Xitimandina Siyasî ya Herêma Kurdistanê Kûr dibe – Partiya Zehmetkêşan hişyarî da
Piştî derbasbûna 622 rojan ji hilbijartinên 20ê Cotmeha 2024an, hîn jî rûniştina yekem a parlemenê nehatiye vekirin û kabîneya nû ya hikûmetê nehatiye avakirin. Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku ev xitimandina siyasî ya li Herêma Kurdistanê ne tenê pirsgirêkeke dabeşkirina postan e, belkû nîşana şikesteke kûr a felsefe û şêwaza hikumraniyê ye. Partiyê tekezî kir ku ji bo derketina ji vê rewşê pêdivî bi têgihiştineke nû ya li gorî guherînên navçeyê û cîhanê heye. Komîteya Navendî şeş xalên bingehîn pêşniyar kir ku di nav de parastina destkeftan, yekrêziya Kurdistanî, diyaloga avaker, têkoşîna li dijî gendeliyê û amadekirina hilbijartinên dadmend cih digirin. Partiyê bang kir ku Herêma Kurdistanê bêderbest neyê hiştin û ji bo çareseriyê berpirsiyariya xwe ya neteweyî bicîh bîne.
Daxuyaniya tevahî wiha ye:
Nêrîna Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Derbarê Xitimandina Siyasî
Di 20ê Cotmeha 2024an de, hilbijartinên xula şeşemîn a Parlemena Kurdistanê birêve çûn. Piştî derbasbûna (622) rojan li ser wê hilbijartinê hîn jî rûniştina yekem a parlemenê bi vekirî maye, ne desteya serokatiya parlemenê hatiye hilbijartin, ne jî kabîneya nû ya hikûmeta herêmê hatiye avakirin. Tevî ku navçe bi sedema bandorên şer û pevçûnan, hevrikiyê û neîstîqrara siyasî û ewlehî di rewşeke aloz re derbas dibe, eşkere ye ku bi sedema komkirina kêşeyan û firehbûna qada perçebûna siyasî û mezinkirina nakokiyên alî (lawekî) li navxwe de, Herêma Kurdistanê bi xitimandineke siyasî re rûbirû bûye. Dirêjbûna vê rewşa sekinî û encamên wê bandor li pêgeha siyasî û hikumraniya Herêma Kurdistanê kiriye.
Bi nêrîna me, ev xitimandina siyasî li Herêma Kurdistanê, ne ji ber dabeşkirina postan di navbera her du partiyên desthilatdar û avakirina hikûmetê ye, belku di bingeh de vedigere bo şikesta felsefe û nêrîna desthilatdariyê û derbasbûna şêwaza hikumraniyê. Lewma ji bo derketina ji xitimandina siyasî, beriya lihevkirin û rêkketin li ser postan û avakirina hikûmetê, li Herêma Kurdistanê pêdiviya me bi têgihiştineke waqiîbînane ji guhertina hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û cîhanê heye, bi nêrîna hevbeş û arasteyeke rast a hikumraniyê û pêngavên avaker.
Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ji ber helwestên xwe yên neteweyî û nîştimanî, hevhelwest ligel aliyên siyasî, komele û rêxistinên civaka medenî û kesayetiyên nîştimanî kar dike ji bo derbaskirina xitimandina siyasî û amadekirina keşûhewayekî guncaw û girtina arasteyeke nîştimanî ya Kurdistanî û bersivdana daxwazên xelkê. Di vî warî de tekezî li ser van bingehan dike:
Yekem: Parastina Herêma Kurdistanê û destkeftên neteweyî û demokratîk.
Duyem: Parastina yekrêziya Kurdistanî û çareserkirina kêşeyên navxweyî yên herêmê, li Herêma Kurdistanê.
Sêyem: Chareserkirina kêşeyan bi rêya diyaloga berdewam û avaker û lihevkirina nîştimanî ya hevseng, û rakirina astengiyên li pêşiya parlemenê û avakirina kabîneyeke nû ya bingeh fireh.
Çarem: Daristina stratejiyeke siyasî ya hevbeş ku van xalan li xwe bigire:
1- Dariştina nêrîneke nû bo hikumraniyê ku stûnên herêmê ji aliyê destûrî, yasayî û saziyî ve bihêz bike.
2- Dariştina siyaseteke hevbeş bo çawaniya serederîkirinê ligel dosyayên hilawistî yên di navbera herêm û hikûmeta federal de di çarçoveya destûra Iraqê de.
3- Bestina konferansekî Kurdistanî bo pirsa netewesazî û nîştimansaziyê û pêşxistina diyaloga Kurdistanî.
4- Zemînesazî bo hilbijartinên dahatû yên Parlemena Kurdistanê bi rêya ji nû ve avakirina Komîsyona Hilbijartinan li ser bingeha pîşeyî û bêlayenî, û hemwarkirina yasaya hilbijartinê û amadekirina derfeta wekhev bo hemûyan.
5- Hevdem ligel kempîna rûbirûbûna gendeliyê li Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî dest bi kempîna rûbirûbûna gendeliyê bê kirin.
6- Geşepêdana siyaseteke hevbeş di piştgirîkirina doza gelê Kurd li beşên Kurdistanê û çareseriya aştîyane.
Di demekê de ku Iraq bi qeyranên xwe yên piralî ve ber bi arasteya çareserkirina kêşeyên xwe pêngavan dihavêje, nabe Herêma Kurdistanê bêderbest di nav xitimandina siyasî de bizivire. Rizgarkirina herêmê ji vê rewşê, erk û berpirsiyariyeke neteweyî û nîştimanî ye.
Komîteya Navendî
Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
4ê Tîrmeha 2026an
