Li gorî nûçeya Rûdawê Qaymeqamê Navçeya Koyê Tariq Heyderî gotiye, “Îro Sêşemê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li sînorê navçeya me hat kirin.”

Kampa Azadiyê taybet e bi malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î).
Heyva Sor a Îranê: Di encama êrişan de 555 kes mirin e
2 Adar 2026
“Kesek birîndar bûye”
Qaymeqamê Koyeyê diyar kir, “Di encama êrişê de kesek birîndar bûye lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e.”
Her weha şahidekî ji kampê ji Rûdawê re ragihand, “Ji bilî sê dronan, mûşekekê jî li kampê daye û ti sîstemên asmanî nekarî rê li ber êrişê bigire.”
Li gorî zanyariyan, yek ji dronan li nexweşxaneya kampê ketiye û karmendekî tenduristiyê yê nexweşxaneyê birîndar bûye.

Îranê Tengava Hurmuzê girt
3 Adar 2026
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Rojnews, AW

Kaynak: bianet
