45 DEQE

45 deqeyên Dîlanê di sinifeke dibistana Tirkî da.

45 deqeyên zareke Kurd bi navê Dîlan, Berfîn, Berxwedan, Şîlan û Serxwebûn di bin awirên erjeng ên mamosteyeke/î şovenîstê esker ê Tirk da?

Ewdil Ararat / / Hemû nivîsên ê nivîskar

Zarên Tirk ku her roj ji aliyê dê û bav û mamosteyan va tên manûplekirin, tijekirin li dijê kurdan û ev zarên rih qirêjbûyî, bi çi çavê, bi kîjan kompleksê  li hevalên“ xwe yên Kurd dinihêrin, ku navê wan Berfîn, Dîlan û Rizgar e?

Jixwe ne hewceye dê, bav û mamoste wan zarên Tirk manûple jî bikin.

Sîstema dewleta kemalîst û nijadperest a Tirk ku nizanim ev bû çendîn sal in mîna fabrîqeyekî, robotan hildiberîne.

Robotên ku her roj gotinên, çi şa me, ku Tirk im, yan jî bextewarî, ji bo ew ê ku dibêje ez tirk im ra!“, dehbare dikin. Yan jî, ji, Çînê heta maçînê her kes tirk e!!“

Û bi gelek xûrafeyên din. Ev xurafe û îdeolojiyên beredayî îflas kirine li cîhanê.

Lê ji bo Kurdan na. Her duqat bihêz e li ser Kurdan.   

Deng û dîmenên dijminayî û hêrîşkar ên têlevîzyonên Tirk, dîmenên qîjeqîja balafirên şer. Lîstikên kuştin, qirkirin ên di înternetê da zêde ye jî, ji bo şûştina mêjiyên zarên Tirk ku bi vê haletê rûhiyeyê li, hevalên “ xwe yên Kurd tên hev di sinifê da.

Gelo hun hîç lêfikirîn, ku 45 deqeyên zar û sebiyeke Kurd çawa dibore, di nava revdeyên cewrikên guran de?

Belkî ez şaş bim, di derheqê 45 deqeyên Dîlanê da!

Lê Dîlan di nava psîkologiyeke veciniqî û tirsnak da, dûr ji prensîbên pedegogiyê, perwerde“ dibe di sinifeke Tirkî da.

Xwe diqincilîne hev di dersê da. Hewl dide ku xwe ji awirên tahl û tûj biveşêre û mîna ku bêje, ez ne li vir im!“ Lê ew li wir e!

Bala wê ne li ser dersê ye. Pênivîs ji xêwedana destên wê yên biçûk dişimitin. Çend caran şaş dinivîse. Bi jêbirê jê dibe. Bi hêrs pelên deftera xwe diqelîşîne, çend caran li pey hev.

Belkî guhên wê jî tên kişandin, çend toqat jî lê dikevin, ji ber vê, şaşbûnê“

Dixweze rondikan bibarîne, nikare.

Tûfa wê di qirikê da dibe gilok, dixweze daqûrtîne, nikare. 

Lêvên xwe gez dike.

Serê xwe nişûv dike. Bi awêrên revok ji pencereyê li dervayê dinêre.

Guhên wê li gotinin ku wê dikin armanc in.

Li benda dengê zingilê ye, ku lêxe û pê ra xwe bavêje derva, here bêhnvedanê.

Li bêhnvedanê, li baxçeya, dibistanê, çend ji wan cewriyan lê têne hev, qerfên xwe pê dikin, belkî jî ew dihincirînin.

Li 15 deqeyên bêhnvedanê; li vir jî ne rihet e, rihê wê ne ewle ye, bi xwe ne bawer e.

Belkî ji tirs û hesteke nevegotî hinarokên wê sor yan jî spîçolikî dibin.

Kulpekulpa dilê wê ye..

Çavên wê li riya malê ne. Lê hîn çend ders mane.

Çend dersên ji dojehê xirabtir.

Çend dersên ku wê hîn çend parçeyên din ji rihê wê biqetînin bibin, hinekî din kesayeta wê bipişêvin.

Çend dersên ku wê dem tê da biqerise, her yekê mîna salekî derbas bibe.

Guhên wê li zingila, dersa dawiyê ye, ku lêxe û xwe li bêhnekî bigihîne malê.

Li bêhnekî rêya xwe biguherîne, ji bo di rê da tiştekî neyê serî..

45 deqe berdewam in. Ne yek ne dû! Li pey hev. Bi mehan, bi salan…

Jiyekî di nava xwe da dihelînin.

Dîlan, Berfîn yan jî Berxwedan bi zimanekî biyan, bi rihekî xirab, bi psîkologiyeke tevlihev wê vegerin malê.

Li malê jî ne rihet e, Dîlan.

Ne tenê ew; dê, bav hemû malbat ne rihet in, sil in di mala xwe da. Guhên wan li zingil yan jî lêxistina deriyê ye. Ka kengê ew ê polês yan jî esker werin?

Yek ji wan yan jî hemûyan bibin qereqolê, êşkence bikin.

Li kuçekî gullekî bera serê yekê/î ji wan bidin, ew winda bikin.   

Bavên girtîgehan, bi mehan bi salan birîzînin.

Dest û piyên wan bişikînin.   

Dîlan, li malê jî her çiqas çend gotinên Kurdî têkil bike jî, bi zimanekî biyan xeber dide bi dê û bavê xwe ra. Pirs dike. Pirsên mîna; çima nikare bi Kurdî baxife? Çima mecbûr e, here dibistana Tirkî û wan gef û gotinên xerab bixwe?

Her roj bi tirs here û were, parçeyek ji xwe winda bike.

Pirsên mîna:

Çima dibistana Kurdî nîne? Zimanê wê qedexe ye?

Dixweze û nikare serbest û bi serbilindî bipeyîve?  

Gelo ew ê nikaribe mîna zarên xelkên din azad û bê minnet û bi rûmet bijî?

Gelo şaşîtiyek heye?

Çi ye, di ku da ye ev şaşîtî?

Û gelek pirs û geloyên din.

Dîlan her carê wê bersivên nîvçe werbigire, yan jî gelek caran bê bersîv bimîne.

Lê divê meyê jibîrkirin!

Dîlanê bersîva xwe dîtiye û di kurayiya dilê xwe de veşartiye.

Mezintirîn tirs ev e!

Îlmê pedagojî ji bêçaretiyê serî ditewîne li ber vê rewşa erjeng a zarokên Kurd.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights