat, bi demê re bû weke dîwarekî û kete pêşiya sosyalîzmê. Aparata Stalînistî îcaze nedida ku çîna zahmetkêş xwe azad organîze bikin û demokrasiya sosyalîst li civatê belav bikin. Keda karkerên Rûsî kete bêrîka birokratan, polîsan, leşkeran û berdevkên sîstemê. Jiyana karkeran ji aliyê ekonomî de baş tekûz nebûbû. Keda karkeran hate çirvirandin. Lê birokratên dewletê di nav îmkanên ekonomî de avjenî dikirin.

Ez baş dizanim ku yek jî armencên sosyalîzmê kêmkirina tixûban di navbera karên gewde û karên mejî de ye. Cudabûna di navbera xebata karê gewdeyî û karê entelektuelî de, roj bi roj di civata Sovyetê de zêde dibû. Polîtîka Stalîn ya ekonomî û endûstrî alîkarî dikir ku ferq û dûrayiya ku di navbera karkeran û entelektuelan de hebû mezintir bibe. Polîtîka Stalîn ya derve jî nebiserketî bû. Li welatên weke Grekland, Ispanya û Elmanyayê tevgerên şoreşgerî, ji ber polîtîka Stalîn ya çewt û xweparêz hatin pelixandin. Li Elmanya, polîtîka ku li himber Sosyal Demokratên Elman hate meşandin, rê ji faşîzma Elman re vekir. Weke ku têzanîn enternasyonala sisiyan û partiyên Komunîst ji Sosyal Demokratan re digotin; “faşîstên sosyal”.

Dubendî di navbera tevgera karkerî de birînên mezin pêk anîbûn. Li gora raya min Stalîn bi kirinên xwe temsîliya birokrasî û burjuvaziya biçûk dikir. Ji ber ku polîtîka Stalîn nikare tenê li gora hinek sixletên Stalîn were îzahkirin. Em hemû dizanin ku rola kesan û serokan di dîrokê de heye. Lê dîsa jî em hemû dizanin ku serok û kes di pêkanîna dîrokê de rolên pirr biçûk dileyîzin.Ew ê ku dîrokê çêdikin û pêşde dibin çînên sosyal in û girseyîya xelkê bi xwe ye. Di dawiya vê nivîsara xwe de ez dixwazim bûyereke biçûk, lê ji aliyekî de jî pirr bi mane bînim ziman: Dîrokvanê navdar Edward Carr li ser dîroka şoreşa Sovyet pispor e.Di pirtûka xwe ya li ser şoreşê nivîsandiyê de Carr behsa mezinbûna Lenîn dike û dibêje ku, piştî şoreşê rojekê ji rojan, ji bona Lenîn porê xwe biqusîne, ew diçe ser berber.Lenîn serokê şoreş û dewletê ye. Dema ku dikeve hundurê dikana berber, xelk ji ber serok radibin û dixwazin ku cîhê xwe bidinê. Ji ber ku li dikana berber dor heye. Lenîn diçe li paşiya dorê rûdinê û heta ku dora wî tê rojnama Pravda derdixe û dest pê dike rojnameya xwe dixwîne û li benda dora xwe disekine.

Lê di dema Stalîn de jî berber li malên karmend û serokên partiyê digeriyan! Di malen wana xizmet ji wan re dikirin! Ji bo wana berberên bi taybet hebûn, dikan û havîngehên bi taybet hebûn, mûçeyên bi taybet hebûn û piraniya xizmetan jî bûbûn bi taybet!

Veca bi rastî di dîrokê de serok hebûn û serok hebûn…

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 14 / Kasım 2023 (PDF)

Tüm sayıların PDF’leri için buraya tıklayın

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights