Yekbûna Kurdan ji bo azadiyê: Riya rizgariyê | Nivîs: Abuzer Bali Han
Di zimanê Tirkî, Erebî û Farisî de li dijî Kurdan pir metelokên ne baş û Kurdan nizm dikin hene! Lê ew meteloka Tirkan çiqas ne rast be jî, ez naxwazim li ser wê goftûgo bikim! Ya rast ew e ku çi wext Kurdan şerê dibe wenda dikin şunda, ew dibêjin: “Me wûsa bikira yê baştir bûya!” Ya rast ew e, ku ji dîroka neyaran û cînarên Kurdan me dersên baş negirtine! Tirk dikanin îro jî bêjin: “Kûrdûn, Kûrdê ettiğini hiçbir düşmanı bile yapamaz!” Carekê em Rojavayê welat binêrin! Erda Kurdan hemî azad bûyî bû! Bi hezaran çekdar û pêşmergê hebûn! ABD û Îsraîl piştgir bûn! Bi hezaran leşkerên ABD bi navê CENTCOM bi çekên giran li navçeyê wek piştgirên Kurdan bûn! Mercên heyî hemî ji Kurdan alîkar bûn! Gelo ji bo çi Kurdan ew sûd û doza li gel wan wenda kirin!
Ez dixwazim çendek mînakên balkêş ji dîroka cîhanê carek dîn dubare bikim! Heke dîroka cîhanê rast be, erda Mezopotamya erdek pîroz û hêja ye! Di dîroka erdnîgariya cîhanê de Kurdistan û Mezopotamya erda (xaka) pîroz e! Li cîhanê ew warê pêşketina şaristanî (sivîlîzasyon), bi wateya xwe ya giştî, asteke bilind ya pêşketina civakî, çandî, teknolojîk û rêxistinî ya mirovahiyê û landika (beşîk) şaristaniyê ye. Li ser vê xakê gelek dewlet û împaratorî ava bûne û dawî de dîsa hatine hilweşandin! Lê li ser ew axa pîroz her dem di dîroka cîhanê de Kurd hebûne! Carna azad wek împeratorî, carna jî wek îro perçe perçe bindest mayîne!
Di Tewrata pîroz de li ser du çemên mezin agahî heye! Navê ew çeman Dîcle û Ferat, di navçeya bexçeyên Aden de dihêrikin û ew du çemên pîroz in! Xwedê ji bo peyamber Îbrahîm û nijadê wî re ew erda pîroz diyarî kirye! Ew erda ji Misirê bigir heya çemê mezin Feratê ciyekî fireh digire! Navbeyna ew du çeman ji bo mirovatiyê û şehristaniya dîroka cîhanê ewna ciyekî girîng digirin!.. Ew erda ji bo afirandina Adem Peyamber wek bexçeyên behiştê (cenet) hatiye diyarî kirin.
Li ser ew erda pîroz Peyamber Adem jî hatiyê dinê! Dîsa li wir Tofana Nuh Peyamber ku bi eslê xwe Kurd e, wek îro bi navên İraq, Sûriye û li ser erda bi navê Kurdistan li wan doran bûye! Li gorî Quran‘a Pîroz (Sûreya Hûd, ayeta 44), piştî ku Tofana Nuh qediya şûnda, keştiya Nuh Peyamber li ser “Çiyayê Cûdî” rawestiyayê. Çiyayê Cûdî li herêma Botanê, li nêzîkî navçeya Şirnexê ye. Lê belê di hin çavkaniyan de Keştiya Nuh li ser çiyayê Ararad (Çiyayê Agirî) rawestiyaye! Di van herdu ciyan de dema em têda her ew goftûgoya berdewam dike! Ew erda ku herdem wek îro lê şer heyî li gorî Qur’ana pîroz Keştiya Peyamber Nuh li ser Çiyayê Cûdiyê hatiyê rawestin!.. Di dema em tê de, ew ciyê ku wek keştî lêheyî, Kurd wî ciyî pîroz û ziyaretgeh (serdan) dipejêrin!
Ya îro mirov li ser vê mijarê goftûgo bikin, gelo armanca ew tofanê çi bû? Wê demê jî wek îro di nav şehristaniyan de her dem şer hebûye! Tofana Peyamber Nuh, ji bo cezakirina gelê Nuh bû ye! Ji berku ewna li dijî emirên Xwedê derketibûn û rêya xwe ya rast wenda kirî bûn. Nuh Peyamber ji bo rizgar kirina bawermendan û jiyana nû fermana xwe ji Xwedê girtibû. Bi kurtasî, bûyera Tofana Nuh bi axa Mezopotamyayê û taybetî bi Çiyayê Cûdî ve girêdayî ye… Li gor zanista cîhanê îro li ser bûyerên olî û li ser çar kitabên (Pirtûk) pîroz (Tevrat, Zebur, İncil, Qur’an) goftûgo nayê kirin! Lê ew erda pîroz di dema em têda dîsa bûyê qada (meydana) şer!
Kurd û Kurdistan du hebûnên girîng in! Ew bi hevûdu re hatine girê dayîn! Ew erda pîroz, roja em tê da dijîn ew, di navbeyna çar dewletan da hatiyê dabeş kirin! Ya herî girîng û ya em li ser rawestin, ne bes erda welat, Kurd di nav xwe de jî, ji aliyê dagirkeran va hatine dabeş kirin! Neyarên dagirker beşek ji Kurdan li dijî eslê xwe perwerde kirine! Bi navê dagirkeriyê ewên ku xwe firotin, ew doza dagirkeran li ciyê wan dimeşînin!
Rûspiyên Kurdan gotine: “Di Osmaniyan de dekûdolav pir in! Dema yêk têkdiçe, li ciyê wê yek dîn bikar tînin!” Dijmin ji xwe dijmin in! Îro bi navê “Osmaniyên Nû” tevgera têye meşandin, ew ji ya borî dema Osmaniyan xetertir e! Di destên wan de xeynî çekên kîmyawî û çeka herî xetere jî çeka neyar, Kurdên xwe (sîxur) perwerde dikeye! Şandina wana ya ser Kurdan bêguman yê zirarek (kareset) zêde bîne nav Kurdan! Kurdên wek neyaran re emê çi bêjin? Emê wana çawa ji neyaran cûda bikin?
Dema Kurd Kurdan bikujin, wê demê kêf kêfa neyar û Kurdên xayîn e! Çetinahiya îro li pêş Kurdan ya yekemîn heyî ji cerdevanên koruçî bêtir, ew hêza siyasî ya di bin bandora Tirkan de li dijî hebûn û azadiya Kurdan, ew Kurdên xwefiroş û yên li gel neyaran li dijî Kurdan yên şer bikin re, tevgerek netewî, yekgirtû û xurt pêwist e!
Neyaran ji salan vir de bi navê “qoruçîtiyê” ji xwe re piştgirên ji Kurdan sazkirine! Ji Kurdan bi hezaran ajan û alîkarên wan di xizmeta neyaran de ne! Piştgirên neyaran yên ku ji Kurdan hatin çêkirin, ji 50 salî virde hatine perwerde kirin! Hêz û ew çeka di dest neyaran de, ewa ku ji hêza Kurdan hatî sazkirin, ez bawer dikim ku yê zirarek mezin bide doza Kurd û Kurdistanê!
Ji bo carek dîn di dîroka cîhanê de em Kurd doza xwe wenda nekin, pêwiste ku hemî Kurden dilsoz û welatparêz bibin yek! Dema Kurd bûne yek, serketin û azadî jî, ji Kurdan re mizgîniye!
27 GULAN 2026
