MASKE

Gelo pêdivî ye, ku meriv ji ber vîrûsa koronayê maskeyê bide ber rûyê xwe?

Ma jixwe di rûyê herkesî da mîna çîrokên 1001 şevê, 1001 maske ne pêcayî ne? Meriv her carê derewekî dike, maskeyekê ji wan dide ber rûyê xwe.

Ewdil Ararat / / Hemû nivîsên ê nivîskar

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 9

Hem jî bi curbecur rengan, reş, spî, sor, zer… Maskeyên qirêj û gemar, ku bîhna genîyê jê tên.

Jixwe yên sîyasetmedar û dîplomatan ji bîhna genîyê meriv nikare nêzîk be. Mesela Turumpî, di 1700 rojan da 18 000 derew kirîyê. Yanê hejdeh hezar maske.

Yên din jî her wisa û hîn xirabtir jî…

Hevîrê bazirganî, aborî, medîyayê jixwe bi maskeyê çêbûye.

Mixabin evîn jî bi maske ye.

Welhasil di jîyana rojane da çi were bîra we, meriv hemûyan bi maskeyan pêçaye.

Heta zarok jî dema dest bi derewan dikin, rûyên xwe di pişt maskeyan da vedişêrin.

Maskeyên êşdar û “masûmane”.

Ji ber “metirsîya” koronayê û ji tirsa mirinê meriv maskeyan didin ber rûyên xwe. Fabrîqeyên tekstîlê, terzîxane niha rangareng bi mîlyaran maske hildiberînin!

Gelo pêdivî heye?

Di şûna wê da deng li dilên xwe bikin ne çêtir e?

Nizanim. Çima ev çeşîdê însan çêbûye li ser zemînê vê cîhanê? Ku ji bilî zirarê ti fayîdeyekê wê tineye ji gerdûnê ra.

Di şeran da bi mîlyonan ji hev dikûjin, niha ji tirsa koronayê maskeyan didin ber rûyên xwe. Her sal bi deh hezaran meriv ji birçîyê, ji nexweşîyan dimirin. Meriv bi maskeyan digerin!

Bi têra xwe hawildorê xirab kirine û niha xwe di mal û xanîyan da vedişêrin, hepis dikin! Xwe bi îzolasyonê dikûjin.

Hemû cîhan bûye girtîgeh. Girtîgeheke global.

Dewlet, sîyastmedar û medîya jî polês, zerevan û gardîyanên wê.

Yanê însan bi xwe, bûye gardîyana/ê xwe.

Stephen Hawking berîya ku bimire, hişîyar kiribû, “Jîyê cîhanê kêm bûye û nikare êdî barê we rake. Ji xwe ra li planetekê din bigerin!”  

Esas mîqrob mirov e. Cîhana me êdî nikare pîsîtîya heft mîlyar mirovî rake.

Xweza dixweze bi vîrûsên xwe yên xwezayî, xwe ji mîqrobê paqij bike û xwe bigihîne aramîya xwe ya destpêkê.

Ji me ra jî tenê şîretekê dimîne:

“Divê em jîyanê bi tirsa mirinê, mirinê bi tirsa jîyanê neherimînin!”

Panîk ne pêwist e.

Berlîn, 11. 05. 2020

PDF Sayfalara ulaşmak için resimlerin üzerine tıklayın

SAYI: 9
SAYI: 8
SAYI: 7
SAYI: 6
SAYI: 5
SAYI: 4
SAYI: 3
SAYI: 2
SAYI: 1
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights