Ana SayfaGIŞTÎLI URMIYÊ 18 HEZAR XWENDEKARAN DEST JI XWENDINÊ BERDANE

LI URMIYÊ 18 HEZAR XWENDEKARAN DEST JI XWENDINÊ BERDANE

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, îsal zêdeyî 18 hezar xwendekaran dest ji xwendinê berdane, ku piraniya wan xwendekaran ji bajarê Xoyê (Kela Xwê) ne.

Rêvebera Perwerdeya Parêzgeha Urmiyê, Mehîn Menafî ragihand ku îsal tenê li bajarê Xoyê 10 hezar û 10 xwendekar ji xwendinê qut bûne.

Bi gotina Rêvebera Perwerdeya Parêzgeha Urmiyê, îsal bi giştî li vê parêzgehê 18 hezar û 323 xwendekar ji xwendinê qut bûne û beşek ji ber pirsgirêkên Coronayê bûne.

Mehîn Menafî diyar kir, hezar û 179 xwendekar li qonaxa seretayî, 6 hezar û 425 xwendekar li qonaxa navendî û 10 hezar û 719 xwendekar jî li qonaxa amadeyî ji xwendinê qut bûne.

Li gor raporta Rêveberiya Perwerdeya Parêzgeha Urmiyê, li parêzgehê 625 hezar xwendekar dixwînin ku destê zêdeyî ji sedê 15ê wan nagihe Kanala Şad.

Kanala Şad, kanaleke taybet e ku Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ji bo xwendina bi rêya online dabîn kiriye. Li gor raportên fermî, mobayla zîrek a 108 hezar xwendekaran nîne yan destê wan nagihe Kanala Şad. Ji vê hejmarê 33 hezar û 400 kes ji wan xwendekarên koçerî û navçeyên paşguhxistî ne ku eger pirsgirêka wan neyê çareserkirin hejmara dûrketina ji xwendinê zêdetir dibe.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights