ANASAYFAYAŞAMLi Wan, Agirî, Erzirom û Mûşê ji ber berfê dibistan rojekê hatin...

Li Wan, Agirî, Erzirom û Mûşê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin

Li bajarên Erzirom, Wan, Agirî û Mûşê yên herêmê îro ji ber berfê û rewşa neyînî ya hewayê perwerde hat rawestandin.

Li gorî daxuyaniya walîtiya Agiriyê ji ber barîna berfê li tevahiya bajêr dibistanên gundan û dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçinê, hatin girtin.

Erzîrom

Walîtiya Erziromê ragihandiye ku ji ber xeteraya berf, cemed û qermê hemû dibistanên fermî û taybet ên li navçeyên Yakutiye, Pilandoken û Azîziyeyê dibistan rojekê hatin girtin.

Wan

Li Wanê ji ber berfê karmendên ducanî, astengdar û dayîkên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê bi îzna îdarî bên hejmartin.

Mûş

Li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgira Mûşê jî ji ber berfê dibistanên gundan û dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçinê, rojekê hatin girtin.

(AY)

Kaynak: bianet

GIŞTÎ