Kuweyt li xwe mikur hat
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dewleta Kuweytê li bûyerê mikur hatiye. Em spasiya hewldanên hêzên parastinê yên Kuweytê dikin ku di vê operasyona berdewam de piştgiriyê didin.”
Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê, çend balafirên şer ên Amerîkayê ketine xwarê û aliyên pêwendîdar demildest dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirina pîlotan kiriye. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê da zanîn ku lêpirsîna aliyên pêwendîdar a ji bo zanîna sedemên rastîn ên ketina wan balafiran didome.
Heyva Sor a Îranê: Di encama êrişan de 555 kes mirin e
Îro 12:59
Di heman demê de Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiya ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê îdiayeke cuda kir.
Biryargehê got, “Parastina asmanî ya Îranê balafireke şer a cureyê F-15 a hêzên Amerîkayê kir armanc û xist xwarê ku dixwest derbasî nava axa welêt bibe.”
Biryargehê her wiha ragihand, “Paşmayên balafirê li nav axa Kuweytê ketine xwarê, ew jî ji ber nêzîkbûna cihê bûyerê ya li sînorên wî welatî ye.”

(AY)
*Çavkanî: Rûdaw

Kaynak: bianet
