Ana SayfaKURDISTANARTÊŞA SÛRIYE JI PYD Ê YPG Ê DAXWAZA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ KIR

ARTÊŞA SÛRIYE JI PYD Ê YPG Ê DAXWAZA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ KIR

Hikûmeta Sûriyê daxwaza ji Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir, ku wê emanetê teslîmê Şamê bikin, ku pêştir ji ber hin rewşên taybet dabû destên wan. Mebesta Şamê ji wê emanetê jî ev e ku PYD herêman di bin kontrola YPGê de teslîmê hikûmeta Sûriyê bike.

Berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Sûriyê daxwaz ji PYDê kir, ku wê emanetê vegerîne, ku pêştir ji ber hin rewşên taybet û şerê li wî welatî, rêveberiya Şamê teslîmê wan kiribû. Ew berpirsê leşkeriyê Sûriyê wê yekê naveşêre ku mebesta wî ev e, ku herêmên di bin kontrola YPGê de teslîmê Artêşa Sûriyê werin kirin.

Piştî kontrolkirina Helebê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve, niha helwesta hikûmeta Sûriyê bi tevahî guheriye. Sûriye, serkevtina di şerê Helebê de weke serkevtineke dîrokî bi nav dike, û herwiha wê yekê weke destpêkekê bo yekalîkirina kirîza Sûriyê jî dizane.

Efserekî Artêşa Sûriyê ku nêzîkî Koşka Serokatiya Sûriyê ye, emîd Heysem Hesûn ji Rûdawê re ragihand: “Di destpêka kirîza Sûriyê de, dewletê di çarçoveya planekê de bo çêkirina komîteyên herêmî bo rûbirûbûna terorê li seranserê Sûriyê, li parêzgeha Hesekê jî komîteya herêmî hat avakirin, ku erkê wan parastina cih û deverên wan bû.”

Emîd, Heysem Hesûn herwiha got, mebesta wan ji pêkanîna wan hêzan li Hesekê ew bû ku nehêlin Tirkiye derbasî nav sînorê Sûriyê bibe û di heman demê de jî rûbirûyê çekdarên jî bibin.

Wî efserê sûrî tekez kir, ku her di çarçoveya wê plana dewletê de, di dawiya sala 2011an û destpêka sala 2012an de, wî bi xwe serpireştiya şandina karwanekê çek û teqemeniyan bo hêzên PYDê kiriye.

Heysem Hesûn destnîşan kir: “Niha Salih Muslim dixwaze qenciya me ji bîr bike, ji bilî daxuyaniya Serok Esed û Wezîrê Derve yên derbarê pêşkêşkirina alîkariyên serbazî bo YPGê, ku wê demê komîteyên herêmî bûn, min bi destê xwe çek û teqemenî ji YPGê re birine.”

Heyamek zêde bû ku hemahengiya navbera hikûmeta Sûriyê û PYDê bê arîşe bû, lê belê piştî êrişa DAIŞê bo ser Kobanî, pêwendiyên serbazî di navbera YPGê û Amerîkayê de çê bû û ew yek jî bû sedema nerazîbûna rêveberiya Şamê.

Berpirsên sûrî çend caran nîgeraniya xwe di wê bareyê de gihandin berpirsên PYDê û daxawz jê kirin, pêwendiyên xwe li gel Amerîkayê qut bikin.

Efserê nêzîk ji Koşka Serokatiya Sûriyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re got: “Ji wê dema ku PYD bûye kirrîgirtiyê Amerîkayê û di hin şeran de bo berjewendiyên Amerîkayê tê bikaranîn, hikûmetê hest bi nemerdiya PYDê kiriye, ku dixwaze xedrê li dewletê bike û li ser hesabê dewletê nifûza xwe bihêz bike.”

Li gorî gotina wî berpirsê Artêşa Sûriyê, hikûmeta Sûriyê hêj ti bertekan li hember PYDê li xwe nîşan nade , çimku niha dewlet mijûlî şerê li dijî dijbereyê ye, lê belê tekez dike: “Di dawiyê de, PYD bi xweşî be yan jî bi nexweşî be, gerek vegerin bin kontrola dewletê.”

Emîd, Heysem Hesûn diyar kir: “Ew pêştir bi rêkevtina li gel hikûmeta Sûriyê, li çend cihan hatin bicihkirin, lê belê wan ew valahiya ku li bakurê Sûriyê bi sedema şerê dewletê li gel komên çekdar çêbibû, weke derfet bi xirabî bi kar anîn.”

Vegera bo Rojavayê Kurdistanê

Piştî veguhastina çekdarên dijbereyê û welatiyên sivîl ji bajarê Helebê bo derveyê vî bajarî, niha dengoya vegera rejîma Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê bûye mijareke germ, ku PYDê li wir sê kanton ragihandine û ji aliyê encumenekê bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve tê birêvebirin.

Heysem Hesûn di berdewamiya axavtina xwe de aşkere dike, ku ew agahdarê planên dahatî yên rêveberiya Şamê ye û dibêje: “Ew herêm (Rojavayê Kurdistanê) bi emanet li cem PYDê bûn, niha dewlet dixwaze wê emanetê werbigire, erkê wan ê rûbirûbûna terorîstan niha bi dawî hatiye.”

Li gel wê çendê, lê belê Hesûn dema vegera hikûmeta Sûriyê bo herêman Rojavayê Kurdistanê diyar nekir û ew zanyarî aşkere nekir.

Niha tevahiya bajarê Helebê, ji bilî Taxa Şêx Meqsûd û 6 taxên din ên vî bajarî, di kontrola Artêşa Sûriyê de ne.

Derbarê wan tax û cihên ku li Helebê di destê hêzên YPGê de ne, Heysem Hesûn ragihand: “YPG li Helebê dixwaze ji hikûmeta Sûriyê re nîşan bide, ku ew vefadar bûn û li gel Artêşa Sûriyê li dijî komên çekdar şer kiriye, lê belê ew yek nayê wê wateyê ku ew tax di destê wan de bimînin, her ji ber wê jî daxwaz ji wan hatiye kirin, ku yekser werin kêleka dewletê û dezgh û saziyên dewletê li wan taxan werin çalakkirin û dets bi xebatên xwe bikin.”

Heta niha PYD li ser gef û hişyariyên berpirsên hikûmet û Artêşa Sûriyê yên ji bo valakirina taxên Helebê û herêman din ên Rojavayê Kurdistanê ti helwestek fermî li xwe nîşan nedaye, lê belê li gorî wan dîmenên ku ji wan dever û taxên Helebê belav bûne, alên YPGê û Sûriyê li wan cihan hatine hildan, ku YPG li wir e, ji aliyekê din ve serbazên Sûriyê jî li wan taxan tên dîtin.

Herwiha niha Rûsya di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê de bûye navbeynkar, lê belê rêveberiya Şamê bi tundî red dike, ku kanton an jî rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê bihê damezrandin.

Ew efserê Artêşa Sûriyê dibêje: “Niha hikûmeta Sûriyê ji her demekê din bihêztir e, li ser hesabê serweriya welat, ti core sazişekê bo PYDê nake ku her ji destpêkê ve erkê wê tenê rêgirtin ji komên çekdar û parastina sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê ye.”

PYD daxwaza civînê dike

Hefteya bihorî, Tirkiye, Rûsya û Îran li Moskowê bi hev re civiyan û derbarê rewşa Sûriyê de bi hev re gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê d,e Rûsya, Tirkiye û Îran rêkevtin îmzakirin, ku ji 8 maddeyan pêk tê.

Rûsya, Tirkiye û Îranê di wê rêkevtinê de tekezî li ser yekî û yekparçeyiya axa Sûriyê kirin.

Piştî wê civînê, berpirsên PYDê bo cara yekemîn daxwaza ji Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, ku bi hev re rûnin û arîşeyên xwe çareser bikin.

rudav

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights