Ana SayfaGIŞTÎSIYASETMEDAR MEHMÛD OSMAN BANG LI HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ KIR

SIYASETMEDAR MEHMÛD OSMAN BANG LI HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ KIR

Siyasetmedar Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û got: “Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Divê rêxistin û partiyên kurdan li hev bi şêwirin, yekîtiya netewî pêk bînin.”

Ji 23’yê nîsanê ve Hêzên Çekdar ên Tirki (TSK) ji bejahî û hewayî ve li dijî herêmên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve operasyonan li dar dixe. Di navbera leşker û endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) şerên dijwar diqewimin. Bi van operasyonan re asta pêwîstiya yekitiya neteweyî ya kurdî hîn zêdetir hat xuyakirin.

Siyasetmedarê ji başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman, têkildarî êrişên li dijî van herêman, helwesta hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurditanê û yekitiya neteweyî ji ANF’ê re axivî. 

‘ZÊDETIRÎ 35 SAL E TI ENCAM BI DEST NEXISTIYE’

Osman anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye û got: “Hikûmeta Erdogan û Enqere timî li dijî deskeftiyên kurdan e û ti carê girîngiyê bi mafê kurdan nade. Ev desthilatdar ji derveyî Tirkbûnê girîngiyê bi ti mafên neteweyên din nade. Tirkbûnê li ser gelan ferz dike. Pirsgirêka sereke Enqere ye û zêdetirî 35 sal e li dijî kurdan şer dikin, lê heta niha tu encam bidest nexistiye. Her gavê êrişî Bakur, Başûr û Rojava dike û bi tu awayî encam bidest nexistiye.”

‘MIJAR DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’

Osman da zanîn ku Tirkiye li dijî kurdan siyaseta nîjadperestiyê dike û wiha dom kir: “Di vir de sûcdarê esasî Enqere ye. Siyaseta Tirkiyeyê siyasetekî nîjadperestiye. Terora dewletê li dijî kurdan dimeşîne. Êrişên dagirkeriyên yên niha hîn zêdetir û berfirehin. Mijar PKK nîne, mijar kurd in û dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Di her alî de êrişî kurdan dike. Rêveberiya Enqerê siyasetekî wiha li dijî kurdan dimeşîne. Ev siyasetekî şaş û xirab e li dijî kurdan.”

‘DIVÊ HÎKÛMETA IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN’

Osman bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “Berê ji min anîbû ziman, divê Iraq li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê serweriya xaka Iraqê binpê dike û divê li qada navneteweyî giliyê Tirkiyê bike. Divê daxwaz bike ku hemû navend û bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê werin valekirin û ji axa herêmê bên derxistin. Dema em li vê yekê dinêrin, wisa dixuyê ku hikûmeta Iraqê jî bi veşartî di hinek mijaran de li gel Tirkiye ye. Dibe tifaqên hê ji demê Saddam Huseyîn hebin, ji bo wê bêdeng bin. Dîsa ligel Iraqê, Hikûmeta Herêmê jî bêdeng e. Ji bo wê ye ku Tirkiye bi kêfa xwe û dîsa bi piştevaniya Amerîka bi dehan care sînor derbas dike û êrişên xwe pêk tîne. Ewropa, saziyên Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. Amerîka û Rûsya li gel Tirkiye ye, ji bo vê Tirkiye bi hêz û cesaret ji van digire bi kêfa xwe êrişî Rojava, Başûr û Bakur dike.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrişan bêdeng nemîne. Mixabin bêdeng in, ev bêdengî şaş e. Divê helwesta xwe ya li dijî vê nîşan bidin. Daxwaz ji Tirkiye bikin ku dawî li êrişên xwe bînin, hêzên xwe vekişînin.

Dîsa divê herêma Kurdistanê li gel PKK’ê di nava diyalogê de be, di nava xwe de li hev bikin, bê ka wê çi bikin, çawa tevger bikin. Divê diyalog di nava kurdan de bê kirin, diyalog şert e. Bi rengekê bikarin li hev bikin, tifaq pêk bînin. Rê nedin ku Tirkiye bi vê siyaseta li herêmê bidomîne. Divê PKK û PDK bi diyalogê pirsgirêkên hene çareser bikin.”

‘ŞERÊ BIRAKUJÎ XETA SOR E’

Osman da zanîn ku Tirkiye dixwaze li ser axa Kurdistanê, kurd li hev bikevin û got: “Kurdan ji şerê birakujî dersekî dîrokî girtiye. Şerê navxweyî di nava kurdan de xeta sor e. Dewleta Tirk dixwaze di nava kurdan de şer derxe. Lê ev ne gengaz e. Êdî kurd şerê kurd nake. Ev xeta sor e ji bo kurdan”

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û wiha got: “Yekîtiya neteweyî ji her tiştê girîngtir û pêwîste. Divê hemû rêxistin û partiyên kurdan di nava diyalogê de bin û bi hevdû re alîkar bin. Divê rojek berî rojekê yekitiya neteweyî were avakirin. Ev girîng û pêwîstiyekî lezgîne. Dijmînê me yek in, Iraq, Îran, Sûrye û Tirkiye. Ji bo vê yekê divê em di nava xwede yek bin. Divê Kurd bi hevdû re alîkar bin û derfet nedin ku planên Tirkiyeyê bi ser bikeve.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights