Ana SayfaKURDISTANDi xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 57 zarok hatine girtin

Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 57 zarok hatine girtin

Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw ragihand ku di 35 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de, 41 kur û 16 keçên xwendekar ji aliyê navendên emnî yên Îranê ve hatine girtin. Ew amar tenê ya wan xwnedekaran e ku temenê wan kêmtirî 18 salan e.

Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw, navên 57 ji wan zarokên xwendekar yên girtî belav kiriye.

Li gorî amara rêxistina Hengaw, li parêzgeha Sine 27 zarok hatine girtin, ji wan 21 kur û 6 keç. Li parêzgeha Kirmaşanê, 15 zarok hatine girtin ji wan 7 keç û 8 kur in.

Li parêzgeha Urmiyê 11 zarok hatine girtin, her 11 kur in. Yek ji wan bi navê Nîma Şefîqdost temen 16 salî, xelkê Urmiyê bi birîndarî hate girtin û piştî çend rojan termê wî dane malabatê.

Li parêzgeha Îlamê 4 zarok hatine girtin ku ji wan 3 keç û 1 kur in.

Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw dibêje ew zarokên hatine giritn, xwendekarên dibistanê ne û temenê wan di navbera 15 heya 18 saliyê de ye, herî zêde 16 salî ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenpêşandan berdewam in

Li bajarên Sine û Mehabadê li Rojhilatê Kurdistan û Tehran, Kerec û Dizfûl yên Îranê, şevê din xwepêşandan û nerazîtî berdewam bûn.

Li Mehabad û Sine, gencan rêbend danîbûn û agir hilkirin û dirûşmên li dijî desthilatê berz kirin.

Li Tehranê li navçeyên Ekbatan, Şehran, Seniet Abad û Şehr Zîba xelkê nerazîtî nîşan dan û li dijî rayedarên Îranê dirûşm gotin.

Herwiha li Kerecê jî xwepêşanderan qurbaniyên xwepêşandanên payîza 2019ê bibîr anîn û dirûşmên xwe de gotin, ew dê tola wan qurbaniyan hildin.

Di heman demê de li başûrê Îranê jî li bajarê Dzfûlê nerazîtî bedewam bûn.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights