Ana SayfaGIŞTÎSEROKÊ KKP'Ê ÇÎFTYUREK: TECRÎD, PERÇEYEK POLÎTÎKAYA ŞER E

SEROKÊ KKP’Ê ÇÎFTYUREK: TECRÎD, PERÇEYEK POLÎTÎKAYA ŞER E

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perçeyeke polîtîkaya şer e û got: “Gere berxwedana girtiyan bi tenê neyê hiştin.” 

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 78’an de ye. Piştgiriya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan a ji bo çalakiya girtiyan didome. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku divê her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve. 

Çîftyurek, destnîşan kir ku sedema tecrîda li ser Ocalan, polîtîkaya şerî ya dewleta tirk e û sedema ku niha tecrîd hatiye şidandin jî girêdayî şerê li hemerî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye. 

‘PERÇEYEKE ŞER’ 

Çîftyurek, destnîşan kir ku yek ji aktorê herî bibandor ê Rojhilata Navîn Ocalan e û got: “Siyaseta ku Ocalan li Kurdistan û herêmê bi rê ve dibe, gava ne li gor siyaseta dewleta tirk be, hikûmet nahêle Ocalan têkeve dewrê û tecrîdê jî wekî perçeyek polîtîkaya şerî bi kar tîne. Yanî dewleta tirk dibêje, ‘heger tu li gor polîtîkayên min hereket nekî, ez ê nehêlim tu biaxifî.’ Polîtîkaya dewleta tirk a li Bakurê Kurdistanê ew e ku ji bo li Bakurê Kurdistanê pergaleke federe neyê avakirin, tevî rejîmên dagirker û ên din tevdigere; li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî dixwaze pergalên heyî berteng bike. Wateya rojane ya tecrîdê ev e.” 

Çîftyurek, destnîşan kir ku dewlet bi pêkanînên xwe yên tecrîdê qanûnên xwe binpê dike û zext û zoriyên ku bi tecrdê li Ocalan û li girtiyan tê kirin şermezar kir. 

‘DIVÊ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN’ 

Çîftyurek, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin û destnîşan kir ku berî ku çalakiya girtiyan veguhere rojiya mirinê, demildest divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo vê jî divê Wezareta Dadê gavina bavêje. Çîftyurek: “Li girtîgehan û li derve heq, hiqûq û edalet hatine binpêkirin. Greva birçîbûnê, berxwedana herî dawî ye ku girtî serî lê didin. Divê berxwedana girtiyan bi tenê neyê hiştin. Heger veguhere rojiya mirinê, dê bibe sedema mirinan. Hikûmet çi qasî zû daxwazên girtiyan qebûl bike, dê ew qasî pêşî li ber texrîbata laşî bigire. Wext kêm dibe, divê hikûmet gavina bavêje. Hêvîdar im ev berxwedana ku girtî ji mecbûrî dane dane destpêkirin, bibe sedema serketineke mayinde.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights