Ana SayfaKURDISTANRêxistinên Mafên Mirovan: Çekdarên ser bi Tirkiyê cezayê darve kirinê dane 4...

Rêxistinên Mafên Mirovan: Çekdarên ser bi Tirkiyê cezayê darve kirinê dane 4 Kurdên Efrînê

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berî çend rojan di raportekê de belav kir, dadgeha leşkerî li bajarê Ezazê di destpêka meha Berfanbarê de, cezaya darvekirinê li ser çar welatiyên sivîl ên Efrînê Ednan Şêx Ehmed (56 salî), Ehmed Şêx Ehmed (30 salî), Egîd Mûşo (30 salî) û Fethî Hesen (37 salî) biriye.

Saziya Êzidîna jî destnîşan kir, tawana çêkirî ya ew çar sivîl pê tên tometbarkirin, avakirina şaneyeke girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kuştina endamekî gruba çekdar “Sultan Murad” ê bi navê Mihemed El-Mubarek e.

Herwaha ragehand, Mihemed El-Mubarek ji bajarê Humsê ye û roja 5ê Hezîrana 2020an bi çend guleyan di nav otomobîla xwe de li ser rêya di navbera bajarê Efrînê û bajarokê Şera de hatibû kuştin.

Li gorî zanyariyên Saziya Êzidîna, ew 4 girtî niha li Girtîgeha Navendî ya Efrînê ne, ku bi navê Girtîgeha Murta tê naskirin.

Saziya Êzidîna hûrgiliyên bûyerê diyar kirin û got: “Çekdarên gruba Sultan Murad li ser fermana berpirsê wê grubên yê li gundê Qurt Qulaqa Mazin, Enwer Omer ligel fermandarekî din ê wê grubê yê bi navê Erab Idrîs, ew tomet ji wan her 4 kesên sivîl re çêkirine, bi armanca veşartina kiryarên xwe yên dizî, sextekarî û tirsandina sivîlan.

Herwaha destnîşan kir, çekdarên Sultan Murad di navbera 11 û 15ê Tebaxa 2021ê de li gundê Qurt Qulaq a Mezin gelek helmetên girtinê li dijî gundiyan pêk anîn, di nav wan de jî 4 girtiyên ku bi cezayê davekirinê li wan hatiye birîn jî hene.

Ji aliyê xwe ve, Navenda belgekirina Binpêkirinan ragihand, ti dadgeheke dadwerane ji van girtiyan re nehatiye kirin û rê ji bo nehat dayîn ku parêzer berevaniyê di ber wan de bikin, her wiha ev girtî ji roja girtinê û heta roja dadgehkirinê rê ji bo malbata wan nehat dayîn ku serdana wan bikin.

Saziya Êzidîna amaje bi wê yekê dike, binpêkirinên çekdarên opozîsyonê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve li dijî welatiyên bajarê Efrînê, di çarçoveya perçiqandina xelkê Kurd ên bajêr mayî de, bi armanca koçberkirina wan û bicihkirina koçber û malbatên çekdaran di malên wan de ye, ji bo cibicîkirina siyaseta guhertina demografiya herêmê ye ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plankirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bang li saziyên navdewletî yên pêwendîdar bi mafên mirovan û hemû rêxistinên mafên mirovan û yasayî dike ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê û hikûmeta wê ya demkî bikin, da ku dev ji fêlbazî û bêbextiyên xapînok berdin û lêpirsîn bi fermandarên leşkerî yên ku biryarên dadwerî derdixin re bêne kirin.

Bas News

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights