Ana SayfaÇAND HUNERALFABE / SOSYALÎST MEZOPOTAMYA-2

ALFABE / SOSYALÎST MEZOPOTAMYA-2

Alfabe destpêka karê hîndariyê ye. Ew pêngava yekemîn ya fîlozofî û zanistiyê ye jî.

Pêşketina huner, ol û kulturê ye. Alfabe ji nivîsên bizmarî heya îro bûye xîmên pêvajoya hînbûn û perwerdeya mirovahiyê. Kîjan civat, xelk yan jî kîjan milet, di pêngavên fîlozofî, olî û zanistiyê da çiqas li pêş bûye, yan jî di kar û xebatên hîndarî û perwerdeyê da çiqas xurt û bi berdewam bûye, alfabeya wî jî ewqas hatiye bikaranîn û bandora xwe li ser mirovahiyê çêbûye.

 

Ewdil Ararat / Hemû nivîsên ê nivîskar

 

Em kurd jî yek ji bi kok û kevintirîn civat û xelkên cîhanê ne.

Em xwediyê bîr, bawerî û olên kevn in.

 

Lêbelê biqasî wê bikokî û kevneşopiyê, em li ser ol û baweriyên xwe hêşîn nebûne. Fêkiyên me negihîştine. Berê ku bigihîjîn me ew dane talanê. Viha yan jî wiha, ji ber ev sedem yan jî ew sedemê her tim şimitîne bi aliyê ol û baweriyên din. Bi “dilsoziyeke” ji saftiyê jî wêdatir, ku xwe digihîne ehmeqîyê, me mêl daye, em teyisîne ber bi aliyên biyanî..

 

Herçiqas hin çavkanî amaje bi hin alfabeyên ku kurdan di demên olên xwe yên orjînal êzdî û zerdûştî de bi kar anîne dikin jî, gelo çend ji wan em dikarin bibêjin ku ji aliyê kurdan va çêbûne?

 

Jixwe ewqas ne girîng e jî, kîjan civat û milet kîjan alfabeyê çêkiriye û ew çiqasî tê bikaranînê.

 

Ol, helbet roleke girîng hildigire di belavbûna alfabeyê da. Lê ne roleke bingehîn e.

Heke rola wê bingehîn bûbûya li şûna latînî wê alfabeya aramî ku yekemîn încîl bi wê hatibû nivîsandin, dê îro li nivê cîhanê bihata bikaranîn.

 

Girîng ev e; ziman, raman û zanistiya wê alfabeyê çiqasî bi pêş ketiye û çiqas guncaw e di çêkirina zanist û fîlozofiyê da? Ew alfabe çiqas piratîk e di karê hîndarî û perwerdeyê da?

Çiqas pêdivî ye di pêşdabirina jiyana mirovahiyê da?

Em serên xwe bi van pirsan mijûl bikin.

Neku ziman û zaravayên xwe yek li ser ê din ferz bikin û wan li gorî qalib û îşaretên alfabeyan, teng û îzole bikin. Nemaze di vê sedsala ku mirovahî ji heyvê derbasê marsê dibe.

Hukumata me ya fedaral jî hîn bi teriya tîpên erebî girtiye ber bi meçhûlekî va diçe.

Mîna parçekirina welatê me, jihevcûdabûna miletê me, alfabeyên ku em bi kar tînin jî ji hev cûda cûda ne: latînî, erebî û krîlî.

Şukir ji “yezdanê jorîn” ra ku em hê wek kolonî bi hejmareke mezin ne li Çîn û Japonyayê ne,

ku em li wan welatan bûna, misoger me yê alfabeyên çînî û japonî jî li zimanê kurdî zêde bikira.

Yekkirin yan jî bi gotineke din standartkirina ziman û zaravayan tişteke absurd û ne realîte ye, her wiha wisa jî wê ji polîtîkayên asîmîlasyonê ra bibe destek.

Lêbelê ji bo hînbûn û perwerdeyê jî bikaranîna alfabeyeke hevbeş û standartkirina rastnivîsîna gotin û hin terîman jî pêdiviyeke zarûrî ye, daku di vê warê da me ji tevlihevî û kêşmekêşiyê xilas bike.

 

Kî wê biryara alfabeyeke hevbeş yan jî zelalkirina rastnivîsîna gotin û teriman bide?

Çend gotar û pirtûkên ku di vê warê da li gorî dîtinên xwe şirove û analîzan dikin?

Wezareta perwerdeyê ya hukumeta federal a Kurdistanê ku tenê nûneriya parçeyekî welatê me ye?

Çend otorîte û partiyên siyasî ku ji van îşan qet fêm nakin? Wê biryarê bidin!

 

Yan zanîngeh û saziyên ku ji pisporên vê meselêyê pêk hatine, bi hêzên navborî ra di nava kordîneyekî da û bi disîplîna xebateke zanistî, wê biryarê bidin?

 

Bernameya di Kurdistan TVyê da ku berê bi çend rojan min lê temaşe kiribû, ez mecbûr kirim ku li ser vê meseleya alfabeyê binivîsim.

Bername di derheqê hînbûna zimanê dê yê kurdî li Almanyayê li bajarê Munîhê li dibistaneke almanî hatibû pêşkêşkirin. Çend mamostayên kurd ji bo çend seatan be jî li vê dibistanê zarokên me hînê zimanê dê dikirin. Ev bû ciyê dilşayî û kêfxweşiya min bû.

Lê min nekarî li vê kêfxwşiyê berdewam bim, heta dawiya bernameyê. Ji ber sedemê bikaranîna alfabeya erebî. Neku allerjîkê alfabeya erebî me. Naxêr!

Ew alfabe ne ji aliyê malbatî û ne jî ji aliyê dengî va li zimanê kurdî nayê, herçiqas soranîaxêv û kurmancîaxêvên ku bi tîpên erebî perwerde bûnê li hemberê vê gotina min bin jî.

Qisimek ji kurdên me yên soran ku di nava hukumata federal da xwedî bi gotin in, di bikaranîna alfabeya erebî da jî bi israr in.

Li navenda Ewropayê, zarokên ku li vê derê hatine dunyayê, bi tîpên latînî perwerde bûne û yek tîpekî erebî jî nas nakin, careke din berê wan zaran didin zêrûzebera alfabeya erebî.!

Kî ne ev zarên me? Yên ku malbatên wan ji başûrê walatê me hatine van deran.

Çima alfabeya erebî, çima li Ewropayê?

Ji ber ku başûrê welatê me hîna jî di nava sînorê Îraqê da ye û li Îraqê jî alfabeya fermî erebî ye,  lewma jî ev zarine sibeyê ku herin Kurdistanê bikarin bi alfabeya erebî bixwînin!

Yanê hîn ti amadeyî û tevdîrekî ku ji Îraqê biqete naxuyê di asoyê da. Karesat e helbet!

“Cîranên” din jî ji vê halê gelek memnûn in, ku xwe di hemû quncikan da telandine, kemîn vedane û vê fermiyetê qewîn û saxlem dikin, daku ji wan ra alternatîv çenebe li herêmê.

Baş e! Qet pê ne bawer im, lê em bêjin ev parçeya welatê me sibe ji van kemînan bifilite û bibe dewleteke serbixwe, gelo ew dê bi çi hincetê alfabeya erebî bi kar bîne?

Heke bîne wê demê dê çi ferq hebe di navbera me, Afganistan û Erebistanê da?

Tenê ferqa ziman?

 

Ev yek jî eşkere ye, ku bi bîr bînim: Kurdên me yên başûrê rojavayê Kurdistanê ku bi salan e li jêr rejima baasiyên Sûriyê da dinalin, ji mêj va dev ji tîpên erebî berdane, ji Xoybûnê vir da alfabeya latînî bi kar tînin. Dikarim bibêjim ev nivş bûye yekemîn xîmê “rewşenbiriya nûjen a kurd.”

 

Çend têkiliyên welathezîyê ne tê da, li metropolên Ewropayê jî em dûr û cudayên hev in.

Me sînorên xwe bi xwe ra anîne Ewropaya ku sînor lê rabûne. Heyf e, mixabin e!

Me maf nîne ku em hev ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Goran û Hejar bi dûr bixin.

Guhên xwe li xweşikiya stranên kurmancî û soranî bixitimînin û ji yên biyanî ra vekin!

Gelo zarên me li dibistanên başûr zimanê îngilizî bi tîpên erebî hîn dibin?

Heke na, wekî wisa ye hun li benda çi ne?

 

27 gulan 2018

* Ev nîvîs berê çend salan di înternetê, rojnameya Avestayê da weşîyaye

 

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 2 / Haziran 2018

 

Derginin PDF formatı için buraya tıklayınız

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights