Rêxistinên karkeran û pîşeyî ji bo 1ê Gulanê: Ev pergal bi vî awayî dewam nake

Divê hûn bixwînin

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirkiyeyê (TMMOB, Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û Yekîtiya Diransazan a Tirkiyeyê (TDB) bi hev re civîneke hevbeş pêk anîne û bernameya 1ê Gulanê aşkere kiriye. Serokên Giştî yên saziyan û endamên lijneyên rêvêber ên saziyan beşdarî civînê bûne. Civîn li Navenda Giştî ya DISKê bûye û krîza ekonomîk rojeva sereke ya civînê bûye. 

Seroka Giştî y DISKê Arzû Çerkezoglû di civînê de axiviye û gotiye: “Krîza ekonomiyê, bêkarî, zem, pandemî, deyndariyê kiriye ku li welatê me jiyana weke ya mirovan li hêlekê, her roja diçe zehmet dibe ku mirov bijî.”

Çerkezoglûyê axavtina xwe bi van gotinan dewam kiriye:

“Ev pergal bi vî awayî dewam nake. Ev pergala deraqilî ya gel mehkûmî xizaniyê, birçîbûnê, bêkariyhe, deyndariyê û bêewlehiyê kiriye, bareke li ser pişta Tirkiyeyê. 

Kesên 20 sal in welêt birêve dibin û hemû erk dane destê kesekî, nikarin xwe ji ber berpirsiyariyê bidin alî. Em ji vê rêveberiya ku pirsgirêkên xedar ên welêt ji bilî xwe bi her kesî û her tiştî ve girêdide re, dibêjin êdî bes e. 

1ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Navnetewî ya Çîna Karkeran, wê bibe rojeke ku em ê li her çar aliyên welêt hêza xwe hu coşa xwe bibin li qadan nîşan bidin. Weke li her çar aliyên cîhanê, li welatê me jî mafê karker û kedkaran heye ku vê rojê li qadên civakî, yên wan bi xwe diyar kiriye, li Stenbolê jî li Taksîmê li qada 1ê Gulanê bi coş pîroz bikin. Li vir em dixwazin careke din bibêjin ku em qebûl nakin ev mafê dadgehên netewî û navnetewî jî qebûl kirine, ji 2013an û vir ve bi awayekî kêfî dest deynin ser, qada Taksîmê ya 1ê Gulanê were qedexekirin û ji bo qedexeya qada 1ê Gulanê di serî de ji bo hemû qedexe rabin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” (HA/FD) Bianet

Verified by MonsterInsights