Gelo pêdivî ye, ku meriv ji ber vîrûsa koronayê maskeyê bide ber rûyê xwe?
Ma jixwe di rûyê herkesî da mîna çîrokên 1001 şevê, 1001 maske ne pêcayî ne? Meriv her carê derewekî dike, maskeyekê ji wan dide ber rûyê xwe.
Kûr e. Bi derman e, bê derman e, wê nizanim.
Li gorî strana ku ji rastiya gelê Kurd derçûye, bê derman e birîn. Lewma jî lorandiye û gotiye:
Birîn kûr e bê derman e berxê min, megrî megrî, melorîne ... û wiha didome û diçe...