Ana SayfaGIŞTÎSEROKÊ OSP Ê: ROJEVA HIKÛMETA AKP Ê REFERANDÛM, A BARZANÎ SERXWEBUN E

SEROKÊ OSP Ê: ROJEVA HIKÛMETA AKP Ê REFERANDÛM, A BARZANÎ SERXWEBUN E

Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sinan Çiftyurek li ser hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û bilindkirinina alaya Kurdistanê ya li balafirxaneyên Ataturkê û ya Esenbogayê weke ‘serkeftineke kurdan’ nirxand û wiha got: ‘Mijara hevdîtinê ya sereke serxwebûn û petrol e. Helbet wê behsa parlementerên kurd jî bê kirin.’

Ayşegul Ozmen/sputniknews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh saet 16:00an de bo hin hevdîtinên siyasî çû Stenbolê. Di hatina Barzanî ya vê carê de geşedanek nû çêbû û li balafirxaneyê alaya Kurdistanê hate hat bilindkirin. Barzanî duh li Stenbolê bi

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û îro jî li Enqereyê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim re civiya. Herwiha Barzanî bi siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik re li hotela ku dimîne hevdîtin pêk anî.

Derbarê hatina Barzanî û pêvajoya piştî wê de, Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek ji Sputnik Kurdistanê re nirxand.

‘BILINDKIRINA ALAYA KURDISTAN, SERKEFTINA KURDAN E’

Çiftyurek hatina Barzanî weke nîşaneya ‘geşedanên baş’ şirove kir û diyar kir ku bilindkirina alaya Kurdistanê ya li Balafirxaneya Ataturkê û ya li Balafirxaneya Esenbogayê jî wekî serkeftinek kurdan şirove kir û wiha pê de çû: “Hikumet bi daliqandina ala Kurdistanê li balafirgehê, dixwaze ku beriya referandumê bala gelê kurd bikşîne. Herwiha bi vê yekê wan bikşîne ba xwe û rayên ‘erê’ bo referandumê bi dest bixe.”

‘BARZANÎ BO MIJARÊN NASKIRINA SERXWEBÛN  Û PETROLÊ HATIYE’

Çiftyurek dibêje li gel hesabê hikumeta tirk hin hesabên Barzanî jî hene. Çiftyurek amaje dike ku Barzanî bi mijarên petrol û naskirina serxwebûna Kurdistanê hatiye û wê li ser van mijaran ji Tirkiyeyê hin daxwazan bike: “Lewra Barzanî ev demek dirêje derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê bi partî û dewletan re hevdîtinan pêk tîne.”

Çiftyurek di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan dike ku Tirkiye serxwebûnê naxwaze lê wê niha li ser vê yekê ti tiştekî ne bêjin, ne jî bikin.

‘AKP DIXWAZE GUMANA KURDAN YA LI SER XWE KÊM BIKE’

Serokê OSPê Çiftyurek di dawiya axaftina xwe de behsa peymana di navpera AKPê û MHPê dike û dibêje ev hevkarî gumana kurdan a li dijî AKPê zêde kiriye: “Ji ber vê yekê AKP bi daliqandina alaya Kurdistanê ya li balafirxaneyê û vexwendina Barzanî re, dixwaza gumana li ser xwe kêm bike û kurdan dîsa bikşîne bi hêla xwe ve.”

krd.sputniknews.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights