Ana SayfaMEZOPOTAMYA YA SOSYALÎSTNetewparêziya Çepgir û Rastgir

Netewparêziya Çepgir û Rastgir

Şerefxan CIZÎRÎ / Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar: 10, Tîrmeh 2021

Gava ku mirov li pratîka siyaset û ramanên kurdi di bin navê netewparêziyê de tên formüle kirin de baş hûr û kûr bibe, bi hêsanî mirov pêrgi dîtin û pratîkên cüda dibe. Di tekst û jêdarkên teorîk de tenê yêk pênasîya netewparêziyê tüneye. Ev rast e. Netewparêz ji weke hemû tevgerên fikrî li gora şert û mercên şênber formata xwe digirin, li gora rastîyên cografî û dîrokî xwe bi rêve diçe û di formasyona xwe de nasnameyeke milî û siyasî digire. Tevgera netewparêzî li ser vî bingeh şênber dibe, nasnama xwe zelal dike û xwe ji xeta tevahî jî bi hemû taybetmendî û hûrguliyên xwe cüda dike. Ango dibe xwe.

Ma hemû tevgerên siyasî û fikrî ne wilo pêşve diçin?

Mirov eşkere dibîne ku di nava miletên serdest de netewparêzî dikeve konteksteke rastgir, bi nejatperestiyê re govendê dike û xwe weke mileteke neqandî dide pênase kirin. Her gav armancên emperyal û dagirkirina xakên biyanî jî dikeve rojeva wana û gelek caran şer û pevçûn li ser wan nirxan jî bilind dibe. Hinek ji wan netewparêzan dewlemendiya xwe, malê xwe, aborîya xwe, teknolojî û zanista xwe, hêza xwe ya leşkerî, hinek jî şaristanî û ola xwe derdixin pêş û doza serwerîya cihanê dikin!

Lê gava ku mirov li ser netewparêziya miletên bindest hûr û kûr dibe, mirov pêrgî rastiyeke din dibe. Ev cûre netewparêzî ji bona wekheviya nava miletan têdikoşe. Mafê miletê xwe diparêze, qala demokrasî û azadîyê dike. Mafê statü û dewletbûnê derdixinê pêş, nejatperestiyê nake. Naxwaze xaka tu miletan dagir bike, li dijî dagirkeriyê xwedî helwest e. Xwedî li ziman, nasname û kultura xwe derdikeve…

Ango netewparêziya miletên bindest û miletên serdest di naveroka û helwesta xwe de ji hevdû cüda dibin. Di nirx û îdeolojîya xwe de netewparêziya miletê bindest helwesteke çepgir digire. Ji ber ku yên serdest her gav dijayatiyê bi nirxên hemdemî weke demokrasîyê, azadîyê, dadweriyê û wekheviyê re dikin. Ew nahelin ev nirx bi timamî realîze bibin û ji ber vê helwesta xwe jî ew dibin rastgir. Ango li dijî pêşketin û sivîlayetiyê ew dibin asteng. Ji nirx û helwestên gerdûnî, jî maf û pîvanên mirovî bidûr dikevin. Yên ku li dijî wana siyasetê dikin jî – bihemdê xwe an bêhemdê xwe- dikevin nava helwesteke çepgir.

Mantiqê dîrok û siyasetê, formasyon û şênberbûna civakan, bertek û dij derketina kolonyalîzmê bi nirxên çepgiriyê re pêş de diçe. Zanebûn, jêhatbûn, hişmendî, fikirandina li dij dagirkeriyê rengekî çepgir digire. Stratejî, hevbeşbûn, mirovperwerî, ked û dadwerî di vê tevgeridanê de şekil û şemalê xwe digire.

Mirov dikare bi haweyeke din vê rastiyê formüle bike; ne tenê li gora daxwaz xwe lê belê li gora şert û mercên dîrokî, pêwistiya pratîk -siyasî mirov dikevin nava helwestên rastgir û çapgir. Mirov bixwaze – nexwaze çapgir û rastgirî dibe encameke siyasî û derdikeve pêşiya mirovan. Pratîk û helwesta mirov çi be, qategorîze kirin jî li gora vê rastiyê formata xwe digire. Li hemû deverên dinyayê anti kolonyalîzm rengekî çepgir digire. Tu bi lev bike an neke, di pratıka xwe de tu dikeve nava helwestên ku rastgir û çapgir in. Mirov vê rastiya hanê eşkere neyîne ziman jî, pratîk dîsa li mirovan zelal mikûr tê!

Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe re, bi helwesta xwe re, bi nirx û prensîbên xwe re li hevkirî be!

Baş tê zanîn; dem hebûn liberalên Ewrûpa çapgir bûn, li dijî burjuwaziyê konservatif têdikoşandin. Dem hebûn dewletên ku bi navê sosyalizmê miletên cüda diperçikandin bibûn rastgir. Dem hebûn ku miletên bindest bi serketin û bûn xwedî dewlet lê dûra ji nirxên xwe yên bingehîn bidûr ketin û bûn rastgir. Yên ku li dijberî wana bûn jî helwesteke çepgir girtin.

Kurt û kurmancî, çepgirî û rastgirî li gora nirx, pratîk û helwesta mirovan qategorîze dibe…

Yên ku di nava tevgera Kurdan de mafê statû û dewletbûnê ji bona miletê Kurd naxwazin, ew nikarin weke çepgir bêne pênase kirin. Ev rastiyeke him teorîk e û him jî pratîk e. Li miqabilî dewleta dagirker, divê çepgir doza wekheviyê bikin, miletê Kurd ji bindest û çewsandinê azad bikin, statü û dewletbûnê ji bona miletê Kurd bixwazin. Ya na çepgirîya wana vala ye û xizmetê ji nirxên çepgir re jî nake.

Li Kurdistanê xeta netewî-demokrat bixwaze- nexwaze di nava heyvaneke çepgir de tirş dibe, tam digire, şikil digire û dikeve tênûreke Kurdewar!

Ez dipirsim; di kijan jêderk û çavkaniyên çepgirîyê de li dijî dewletbûn û serxwebûna mileteke bindest helwesteke dijberîyê heye? Ji bona mînak; Mark û Engels di Manîfestoya Komunîst de dibêjin; heta ku hemû dîk bi azadî li ser sergoyên xwe bang nedin, enternasyonalizm ne pêkan e! Ango hemû milet divê azad bibin, serbixwe bibin, bibin xwedi dewlet, bibin xwedî serwerî û li ser sergoyên xwe azad bang bidin! Mînaka helî baş ji bona vê mîjarê li Ewrûpa Polonya bû! Îdeala çepgirîyê li gora Marks û Engels di mînaka Polonya de xwe derxistibû pêş…

Wê gavê hemû milet dibûn weke hevdû, dibûn xwedi heman mafan, di nava miletan de serdestî û bindestî ji holê radibe û bi her milet bi daxwaza xwe dibû alikar ji miletên din re. Gava ku hemû milet bûn milet ji bona xwe, neketin bin zordestiya miletên din, xwedî li xak, ziman, berjewendî, welat û kultura xwe derketin,wê gave enternasyonalîzim dibe xwediyê nirxeke exlaqî û digîhajt asteke berz…

Ma bi rastî çepgirên civaka me û yên li derdora me çiqasî çepgirî baş fêm kiribûn?

Ez bi dilekî paqij, bi zanebûn û bi dengekî bilind dibêjim; çepgirê ku di prensîb de li dijî dewletbûna Miletê Kurd derkeve ne çepgir e! Rastgirê ku ji bona rizgarbûn û dewletbûna Kurdan têbikoşe, ew di dawî de dikeve nava helwesteke çepgir!

Mirovê çepgir ku ji bona dewletbûna Kurdan tênekoşe ew incex dikare bibe çeprast, rastçep, nîvco, qûrmiçî û sergêj!

Ji bona ku em bikaribin nava refên Kurdan zelal bikin, helwestên netewî xurt bikin, têkoşineke fikrî ji me re lazim e! Divê rewşa aktüel de di vê em têkoşina fikrî derxinin pêşberî raya Kurdan û refên xwe ji aliye nirxên hemdemî de tebût bikin!

Ez dizanim ku aqilekî çepgir tucara nebûye dijminê xeta netewîya Kurd, divê em bizanebin û karibin van fikir û nirxên çepgir ji nava destên sextekar û şarlatanan derxînin û wana ji bona doza netewî aktuel bikin!

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights