Ana SayfaKURDISTANSerokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul serbest hat berdan

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul serbest hat berdan

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Aygul di 14ê berfenbarê de ji ber nûçeya “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” hatibû girtin.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihand ku Aygul hatiye berdan.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Ji bo parvekirina îdiaya îstismara zarokan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, rojnamevan Sînan Aygul ku di 14ê Berfenberê de bi hinceta Qanûna Dezenformasyonê (TCK 217/A) hatibû girtin, hat berdan.”

Çi bibû?

Rojnamevanê Bedlîsî Sînan Aygul ku îdiaya îstîsmar û tacizkirina zaroka 14 salî ya li Tatwanê kiribû nûçe, polîsan di 13ê Berfenbarê de bi ser mala wî de girtibû.

Aygul ê ku bi îdiaya ku “gel bi dijminatî û kîne tehrîk kirye” hatibû desteserkirin, piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wî hatin wergirtin, bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatibû şandin.

Sînan Aygun ê ku derxistibûn dadgehê hatibû girtin.

Piştî biryara girtinê Sînan Aygul li ser hesabê Twîtterê wiha bertek nîşan dabû

“Divê pêşî yên bê girtin ne rojnamevan bin! Divê yên bên girtin tacîzker û tecawizker bin. #RojnamegerîNeSûce.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights