Ana SayfaÇAND HUNERŞANOYA BAJÊR A AMEDÊ BERNAMEYA XWE YA MEHA SIBATÊ DIYAR KIR

ŞANOYA BAJÊR A AMEDÊ BERNAMEYA XWE YA MEHA SIBATÊ DIYAR KIR

Şanoya Bajêr a Amedê dê  meha Sibatê 13 lîstikên tîyatroyê bide lîstin. Di bernameyê de lîstikeke zarokan, lîstikeke stand  upê û 4 heb jî lîstikên tîyatroyê hene. Bername bi tevahî 13 lîstikan di xwe de dihewîne.

Dê bername 31ê çileyê bi lîstika “Tartuffe” ya ku nivîskarê wê  Moliere ye dest pê bike û 23yê Sibatê bi lîstika “Qirix” a ku derhênerê wê Kemal Gökhan Gürses e bi dawî bibe.

Amadekarên bernameyê ev in: Şanoya Amedê a Bajêr, Yaşar Kemal Kültür Merkezi, ŞA Performans, Yeni Sahne û Kemal Gökhan Gürses.

Berfin Emektar, yek ji şanogera û endama Şanoya Bajêr a Amedê ye. Wê bianet/kurdî re diyar kir ku her meh bernameyên bi vî şiklî pêk tînin û lîstikên xwe dilîzin an jî lîstik û lîstikvanên cuda dikin mêhvan. Berfîn Emektarê got ku ew dixwazin şanohez bên temaşe bikin, xwedî li şanoya kurdî derbikevin. Û keyfxweşîya xwe ji niha ve ji bo şanohez û mêhvanan diyar kir.


Vahdet Uçar Mêrdîn – Navenda Nûçeyan a BIAyê *Vahdet Uçarê ev nûçe li bajarê Mêrdînê nivîsîye.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights